Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Jana Gel, Îbrahîm Ehmed û rexneyeke bêpîvan

Nivîsa Înan Eroglû bi sernavê ‘Geryanek li Dora “Belengazî”yê: Jana Gel’ romana Îbrahîm Ehmed, di Kovara Wêje û Rexne hejmara 7an de cih girtiye. Aliyên wê yên divê misoger bên nirxandin hene ez ê li ser bisekinim.

Weke prensîb heta ferz nebe ez naxwazim nivîsên ku mijarek rexne kirine rexne bikim û binirxînim. Lê ev nivîsa Înan Eroglû ne ji wan nivîsan e. Ferz e bê nirxandin, ji ber ku dûrî prensîbên rexne û nirxandinan hatiye nivîsandin. Cihê wê heye divê bê gotin, fêkiyan bixwe lê rez û baxçevan nekuje, eger mebest xwarina fêkiyan be. Em ê lê binêrin ka mebesta  Înan Eroglû xwarina fêkiyan e yan telefkirina rez û kuştina baxçevan e.

Serê pêşîn bêjim, hewce ye li ser eklektîzma Înan Eroglû bi kurtî bisekinim ku der barê wêjeyê de gihîştibe çiqas agahiyan weke qûçeke peyv û têgehan raxistiye ser kaxizê kovarê, eleqeya wan jî bi nivîsê re nikariye dayne ku di nivîsên wî yên min xwendî yên din de jî ev eklektîzma bêserûber heye.

Diyar e ku êş, belengazî û jana kurdan bûye serêşa nivîskarê rexnegir. Ji bo ku ji serêşa xwe re palpiştan bibîne teoriyeke ziwa û bêmesnet raberî me dike. Mebeste ew e ku nirxandinên xwe lê siwar bike û ji xwe re bike hinceta reşkirina mijara xwe. Gelo hewce heye ku mirov ji rexneya romanekî, zêdetirî rexneya wê dest bavêje teoriyê? Di serî de ev gumaneke ku binê rexne û nirxandinan pûç e, berê mijarê li cihekî din e. Çima ketiye nîqaşa ‘ka gelo me edebiyateke neteweyî heye? Me zimanek, alfabeyek, dewletek hevbeş nîne û di ser re jî em edebiyata xwe û edebiyata cîhanê bi zimanê serdestên xwe hîn dibin û tev dirûvên  hêvokên me jî bi mentiqê zimanê serdestên me ne. Gelek pisporên vî karî di bîr û baweriyê de ne ku edebiyateke neteweyî bi zimanekî neteweyî anku bi zimanekî hevbeş gengaz e.’ (Wêje û Rexne hjm.7. sal 2016)

Li gorî hukmê van hevokan divê ev gotara Înan Eroglû nehata nivîsandin, ji ber ku ne alfabeyek, ne zimanek, ne jî dewleteke kurdan a hevbeş heye. Pê ve girêdayî ‘edebiyateke’ neteweyî ya kurdan nîn e. Her çar parçeyên Kurdistanê jî bi zaravayan parçe bûne, li gorî zimanê serdestan hîn dibin, dirûvê hevokên me jî bi mentiqê zimanê serdestan e. Gelo li ser çi qewlî li ‘edebiyata’ tuneyî rexneyên xwe dike, nayê fêmkirin? Serê pêşîn divê ev nakokî bê ravekirin.

Divê nakokiyeke din jî bê ravekirin. Mem û Zîna Ehmedê Xanî bi ‘mentiq û hîn’bûna zimanê fars, ereb û tirkan hatiye honandin. Bi veznê arûz hatiye nivîsandin, veznê arûz ne yê kurdan e. Bandora manzûma Fûzûlî û yên din pir e. Ya herî bi bingeh ev e tenê çîrok a me ye. Gelo ev edebiyata bi Mem û Zînê hatiye kirin ku hîmê ramana kurdîtiyê daniye, ne ‘edebiyateke’ neteweyî û kurdî ye?

Divê nivîskar û rexnegir, ji bo ku derd û kulên ku dixwazin bidin fêmkirin û ragihînin xwînerên xwe di heman coyê de biherikin. Ev e ya ku her du jî tê de araste bibin; roman-mijar çi ye na çawa bê/hatiye nivîsandin, leheng û karakterên wê serkeftî têne/hatine bicihkirin, şayesandina wê çawa ye, ziman xurt e yan lawaz e, fikir û têgihîştinekê di serê xwîner de çêdike nake, xem, xewn, xeyalan dide jiyandin, xwîner bi xwe re dibe yan na, vegotina wê bedew e yan ji rêzê ye û hwd.

Em teqez vê rê û rêbazê di nirxandina nivîskar de nabînin. Înan Eroglû dikeve pey kesayeta Îbrahîm Ehmed rexne di bin siya kesayeta nivîskarê romanê de difetise. Qey hûn ê bêjin Îbrahîm Ehmed û Înan Eroglû du reqîbên hev in, Înan Eroglû bi rê û hinceta Jana Gel keysê lê tîne, tola xwe ji Î. Ehmed distîne. Nivîskarê rexneyê gelek di bin bandora ku bi belengazî û xizaniyê romana kurdî nabe de maye û bi min riya xwe şaş kiriye, ketiye riyeke xalifî. Dewsa ku giraniyê bide naveroka çawaniya romanê, bi her du destên xwe pêsîra Îbrahîm Ehmed dihejîne, dikeve pey nakokiyên wî ku îdîa dike Ehmed dem, kes û hêmayên din rast nîşan nedane. Peywira Înan Eroglû ew e ku yekser xwe bide ser xalên naverokê ku me li jor raber kirin. Eger navên bûne dîrok rasterast nebin lehengên romanan hingê kes nikare bêje ev ew e, yan dîroka vegotinê ne li hev e. Xwîner nikare ji romanê niyeta nivîskar bixwîne-Înan Eroglû jî tê de- weke mînak mebest mirina Mehmût Berzencî ye yan na û hwd. Bi texmînan, bi nakokiyên bernîqaş roman nikarin bên nîqaşkirin. Nîqaş û agahiyên ji derveyî romanê ku der barê romanê de ne weke mijareke esas çawa dibin nirxandina romanê? Roman di 9 rojan de yan demeke dirêj de hatiye nivîsandin çima rexnegir eleqedar dike, gelo şirîkê mafê telîfê ye?

