Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...
Çarşamba - 17 Temmuz 2024

Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Janus yan jî durûtî

Di dîroka parzemîna pîr de ango li Ewropayê Janus karakterekî nas û bi lanet e. Janus, xwedayê Romiyan ê mezin e û li Îtalya dimîne. Ew, xwedayê pêşî û destpêka jiyanê ye. Gotina pêşî, di maneya deriyê destpêka jiyanê yê pêşî de jî mirov dikare fêm bike. Janus di hemû peykeran de bi du rûyan tê sûretkirin. Her rûyekî wî li aliyekî dinêre. Hinek vê rewşa hane weke ku rûyek li pêşerojê yek jî li paşerojê dinêre şîrove dikin. Hin dibêjin rûyek wî li rojhilat rûyê din jî li rojava dinêre. Hin jî weke durûtî û riyakariyê şîrove dikin.

Em ê di vê nivîsê de li ser durûtiya wî û dirûvgirtina karaktera siyaseta Ewropayê biaxivin. Ji bo vê jî em ê ji pirtûka Edgar Morin û Mauro Ceruti ya bi navê ‘Ewropaya me gelo ji hev de dikeve yan jî vediguhere’ sûdê bigirin. Ev pirtûk ji nav weşanên Îletîşîmê di sala 2014’an de derket. Helbet em ê li vir hemû pirtûkê nekin malzemeya vê nivîsê lê div ê pirtûkê de bi helbestekê kurt têkiliyek di navbera Janus û karaktera rêveberiya ewropiyan hatiye danîn em ê wê bi we re parve bikin;

“Ewropa hiqûq e lê di heman demê de kêfiyet e.

Ewropa demokrasî ye lê di heman demê de zext û zilm e.

Ewropa rêz û rûmet e lê di heman demê de nijadperestî ye.

Ewropa fikrek e lê di heman demê de bedenek bi xwîn û goş e.

Ewropa pîvan e lê di heman demê de bêpîvanî ye.

Ewropa aqil e lê di heman demê de mitos e.”

Ev helbesta k udi berhema navborî de heye di heman deme de kodên karaktera Janus jî datîne holê.  Helbet dema mirov di vê şibakê de biryarên ku ji nav parlamento û konseyên, ji nav sazî û dezgehên Ewropayê derdikevin bide ber lêpirsînê mirov wê zêde li durûtiyê heyrî nemîne.

Din ava vê heftiyê de ji nav sazî û dezgehên ewropî  derbarê dewleta tirk de du biryar derketin. Biryareke jî dengdana rapora raportora Tirkiyeyê ya Parlamentoya Ewropayê Katî Pîrî bû. Pîrî di rapora xwe de der barê rejîma tirk û pergala wê ya bi zilmê li ser pêyan e hin dane û tespîtan parve  kiribûn. Zilma ku li kurdan tê kirin, binpêkirina mafên mirovan, zextên li ser siyaseta demokratîk û fikr û ramanên cuda çend serenavên di nav vê raporê de bûn. Di encamê de ev rapor dixwest ku prosesa muzakereyên ji bo endamtiya dewleta tirk ji bo Yekitiya Ewropayê were bidawîkirin.

Ev rapor tafsiyeya xwe ji mekanîzmayên Yekitiya Ewropayê re dike. Di dengdana li parlamantoya Ewropayê de ev rapor bi 370 dengan hat qebûlkirin. Helbet ev ji bo teşîrkirina hikûmeta faşît a AKP-MHP’ê gelekî baş e û rapor jî heke kêm nebe ne zêde ye jî. Mirov ji reaksiyona peyayên rejîma faşîst a tirk fêm dike ku bê ka çiqas bi vê raporê êşiyane. Lê ji qebqebetiya xwe jî nayên xwarê. Gelo çawa dikarin li dijî rewşeke wisa qebqebetiyê bikin. Bersiva vê pirsê di esasê xwe de pir basît e. Dewleta tirk karektera siyaseta Ewropayê baş nas dike. Ji berk u ew jî xwedî karaktereke wisa nin. Ew jî weke Janus durû ne. Weke wê mesala ku dibêje ‘mêr meran nas dikin!’ Ew jî hev baş nas dikin.

Hema piştî wê dengdanê mekanîzmayên esasî yên Yekitiya Ewropayê rabû biryar da ku 1 mîlyar û 500 milyon Ewro alîkarî bide dewleta tirk. Bahaneya wan a ji bo vê alîkariyê koçberên li Tirkiyê ne. Lê di arîfeya hilbijartina 31’ê adarê de dayîna vê pereyê ji bo Erdogan alîkariya herî mezin bû. Li Tirkiyeya ku ji ber polîtîkayên şer û gedeliya AKP’ê siyaset û aborî xitimî ye, Ewropa rabû destê xwe dirêjî Erdoganê ketiye ser çokan kir, da ku wî dîsa rake ser piyan.  Tam jî tişta ku Morin  Ceruti di helbestê de dibêjin ‘Ewropa kêfiyet e, zext û zilm e…’  Karaktera wan a Janusî jî datîne holê.

Helbet heman rewşa durû ya rayedarên Ewropayê di mijara çalakiyên Kurdistaniyan ên ji bo şikandina tecrîdê û rûxandina faşîzma dwleta tirk jî xwe dide der. ‘Ewropaya demokrasî ye’ piştevaniyê dike – mala wan ava ew wijdanê mirovahiyê ne û kurd dizanin ku ew kes û partî dost in-  lê ‘Ewopaya berjewendî ye’ jî van çalakiyan nabîne, heta bi dewleta tirk re şirîkatiyê dike. Mînakên li ser durûtiya Ewropayê helbet gelek zêde ne lê bi van mînakan jî kêm zêde bi mirovan re îdraqeke der barê mekanîzmayên wan de çêdibe. Niha ev Ewropaya durû jî din ava qrîz û qeyraneke mezin de ye. Ev durûtiya ku weke karaktera wê ya esasî ye di heman demê de weke kurmê ku li qurma wê xistiye di hundir de wê dirizîne.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar