Şefê berê yê Teşkîlaya Parastina Destûrê yê Almanyayê Maaben got ku melayên endamê DÎTÎB’ê ji îstîxbarata tirk re dixebitin
Serokên Rêxistina Parastina Destûrê yê Almanyayê Harîs-Georg Maabeh ji ‘Focus Onlîne” re axivî û têkilî şûbeya rejîma Erdogan DÎTÎB’ê ya Almanyayê li xwe mikur hat.
Şefê berê Maabeh da zanîn ku melayên Yekitiya Îslamê ya Tirk a Karê Diyanetê (DÎTÎB) agahiyên ku komî ser hev dikirin ji saziyên tirk re dişandin û wiha got: “Divê rêxistina Parastina Destûrê divê vê organîzasyonê ji nêz ve bişopîne. Helbet li ser vê mijarê biryar a vîna siyasî ye.”
Çileya bihurî ji bo ku DÎTÎB bi temamî bi Enqereyê ve were girêdan serokê giştî û alîkarê serokê giştî rasterast ji hêla rejîma Erdogan ve hatibû diyarkirin. Muşawirê Xizmetên Dînî yê Sefareta Tirk a Almanyayê Kazim Turkmen anîbûn ser serokatiya DÎTÎB’ê û di navbeyna 2014-1017’an de jî li ser seroktiya wê Ateşeya Xizmetên Dînî yê Konsolosxaneya Tirk a Kolnê Ahmet Dîlek hebû.
Dema ku navbeyna rejîma Erdogan û hikûmeta Merkel 2017’an ne baş bû, bi belgeyan derketibû holê bê ka melayên DÎTÎB’ê çawa ji MÎT’ê re dixebitîn û propagandya Erdogan bi maskeya weazan dikirin. Wê demê Rêxistina Parastina Destûrê ya Eyaleta Ren Vestfîlya ya Bakur 13 melayên sîxûr tespît kiribû û bi ser malên wan de girtibû. Lê piştî bazarên bi rejîma Erodgan re dosyaya lêpirsînê ya DÎTÎB’ê hatibû girtin. BERLÎN