Jixwe rexnegir bi hukmekî dest pê dike, hûrik hûrik bingeha wê ava dike, Î. Ehmed û kesayetiya wî ya siyasî mehkûm bike, ji bo nivîsandina wî ya romanê rewa nebîne. Helbet nirxandinên wî ji bo romanê jî gelek in lê di bin siya niyet û hukmên wî de dimînin. Pêşdaraziyên wî xuya dibin. Gava ku dibêje, ‘li ser edebiyatê jî birek xebat kirine’, ‘çima di derekê de halo dibêje, di derekê de wilo dibêje, kîjan rast e, filan û bêvan hwd.’ bêyî pûtepêanînê vegotina xwe pêşkêş dike, hewl dide Îbrahîm Erhmed û xebatên wî sivik û hêsan nîşan bide. Jixwe haya wî ji pêşdaraziyên wî heye, di bin gotina kêmasiyan de dinuxumîne û wiha dibêje, ‘Piştî ew çend kêmasiyan normal e ku hin kes xwe bixeyîdînin û bibêjin “bes lêxe, zilam mir”, “me go lêxe, me nego bikuje”, “te kil nekir, te kor kir” û filan û bêvan.’ Eger niyet xirab nebe ji ber çi serî li van gotinan dide. A din jî rêz û rûmet ji nivîskarê pirtûkê re tune di van gotinan de.

Zimanê rexneyên rexnegir ên di cih de dixuyên jî weke pê re şer bike, bi uslûbeke kerb û givaştî hatine derpêşkirin. Mirov ji rexneyên rast dixuyên jî sûdekê wernagire.

Rexnegir Înan Eroglû di dawiyê de gihiştiye baweriyekê, ‘hema şoreşgerên wan jî qala belengaziya gelê xwe dikin, ew bêzar in, ew gel mezlûm e, jar e, perîşan e, qir û qelah li wan ketiye, derbeder bûne, bêzirar in, nizanin pey doza xwe kevin û hwd…’ tenê ji romanê ev derxistiye. Ji êşa gel dilêş e. Yanî peyama radigihîne me ev e; bi belengaziyê, mezlûmiyê, perîşaniya gel wêje nabe. Rast e, heta cihekî, ew cih jî Eroglû şaş fêm kiriye.

Wêjeya kurdî (ji ber ku ev nav wî têr nake nabêje ‘wêje’ bi edeb û edebiyatê bi nav dike, belkî belengaziyê bi bîr dixe Eroglû ji peyva ‘wêje’ şerma dike.) ji wêjeya klasîk vir ve qasî derd û arîşeyên din belengaziyê jî dixe xem. Ehmedê Xanî di Mem û Zîna xwe de vê yekê wiha derdibirîne, ‘Kurmanc-i ne pir di bê kemal in/ Emma di yêtim û bê mecal in/ Fîlcimle ne cahil û nezan in/ Belkî di sefîl û bê xwedan in/Gerdê hebûya me jî xwedanek/ Alîkeremek, letîfdanek,/ Ilm û huner û kemal û îzan/ Şê’ir û xezel û kîtab û û dîwan …’ Xanî tam jî wêjeya belengaziyê kiriye. Dibe ku nivîskar bêje ew sê sed sal berê bû, kayê berê nedin ber bayê, hingê jî bila bala xwe bide Vîctor Hûgo û Reben (Sefîl)a wî ku ji yek klasîka wêjeyê ya cîhanê ye.

Lê divê bê zanîn ku qada wêjeyê hin cureyên vegotinê weke belengazî, perîşanî û hwd. li me qedexe nake. Wêje ew e ku tu çi, çawa vedibêjî. Eger mijareke qerase bi vegotineke jar vebêjî di wêjeyê de cihekî mayînde wê re nîn e. Ku mijareke jar jî bi vegotineke bedew, têr tije vebêjî cihê wê wêjeyê de heye, mayînde dibe û qebûla wêjeyê ye.

Ruhê bindestiyê bi Înan Eroglû re heye. Ji belengazî û perîşaniya gelê xwe şerm dike. Eger wêjeya gel bê nivîsandin mîna parsekiyê disewirîne. Awayê vegotina ‘belengaziyê’ rexne nake, belengaziyê yekser rexne û mehkûm dike. Franz Fanon ev psîkolojî daye naskirin. Heyran, belengazî ew çend mijara şermê bûya, Vîctor Hûgo di Reben’ (Sefîl)a xwe de belengazî û perîşanî dikaribû weke klasîka cîhanê payebilind bikira? Bi rastî şaşî di têgehan de nîn e, têgihîştinê de ye, mixabin!

Îbrahîm Ehmed ne ew kese ku ji derveyî rexneyê bê girtin, Jana Gel ne ew berhem e ku ji rexneyê muaf bê girtin. Her tişt di cihê xwe û pîvana xwe de. Ya kêmtir an zêdetir ziyan e, tenê ne madî, ji bo hiş jî.

Nûçeyên Têkildar