Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cumartesi - 6 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Îtalyayê hewl dide welatparêzê kurd Dîzîn radestî Tîrkiyeyê bike

Îtalya hewl dide Mehmet Dîzîn ê ku ji sala 1980'an û vir ve neçûye Tirkiyeyê bi hinceta bi ser qereqolê de girtiye wî radestî Tîrkiyeyê bike.

Siyasetmedarê kurd Mehmet Dîzîn ê ji navçeya Depê ya Xarpetê ye û bi salan e li Almanyayê dijî, ji ber ku dewleta tirk der barê wî de biryara Înterpolê derxistiye li Îtalyayê ku ji bo betlaneyê çibû hate girtin. Dîzîn 40 roj di bin çavan de mabû, niha li nêzî Bolognayê li xaniyekî di bin çavan de tê girtin.
Dîzîn ê ku derxistin dadgehê pêşî gotin ku ew ê bê berdan, piştre jî bi rêya e-mailê hat ragihandin ku ji bo radestkirina Tirkiyeyê careke din dê derkeve pêşberî dadgehê. Tê payîn ku Dîzîn di nava 30-40 rojan de dê dîsa derxin dadgehê.

Qet neçûye Tirkiyeyê lê bi ser qereqolê de girtiye û kes revandiye!

Dîzîn di sala 1980’î de li Almanyayê bi cih bû, ji wê demê ve qet neçûye Tirkiyeyê. Lê Dîzîn îdiya ku di navbera salên 1988-2019’an de li Dêrsimê “bombekirina qereqolê” û “revandina kesan” tê tawanbarkirin.

Dîzîn di 1985’an de ji bo karên fermî çû konsolosxaneya tirk bi hinceta ku der barê wî de lêpirsîn heye pasaporta wî hat desteserkirin. Piştî çend mehan bi biryara ku di rojnameya fermî de hat weşandin ji hezar û 124 kesên ji welatîbûnê hatin derxistin yek jê bû.

Rayedarên Almanyayê ji bo kesên bêwelat (Statenloser Reisepass) derbasdar e, pasaport dane wî. Ji sala 1981 heta 1993’yan di şirketekê de xebitî. Dîzîn di vê heyamê de ji bo karên fermî yên zarok û hevjîna xwe gelek caran çûye konsolosxaneya tirk. Di sala 2012’an de dema hevjîna wî koça dawî kir, ji bo karên fermî çû konsolosxaneya tirk, lê tu pirsgirêk derneket.

Ji ber çalakiyek di 1988’an de li Dersimê çêbûye ji aliyê Înterpolê ve lêgerîna wî heye
Dema Dîzîn di gulana 2017’an de ji bo zewaca fermî careke din çû konsolosxaneya tirk, şîret li wî kirin ku serlêdana nasnameya tirk bike. Di nava mehekê de nasnameya tirk dane Dîzîn û piştî demekê biryara lêgerînê bi rêya Înterpolê ji buroya biyaniyan a bajarê ku lê diman hat ragihandin. Polîsên biyaniyan ji bo rûniştina demkî pasaporta qehweyî dane wî.
Dîzîn ê ku di 6’ê kanûna 2018’an de dema ku sewqiyata barê Danîmarkayê dikir di encama kontrola nasnameyan de hate binçavkirin û piştre hate berdan, Hate hînbûn ku di sala 1988’an de ji bo çalakiya li Dersimê ji aliyê Înterpolê ve lêgerîna wî heye.

Gava ji bo betlaneyê diçe Îtalyayê tê binçavkirin

Dîzîn li Almanyayê di fabrîqeyekê de dixebite û hemwelatiyê Almanyayê ye.

Mehmet Dîzîn ê ku bi hevjîna xwe re ji bo betlaneyê çibû Îtalyayê, di serdegirtina mala ku lê dima hat binçavkirin. Dîzîn sewqî dadgehê hatibû kirin, bi hinceta di navbera salên 1988 û 2019’an de li Tirkiyeyê tevlî çalakiyên bombeyî û revandinê bûye ji aliyê Tirkiyeyê ve bi rêya Înterpolê derbarê wî de biryara girtinê hatiye derxistin.

‘Ev derewên Tirkiyeyê naqedin’

Dîzîn da zanîn ku di dema bûyeran de ew ne li Tirkiyeyê bû û piştî ku ji aliyê Danîmarkayê ve hat berdan, Tirkiyeyê bi sûcdariyeke nû agahî da Înterpolê û wiha got: “Tê îdiakirin ku di 5’ê nîsana 2019’an de min li Dêrsimê zilamek revandiye, bombe barandiye û bi dînamîtan êrîş kiriye. Ez hîna vê sûcdarkirinê hîn bûm. Dema dewleta tirk bi rêya Înterpolê ji Danîmarkayê re şand de ev sûcdarî şandin tu encam bi dest nexist, bi sûcekî nû serî li Înterpolê da. Bi vî awayî ez hînî sûcdariya duyemîn bûm.”

Dîzîn diyar kir ku 40 roj li Îtalyayê di girtîgehê de maye û got ku dema serbest bê berdan dê bi daxwaza radestkirina Tirkiyeyê careke din bê darizandin. Dîzîn bi bîr xist ku di nava 30-40 rojan de dê di bin şert û mercên malê de bê darizandin û wiha domand: “Dadgehên Îtalyayê pir hêdî dixebitin. Ez nizanim dê rewş çawa bibe. Hêviya min ew e ku ev derew û skandalên neheq û nemirovî ne tenê ji bo min, ji bo hemû kurdan bi dawî bibin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar