Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Îtifaqa HDPê û AKPê pêkan e?

Di van çend rojên dawiyê de gengeşiyeke siyasî dest pê kiriye, rojeva siyasetê dagirtiye. Tê nîqaşkirin, gelo dibe ku îtifaqa HDPê û AKPê pêk bê. Di mecraya medyaya civakî jî de ev gengeşî heye. Gelek kes li dijî vê îtifaqê dertên, hin kes jî dibêjin tu car nabe lê eger bibe jî bila li ser prensîban pêk be, gelek pêkhatin divê di serî biqewimin ku baweriyê bidin gelê kurd.

Ev gengeşî wê dîsa bidome lê divê mirov çawa nêzî vê gengeşiyê bibe? Beriya bûn û nebûna îtifaqê hewcehî heye mirov AKPê, serokê wê û nêzikaya wê ya rastiyên bi vî rengî binêre.

AKP, qaşo partiyeke îslamgir e lê bayê îslama demokratik jî ber derê wê re derbas nebûye. Ji derketina wê ya heta îro, tecrubeyên derketine rastê ji me re dibêjin ev partiyeke wisa ye ku li ser qewlê îslama îktidarperest riya Muaviye û Yêzît de pir merheleyek pey xwe hîştiye, selefîzm dustûra wê ye. Yanî dîn û îmana wê îktidar e. Ji bo îktidarê çi hewce be, bêyî ku awirê xwe bişkêne dike. Serokê wê Erdogan paşxaneyeke giran a di vê riyê de li ser pişta xwe dikişine, îro pê wê paşxaneyê pişta wî xar jî bûye.

Derketina AKPê bi îcazeta DYAyê bû. Bi artêşe re li hev kir heta 2007an, piştre ji bo artêşê qels bike Fetûlah Gulen re îtifaq kir, ji bo çareseriyê pêvajo da destpêkirin, piştre MHPê re îtifaq kir faşizm mamur kir. Kê re kete îtifaqê ji bo iktidara xwe misoger bike ew firot û ya din kire dewreyê. Eger nîqaş rast be îro jî dor hatiye firotina MHPê.

Di medyaya civakî de nîqaş tên kirin, tê gotin ên ku bi hev re şer kiribin dibe ku rojekê li dora heman maseyê aştiyê xeber bidin. Gelek rast e. Ew krîterê dewlet û artêşên xwedî prensibin ku îktidarên wan rastiyan nas dikin. Lê Erdogan û AKP li ku dera vê rastê ne?

Ji 2015an vir ve şeş sal derbas bûn. Ji wê rojê vir ve şîdeta li ser pişta kurdan êdî gihîştiye qulpa dawî. Ji 2016an vir ve bi MHPê re îtifaq kiriye. Faşizma van partiyan û mutefikên wan kir ku ji zilmê êdî li erdê giha jî hêşîn nabe. Lê îro tê nîqaşkirin ku AKP dibe ku deriye HDPê bixe. Ne eyd e, ne erefat e, ev dilxweşî ji ber çi ye? Ev tê çi wateyê, wê MHPê bifroşe. Baş e bila deh caran bifroşe lê kirîna wê…

Eger ew kêr hatibe gihîştibe wî hestiyî, ev xeber e ku AKP ketiye nav tengasiyeke mezin. Rastiyên li meydanê jî vê yekê piştrast dikin. Hingê AKP dixwaze ji vê encama rûxandinê xwe xilas bike. Xwe davêje ber bextê HDPê. Çima HDP AKPê ji rûxandinê xilas bike? Her tiştî ji bîr bike, serokê HDPê yê berê rehin e di destê hiqûqê de na, di destê AKP û Erdogan de. Doza ji bo girtînê qey ji bo HDP nehatiye vekirin?

Eger dibêtiyeke wisa hebe, HDP tenê serê xwe nikare biryar bide, rast e partî gelek xisirî, lê bi temamî berdêla wê gel da.

Ji ber çi îtifaq ne rast e? Ji ber ku nasnameya AKPê diyar e. Tenê ji bo iktidara xwe xilas bike tevdigere. Di nezera gel de AKPê xilas bûye. HDP nikare bibe gopalê wê ku nekeve erdê. Pêşeroja AKPê tune ye.

Eger HDP xetayeke wisa bike, çawa MHP bê firotan, pişta AKPê rast bû wê HDPê jî bi pehîneke xurt bihêle ber derî.

Bi rastî belkî ya pêkan ev be; bila AKP deriye zîndanan veke, kadroyên MHPê ji dewletê dûr bixe, qanûn û biryarnameyên serokkomariyê yên li dijî civakê betal bike, destê xwe li ser hiqûq û darazê bikişîne, gavên vekişînê ji bo dagirkirina çar aliyên Kurdistanê bavêje hingê were li derê HDPê bixe û bila HDP wê demê niqaş bike ku AKP cidî ye, ne cidî ye, îtifaqê bike yan neke.

Ew jî ne pêkan e, ji bilî vê jî îtifaqa HDP-AKP wê bibe ne exlaqî. HDP wê bikeve bin barê gunehên giran, li hember gelê kurd nikaribe hesab bide.

Nûçeyên Têkildar