PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

J. Jeffrey çima lez dike?

Ahmet Aktaş
Ahmet Aktaş
Şîrove

Ev lez a Trump e. Ji hilbijartinan re wext teng bûye û li hember Biden lawaz tê xuyakirin. Ji bo bi ser keve lez dike.

Ji bo vê, ji alîkî ve ji bo piştgriya Îsraîlê mezintir bike, li gel lobiya wan xebatek berfireh dike; hem li hundir û hem li derve li nav dewletên ereban têkiliyên wan û Îsraîlê zêde dike. Ji aliyê din ve jî dixwaze hinek mijarên balkêş, bi taybetî li Rojhilata Navîn bixe rojevê û di vî warî de hinek gavan zû bavêje.

Wisa diyar dibe ku li Lîbyayê hinek lihevhatin pêk anîn. Niha dixwaze li Idlibê û bi giştî Rojava-Sûriyeyê serkeftin û destkeftinên xwe xurtir û mayînde bike. Li gel vê, hewldanek din ji bo armanca xwe ya mezintir, dixwaze niha dîsa bixe rojevê û bixe pratîkê jî. Ev jî êrîşa li ser Îranê ye!

Li gorî tê dîtin, her du cîgirên wezîrê karên derve J.Hood û D.Kopley erkdar kirine, lê J.Jeffrey jî, li gel van her du cîgiran, weke bi peywirek taybet û organîzatorê pratîk û jêhatî erkdar kiriye û daye ser vê projeya berfireh.

Lingekî wî li Enqereyê ye, yê din li Hewlêr û Qamişloyê. Bêguman heta Cenevê jî lingê xwe dirêj dike. Tê gotin ew ê biçe Berlînê jî.

Weke ku pêşiyên me gotine, “giriyê her kesî li miriyê wî tê”, em vegerin ka gelo ev kabira ji bo kurdan çi difikire, çi dike yan armanca wî ya bingehîn çi ye yan çi ne û hwd?

Hema em li ser civîna dawî rawestin û hineki şîrove bikin, ji ber ku me gelek caran behsa karên wî yên berê kiribû. Civînên xwe yên li Rojava pêk anî, helbet a sereke civîna ENKS û PYNK’ê bû.

Li gorî daxuyaniyan li ser çend xalên girîng lihevhatin pêk hatiye û navê vê yekrêziyê jî hatiyê danîn.

Yên ji bo vê civînê kêfxweşiya xwe nîşan dan û hema yekser derketin medya û çapemeniyê pesindarî kirin; di serî de J.Jeffrey û endamên ENKS’ê bûn. Her wiha hema roja piştî civînê bi lez bi hev re berê xwe dan Hewlêrê.

Mirov dikare bêje, ev hemû ji rêzê ne, asayî û normal in. Baş e ya ne normal çi ye?

Ka em çendan ji wan bêjin. Piştî civînê, ji her du aliyan ên daxuyaniyên normal û hinekî objektîf jî dan hebûn, lê ji nav wan yekî ENKS’yî got, “wele hêj me nû dest bi civînê kir, hema Jeffrey bi lez ji bêrîka xwe du name derxistin û got ‘ji van yek ji Qesra Spî, ya di jî ji Pentagonê dan min û tê de nivîsandiye; ji we re dibêje vî karî zû xelas bikin, berî hilbijartinên serokatiya DYA’yê divê temam bibe’ û hwd.”

Hinek dikarin bêjin, ma jixwe em dizanin van ji bo berjewendên dewleta xwe dixebitin. Ê baş e, ger em vê zanibin, ma gelo çima ên me, hişê xwe nadin serê xwe û êdî baweriyê bi xwe û gelê xwe naynin; xwe li hêviya kes û dewletan dihêlin, pişta xwe naspêrin hêza gelê xwe, pişta xwe dispêrin hêzên biyanî?

Yeke din, heta niha hîn ENKS’ê di nav îtilafê/opozisyonê de ye û ev opozîsyon, bi temamî R. Erdogan ew damezrandine û yek milimekê ji gotina R. Erdogan nikarin derkevin. Yek mirovên wan di komîteya li Cenevê de bû, ew jê avêtin, şûna wî yekî ne kurd xistin komîteyê. Ew zilm, qirkirin, şêlandin, revandin, talan û wêrankirina Rojava hemû ev kirêgirên Receb dikin.

