YSK’ê îttîraza HDP’ê ya ji bo jimartina 2 hezar û 276 dengên nederbasdar red kir
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo jimartina 2 hezar û 276 dengên nederbasdar ên li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê, serî li Saziya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ya navçeyê da. YSK’a navçeyê vê serlêdana HDP’ê red kir.
Rêxistina HDP’ê ya navçeyê dê li ser vê yekê serlêdana xwe bibe û YSK’a bajêr a Bedlîsê û ji daxwaz bike ku 2 hezar û 276 dengên nederbasdar ên li navçeyê careke din bên jimartin.
Çi bibû?
Li gorî encamên ne fermî, di hilbijartina navçeyê de HDP’ê 15 hezar û 330 deng û AKP’ê jî 15 hezar û 605 deng girtiye. Navçeya ku 36 hezar û 493 hilbijêran dengê xwe lê bi kar anî, 2 hezar û 276 deng nederbasdar hatibûn hesibandin. HDP’ê ji bo ku van dengan bên jimartin duh bi daxwaznameyekê serî li YSK’a navçeyê dabû. BEDLÎS