Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Îsyan

Carna meyla me ya îsyankirinê xwe dide der. Êdî ji jiyana heyî gazindan dikin, gûmanan dikin. “Tiştên ez jiyan dikim û dibînim dibe ne heqîqet be.” Tiştên em jê bawer dikin şerekê li beramber didin meşandin, hemû fikrên em fêrbûne lêpirsîn dikin. Di mejiyê me de tiştên em naxwazin bikin û yekî bi me dide kirin heye dibînin û wisa dibînin ku tiştekî tevahî zêhna me, dilê me, mejiyê me hukum dike heye. Êdî em ji vê rewşê hes nakin û dest bi îsyanekê dikin.

Êdî em dixwazin xwe bigihînin cewherê xwe yê heqîqî. Berê em qurbanek bûn û hatibûn şêwedan. Me ne dikarî ji ber wê kesayeta sexte em îsyanekê jî bikin. Lê niha em dikevin ferqê de xwe ji qurbaniyê xilas bikin û xwe bigihînin hebûna xwe, azadiya xwe. Êdî şerekî bê dawî em didin pêşiya xwe, ev şer ne şerekî beramberî kesekdin yan tiştek dine, şerekî li beramberî zêhna xwe ye, ji ber ku tiştekî yan jî kesekî ji derve de tu li beramberî şer bikî yan îsyan bikî tune. Şerekî li beramberî bawerî, zagon, cehnema aqlê me, fikrên me tê destpêkirine. Li kêleka vê xwesteka guhertina cihanê jî heye, li şûna sîstema heyî sîstemek din ya aqlê mirov bi cihkirinê. Berê ev guhertin bi navê Xweda dihatin kirin û ji xwe re qurbanî didan avakirin. Me ew xwedayên wê gavê bi xemilandinê guhertine û her yek kulîlkek xistiye ber pora wan re û bi navê edalet, demokrasî, wekhevî, welat, pergal, exlaq… êdî navê xwedayên vê serdemê evin. Em hêza xwe didin van xwedayan, wana li asta nîrvaneyê bi cih dikin û jiyana xwe bi navê van xwedayan dikin qurbanî. Bi hemû şêwazî rêbazên mirov kirina qurbanî li holê ne; tundiyê dibînin, ceza dibînin, girtîgehên tejî mirov dibînin, şer, kuştin, qirêjî, dizî, talan… Şer mirov didin avakirin û ciwanên xwe jî dikin qurbanê wan şeran. Di gelek şeran de xuya bûye ku ji ber çi şer dikin jî nizanin.

Li her cihekê komên çekdar em dibînin. Ciwan bi navê gururê, bi navê qezencê, bi navê xweda, bi navê cilê taximekê, bi navê ala ser ereba wan, bi navê dîn, bi navê şewqa wan, xwe dikin qurbanî. Ji gundek biçûk bigre heya bajarek mezin û dewletên mezin, ji bo tiştekî li holê neyî hev tune dikin. Şerê di aqlê xwe de nikarin çareser bikin ji derve de bi kuştinê didin meşandin.

Di aqlê xwe de me gelek qural destnîşan kirine û yê dijî van quralan derkeve em wan jî dikin qurbanî. Dema kesek xetayekê bike û li dijî wan quralan derkeve em dibêjin; ‘dê em wî ceza bikin, dadgehê re derbaz bikin, paşgotiniya wî bikin,’ ev jî şêwazek yê mirov qurbanî kirinê ye. Erê raste qural hene, li dijî wan derketin gunehê herî mezine û ew qural jî hemû dijî xwezaya me ne. Em quralan didin avakirin û li gorî wan quralan jiyan kirinê diecibînin.

Em ewqasê fêrî derewan hatine kirin, tiştekî herî biçûk jî êş dide me. Em xwe sucdar dibînin. Bi tiştên qewimî xwe tune dikin û bi wan re jiyan dikin. Ji dest heqîqeta niha berdidin bi tiştên berê hatî serê me re dimeşin. Rexmê derbaz jî bûye lê hêj zêhna me bi anîna bîra me, me tîne şermê û êşê dide xuluqandin. Em mirov diçin kuderê demboriya xwe û dîroka xwe bi xwe re dibin, ev jî weke tabuta termekî giran li ser milê me be ye. Ne tenê giran ewqasê kevin bûye pir xirab bêhn jî jê tê. Em wî termî bi hemû heskiriyên xwe didin naskirin, kengê bi bîra me were em dîsan dest bi êşê dikin û xwe ceza dikin. Li ser rûyê cîhanê ji ber heman xetayê bi hezaran car xwe û kesên din jî bi heman xetayê ceza kirin, tenê lawirek xuya dike ew jî mirove. Di tu lawiran de lawirek din li sêdarê dayîn tune, tu lawirek îskencê re derbaz kirin tune, tu lawirek di odeyên bi gaz de kuştin tune, tu lawirek bi jehrê, gazên kimyayî tune kirin tune. Berê ceza kirina mirovan jî weke ya lawiran ji gruba xwe dorxistin bû û ew kes bi tenê dihiştin ku bikeve ferqa kêmaniya xwe ya kirî û dîsan bi xwe bizivire bû. Bi qural, exlaq, pergal, ol û bi  şêwazê xwe rêvebirina niha em van kiryaran li ser hev didin meşandin. Ger di aqlê me de edaletek nebe, emê çawa behsa bê edaletiya cihek din bikin? Ya ku tevahî gerdûnê rêve dibe edaletek xwedî heskirine.

Zêhna me bi şêwedanan jiyan dike. Em li bendê ne kesek were me ji vê rewşê xilas bike. Lê wê kes neyê, ne dîndarên me, ne siyasetmedarên me, ne olên me, ne dayîk, bab, heskirî û hevalên me jî. Ji ber ku cîhana me di mejiyê me de ji aliyê vana ve tê jiyan kirin. Tenê em dikarin xwe ji vê xilas bikin. Yê ku xweşikbûnê, qirêjiyê, êşê, keyfxweşiyê, cennet û cehennemê bide avakirin jî em bi xwe ne. Ji xwe bawer bin û ji xwe hesbikin. Heqîqet bi xwe pêktê. Li vire û bê hempa ye. Pêwîstiya bi kesek din re ketina reqabetê nake. Xwe bi kesê re qiyas jî nekin. Hûn çi bin wisa tevger bikin, bibin heskirin, heskirina rast. Ne heskirina bi tiştekê yan kesekê ve girêdayî û yê xwe dibîne, ne heskirina di bin navê feda kirinê de kesên din êşandin û ne heskirina ruhê we ji we distîne… heskirin rewşekî xwezayî bi we re heyî ye, ew xwebûna we ye. Bi xwebûna xwe re jiyan kirin êşê ji holê radike û êşê nade tu tiştî jî.

Nûçeyên Têkildar