Ê baş e, ma ENKS’ê, ew ê çawa hem li cem wan mucriman û qatilan be, hem jî li cem PYNK’ê be ku ev 10 sal in, bi hezaran şehîd dane, bi dehhezaran birîndarên wan hene, bi sedhezaran penaber bûne. Niha avê jî li ser wan qut dikin. Ya ji van sosrettir jî heman zimanê Receb bi kar tînin û dibêjin “bila yên Bakur êdî vegerin”! Kî ji welatê kê biçe welatê kê? Dibe ku sosreta ji vê sosretir jî; yek gotinek tal ji bo dewlet û çeteyên Receb nabêjin, tu dibejî qey kurdên Bakur hatine Rojava dagir kirine, ji wan re dibêje derkevin lê ji Receb re nabêjin ji welatê me derkevin!

Em werin ser samimiyeta J.Jeffrey, niha dema min ev nivîs dinivîsî, di TV’ê de digot, Jeffrey soz daye ku êdî dewleta tirkan nema êrîşî Rojava dike! Li vir li xwe mukurhatinek heye ku dikarin tirkan bînin Rojava û dikarin neynin jî, êdî aşkera dibe ku hefsarê Receb di destê wan de ye, ew virde û wêde dibin-tînin û hwd.

Her wiha Mesûd Barzanî jî çûye ew herêmên ku Receb bombaran dike û ji gel re gotiye ev herêma Balekayetî, navendî ji Şoreşa me ya Îlonê re kiriye û gelê me gelekî bi şoreşa xwe ve girêdayî ne, lewma Seddam têk çû, ne gelê me. Dîsa dubare gotiye “heta ku ez sax bim ez nahêlim, xwîna kurdan bi destê kurdan were rijandin”!

Ê baş e Kak Mesûd, tu hîn nikarî bi nav bikî û bêjî “ev der ji aliyê dewleta Receb ve hatiye bombarankirin”, her wiha pêşmergeyên te û kur û birazayê te her roj ne li gel wê dewleta ku her roj vê xaka pîroz a Başûr bombebaran dike; komkujiyan pêk tîne û plana li gel wî çêdikin ka gel ew ê çaba PKK’ê, PYD’ê û hwd. hêzên kurdî têk bibin û bi hezaran leşker û MÎT’ên wî li rex te bi cîh kirine, her roj însanên me direvînin û winda dikin û hwd.

Erê gotinên te gelek bi rûmet in lê encam?

J.Jeffrey û her du cîgirên wezareta derve jî plana xwe ya herêmê didin xuyakirin lê ji kurdan re tu xêr tê de nayê xuyakirin. Dibêjin, “bila pirsgirêkên herêmê, Bexda, Erbîl û Enqere bi hev re, hevpar çareser bikin. Bila li herêmên weke Şengalê, hêzên ne nîzamî (armanc PKK û hwd. ne) jê derkevin! Ew zihniyeta “kurdên baş û nebaş” a hêzên hegemon ên li ser herêmê serwer in û dixwazin bibin serwer, divê neyê jibîrkirin.

Ji bo armanca wan a mezin; êrîşa ser Îranê, bêyî hevalbendiya kurdan nabe, lê kurdên ku ew dixwazin, kurdên ew ji bo xwe “baş” dibînin, dixwazin bi hevalbendiya wan, planên xwe yên dijberî Îranê jî bidin meşandin. Bêguman weke navenda kurdan jî Hewlêrê dibînin, lê ez bawer im ev bi tenê, têra armanca wan nake, lewma hewldanek wan heye ji bo ku Tevgera Azadiyê jî bikişîne rex projeya xwe. Bi taybetî jî niha li gel HSD û PYNK’ê hevalbendiyekê didin meşandin, lê hez dikin ENKS’ê jî weke frênê bidin rex wan û heta bikaribin bi Hewlêrê ve girêdin!

Hewldanên Rûsyayê jî ji aliyekî din ve û paralelî vê projeyê dimeşe. Divê ev jî bi heman projeya jor re were şîrovekirin.

Wisa diyar dibe ku hemû kes êdî hev nas dikin û li gor berjewendiyên xwe tevdigerin. Kî jîr û kêrhatî be, wê biqezenctir be di vê bazarê de.

Nûçeyên Têkildar