Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Îtalya bi temamî di karantînayê de ye

Li Îtalyayê ji ber vîrûsa koronayê hejmara qurbaniyan gihîşt 463 kesî. Bi giştî 9 hezar û 172 kes bi vîrûsê ketine. Serokwezîr Gîûseppe Conte diyar kir ku wan tedbîrên nû û xurtir girtine ku welêt bi temamî eleqedar dikin.

Conte bal kişand ser ‘herêma sor’ ku beriya niha li herêmên bakurê welêt hate ragihandin û wiha got: “Êdî herêma sor nîne. Herêma 1’emîn, herêma 2’yemîn nîne. Îtalya bi temamî herêmeke di bin parastinê de ye.”

Li temamiya welêt ji nava 53 hezar û 826 kesên ku testa vîrûsa koronayê li wan hate kirin aşkera bû ku 9 hezar û 172 kes bi vîrûsê ne. 733 kesên bi vîrûsê jî di servîsa lezgîn de ne.

Ji 463 kesên jiyana xwe ji dest dan ji sedî 44 di navbera 80-89 salî, ji sedî 31 di navbera 70-79 salî, ji sedî 14 di ser 90 salî re, ji sedî 10 di navbera 60-69 salî û ji sedî yek jî di navbera 50-59 salî de bûn.

Li girtîgehê serî hildan

Li hin girtîgehên welêt serhildan rû dan. Girtiyan hevdîtinan ku di çarçoveya tedbîrên dijî vîrûsa koronayê de hatin betalkirin protesto kirin û bi hinceta ku vîrûs dikare li girtîgehên din belav bibin efû bê ragihandin.

Li Mîlano, Roma, Napolî û gelek bajarên din li 27 girtîgehan serhildan rû dan. Di îsyana li bajarê Modenayê de 6 kesî jiyana xwe ji dest dan. Li Foggîayê nêzî 50 girtî ji girtîgehê reviyan û 30 ji wan piştre hatin girtin. Lêgerîna li 20 kesên din dewam dike.

Tedbîr û qedexe

Li gelemperiya Îtalyayê ji bilî neçariyê dê destûr ji ger û geştê re neyê dayîn. Li tevahiya welêt ku nifûsa xwe 60 milyon kes e, ji îro û pê ve dê sînema, şano, muze û deverên mîna wan ên cemaweriyê bên girtin, kombûna li hev a mirovan bê qedexekirin û merasîmên cenazeyan jî bên betalkirin. Li gorî biryarnameyê dê dibistan heta 3’yê nîsanê girtî bin û pêşbirkên sporê bên rawestandin.

Piştî Çînê herî zêde li Îtalyayê mirov ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dan. ROMA 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar