Hema berî hatina wî bi demek kurt, aloziyên li herêmê germ bûn. Lê bi hatina wî re germtir û dijwartir bûn. Ev aloziyên berî hatina wî û piştî hatina wî, her du jî perçeyên heman plana DYA’yê ne.
Heta niha hemû polîtîkayên ku R.T. Erdogan dimeşandin, bi destûra Amerîkayê bûn. Ji ber ku kesayetiya vî kesî tam li gorî felsefeya wan bû. Şer û pevçûnê dixwazin temam e, derew û xapandinê dixwazin temam e, bikaranîna ol û nijadperestiyê tê xwestin temam e û hwd. çi taybetmendiyên ji bo derxistina alozî û afirandina kaosê lazim be hemû bi Receb re bê kêmayî hene. Supermenê vî karê xerabiyê ye.
Jixwe lewma ewqas temenê desthilatiya wî hat dirêjkirin. Bêguman alternatîfê wî, kesekî ji wî xurtir karibe van projeyên hegemonîst li herêmê bide meşandin nehat dîtin. Bêguman karê vî projekarî yê sereke jî; diviya Tevgera Azadiyê bişikîne, hilweşîne, eger nikaribe vê pêk bîne jî, qene pêşiyê lê bigire û nehêle pir pêşve biçe!
Weke hat gotin, heta roja îro bi rola xwe, bi mîsyona xwe rabû û gihand asta herî bilind. Hema mirov dikare yekser jê re bêje “vî kesî xelata serokatiya faşîzma sedsala 21’an qezenc (heq) kiriye”!
Lê êdî xitimiye û nikare ji vê zêdetir biçe û êdî bi lezgînî serberjêr digindire. Bêguman yê ew xistiye vî halî jî, hêza sereke ya gelê me Tevgêra Azadiyê ye û bi giştî berxwedana gelê Kurdistanê ye.
Lewma nîşanên xwestina guhertina wî zêdetir dibin ji aliyê “axayên” wî ve. Him li Tirkiyeyê û him li Kurdistanê, ketine nav hewldana peydakirina alternatîfan.
Hatina herêmê ya J.Jeffrey û ekîba wî, guman heye ku perçeyek ji vê armancê be. Hewldan û diyalogên wî jî, vê gumanê bi hêztir dikin. Danûstandinên vê heyetê, li gel R. Erdogan û heyeta wî hinek sar dihat xuyakirin. Lê diyalog û hewldanên wî yên li Hewlêr û Rojava gelek germ û balkêş bûn.
Ji milekî ve, ji aliyên kurdan re digotin “li hev bicivin û hevgirtina xwe çêbikin”, ji milê din ve ji bo dewleta tirk, gelekî ji xwe aciz nekin heyeta ENKS’ê jî dişandin cem Mevlut Çavuşoglu û bi wan re wêneyên “dostayî” dida kişandin û belav dikirin.
Di heman demê de dihat diyarkirin ku bêguman Receb jî ne xeşîm e û zû bi van taktîkan dihise. Lewma bi lez û bez dest avêt Libyayê û ji bo Idlibê gefa dixwe û heta qebedayîtiyê jî dike. Çûna wî ya Ukraynayê û axaftina wî ya li wir, êdî dida diyarkirin ku ji aliyê mejî ve ketiye çi halekî lawaz û xerab!
Ji hundurê Tirkiyeyê ve jî, helwest û axaftinên Îlker Başbug, li pey wî axaftinên Abdullah Gul gelek balkêş bûn. Ev cara yekemîn e ku ewqas zelal û bi wêrekî karibûn bipeyivin. Li pey wan, hinek kesên din ên berê nikaribûn, ditirsiyan bipeyivin, dest bi axaftinan kir li dijî Receb û ekîba wî.
Helwestên van kesan bi xurtî ketin rojevê. Her wiha xitimandina li Idlib û Libyayê, bi vê re xerabûna dostaniya Receb û Pûtîn, hem li derve hem li hundur, Receb û ekîba wî zêde zêde tengav dike û psîkolojiya wan xera kiriye.
Bi ser vana de, axaftinên Trump, Jeffrey, Pompoe û hwd. ên rayedarên paye bilind ên Amerîkayê, xwedêgiravî pesindariya Receb dikin û halana tê vedidin û dibêjin “em û NATO bi te re ne“ û heta li şehîdên Receb jî xwedî derdikevin û hwd. Peyamên bi vê şêwazê jî, ew kiriye pêkenînê medya û çapemeniya dijber. Ev jî Receb gelekî nerihet dike.
Di encamê de bi taybetî ji gera J.Jeffrey û bi giştî ji rewşa heyî diyar dibe ku rojev li dijî Receb û desthilatiya wî ye. Xwedê dizane, lê pêşeroja Receb ne bi xêr e.