Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Îxanet û hevkariya bi dagirkeriyê re

Mûnzûr Dersîm/

Dewleta tirk a dagirker di 17`ê Nîsanê de bi hevkariya PDK`ê li dijî gêrîlayên Azadiya Kurdistanê dest bi operasyonek berfireh kirin. Operasyon ku binavê `baskê kilîtê` ku li dijî heremên Zap, Avaşîn, Şikefta Birîndaran, Basyan û Kurojahro hat destpêkirin wek operasyona tunekirina gêrîlayên PKK`ê, dagirkirina başûr û tunekirina tevahî gelê kurd de bi awayekî aktîf dan meşandin. Lê belê ev operasyon rastî destanek dîrokî ya keç û xortên heleng yên bi navê gêrîllayên Azadiya Kurdistanê hat.

Li aliyekî din ger ku em li mijarê binêrin, hikumeta Herêma Kurdistanê û partiya wê PDK bi hemû hêza xwe û îxaneta xwe tev li vê operasyonê bûye. Ev çi di aliyê madî de be, çi jî di aliyê îxanet û leşkerî debe. Ji xwe di van rojên dawî de belgeyên ku di ragihandin û tv de derdikevin holê dida xuya kirin ka çiqas serveta mala Barzan û PDK li derveye û ev servet hemû ji bo hevkariya dagirkeriya tirk û tunekirina PKK hatibû ajokirin. Her çendî PDK di vê yekê de israr jî dike lê belê belgeyên heyî hemû tiştî radixin berçavan.

Di dîrokê de şoreş û serhildanên kurdan hertim bi îxanet û hevkariya bi pere yanî (madî) hatine têk birin. Em dikarin bêjin di dîrokê de serhildana Şêx Seîd, Serhildana Seyîd Riza û Şoreşa Komara Mihabad mînakên vê yekê ne.

Ji roja ku Partî Demokratî Kurdistan (PDK) hat damezirandin û heta roja meya îro îxanet û hevkariya li gel dijminê gelê kurd di asta herî jor de hatiye meşandin. Ev yek di pêvajoya Komara Mihabad, Komkujiya Enfal,  Komkujiya Hewlêrê de jî bi awayekî zelal vê yekê derdixe holê. Di heman demê de di roja me ya îro de jî bi hevkariya dewleta tirk a dagirker ketiye nav îxanetekî herî mezin a li dijî Tevgera Azadiya Kurdistan û gelê kurd.

Hevkarî û îxanet jî çavkaniya xwe ji serdema Sumeran digere û heta roja me ya îro jî berdewam dike. Ev hevkarî û îxanet timî bi desthilatdarî û berjewendiyên xwe yên kesî û teng tenê dide fikirandin. Di heman demê de ji komkujiyên tên serê civakê jî hêzên hegemon yên wek NATO vê yekê wek rolekî sereke dilîzîn. Hevkarî û îxaneta ku niha em qala wê dikin di roja me ya îro de li Kurdistanê bûye amûrekî şerê taybet û ji aliyê hêzên hegemon û desthilat ve tê meşandin.

Dema ku em temaşe dikin malbata Barzan û PDK li gel dewleta tirk ketiye nav îxanetek herî qirêj. Bi taybetî vê îxanetê li Kurdistanê li dijî gelê kurd û pêşengên gelê kurd dide meşandin. Di heman demê de vê yekê weke şerekî taybet jî li hemberî kurdan dide kirin. Bi yekbûna li gel dagirkeriyê asta îxanetê xist pileya herî jor. Bi hevdîtinên li gel MÎT, Erdogan û serkêşên wan yên leşkerî re ev yek da ispatkirin ka çiqas mala Barzan û PDK bi pere, îxanet û hevkariya li gel dagirkeran a li dijî gelê kurd û Kurdistanê ye. Her çendî gelê Başûr di ferqa vê yekê de jî be, lê belê nikare ji ber destilata mala Barzan û zextên li ser gel dengê xwe derbixin. Ji ber gel bi pere, girtin û gotinên vale tên tembîkirin. Bêguman ev yek li ser gel wekî şerê taybet tê meşandin û vê yekê dibin navê îxanetê dide kirin.

Lê belê kurd ne kurdên serdema berê ne. Îro keç û xortên kurdan li çiyayên azad li hemberî vê îxaneta bi pere û hevkariya dagirkeriyê, destanên dîrokî dinivîsînin. Êdî kurdên berê nemane, ev kurd yên serdema nû a ku bi fikir, bîrdozî û felsefeya Rêber Apo hatine perwerde kirine. Wê ev kurd tu carî li hemberî îxaneta mala Barzan a bi pereyan û desthilatdariya faşît a Erdogan çok ne tewîne û wê bi berxwedan û destanên dîrokî navê dagirkeriya ku binavê îxaneta bipere û hevkariya wan li Kurdistanê reş bikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar