Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Îxanet her tim têk çûye

Endamê Komîteya Piştevanî û Malbatên Şehîdên PKK’ê Yasîn Bûlût, di encama êrîşa çekdarî ya ku bi hevkariya MÎT’ê pêk hat de li bajarê Silêmaniyê şehîd bû.  Bi hezaran kesan cenazeyê Yasîn Bûlût bi girseyî û dirûşmeya ‘Şehîd Namirin’ li ser milên xwe birin goristanê û spartin axê. Li gelek bajan bi hezaran kes daketin qadan û êrîş şermezar kirin. Kujer şermezar kirin. Ji ber ku Bûlût nêzî 30 sal in ji bo gelê xwe xizmet kiriye, kurd li her derê derketin kolanan û qetilkirina Bûlût şermezar kirin.

Di dîrokê de her tim îxanet têk çûye û berxwedan bi ser ketiye. Di nava têkoşîna azadiya gelê kurd de jî îxanet tu carî bi ser neketiye. Heta niha gelek kesên ku îxanet li netew, civak û nirxên xwe kirine her tim hatiye naletkirin. Her tim bi awayekî xerab miriye. Kesên îxanet kirine, piştî mirine kes li cenazeyên wan jî xwedî derneketiye. Lê kesên ji bo gelê xwe li ber xwe dane û xizmeta gelê xwe kirine, gel her tim ew hembêz kirine. Her tim ew dane ser milên xwe.

Heta niha bi sedan kurd di encama îxanet û suîqastan de hatin kuştin. Di nava kurdan de bi hezaran sal in kesên îxanetê dikin derdikevin. Lê tu carî îxaneta ku di nava kurdan de derketiye holê bi ser neketiye.

Zanyar François de La Rochefoucauld dibêje ‘Xapandin û îxanet karê kesên newêrek û bêhêz e.’ Zanyar Liuy jî dibêje ‘Îxanet baş dest pê dike û piştre îxanetê li xwe dike.’ Ev nîşan dide ku kesên îxanetê dikin kole ne. Bê kok in. Ji hemû nirx û pîvanên xwe dûr ketine. Di jiyana wan de tirs û xof heye. Kesên îxanetê dikin dawiya dawî îxanetê li xwe jî dikin û xwe tune dikin. Lê kesên li ber xwe didin, her tim têne hezkirin û li hemberî wan rêz tê girtin. Her kes bejna xwe li hemberî wan ditewîne.

Di salên dawî de gelek şervan û têkoşerên kurd bi îxanetê hatin kuştin. Kesên bi îxanetê hatin kuştin di dilê gel de tu carî nehat kuştin. Her tim di dilê gel zindî ne û dijîn. Lê kesên îxanet kirin, tev li sergo bûn û winda bûn.

Kesê îxanet li Fermandarê PKK’ê Egîd kir, dîrokê di rûpelên xwe de cih neda wî. Lê Egîd bû milyon û belav bû. Bû destan û stran û ji 7 salî heta 70 salî navê wî dizanin û bi hezaran kesan navê wî li xwe kiriye. Kesê îxanet li Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez kir, herî dawî bi nepenî mir. An întîhar kir an jî ew kuştin. Kes li cenazeyê wî jî xwedî derneket. Lê 3 jinên kurd ên azad bûn milyon û belav bûn. Cenazeyê wan li ser milê sed hezaran hatin oxirkirin. Kesên xwestin îxanetê li PKK’ê bikin gelek jê winda bûn û çûn. Tu şop li pey xwe nehiştin û çûn.

Lê dewlet, pergal û komên ku ji hêz û tevgera kurdan ditirsin, dewletên ku ji yekitiya kurdan ditirsin, her tim dixwazin îxanetê têxin nava kurdan. Her tim dixwazin kurd xwe bi xwe bikujin.

Di dîrokê de Kralê Meddan kurê Kyaksares, Astyages bi îxaneta Harpagos tê kuştin. Herî dawî jî yek ji siyasetmedar û pêşengê kurdan Yasîn Bûlût jî bi îxaneta ku bi hevkariya MÎT û PDK’ê pêk hat, hat kuştin. Lê xuya ye ku kesên îxanetê dikin û kesên îxanetê pêş dixin ji dîrokê ders dernexistine. Nizanin ku her tim îxanet têk çûye û berxwedan bi ser ketiye. Ji ber ku kurd ji dîrokê dersê derdixin û li siberojê dinêrin her ku diçe xurt dibin. Her ku diçe mezin dibin û her ku diçe ditirsînin. Îxanetkarên ku ji tirsan miletê xwe dikuje, dê herî dawî xwe jî bikuje. Di dîrokê de tu carî îxanet bi ser neketiye. Dê dîsa bi ser nekeve. Lê divê êdî kurd jî li dijî vê îxanetê parastinê xurt bikin û destûrê nedin îxanetkar di nava wan de belav bibe.

Nûçeyên Têkildar