Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Jean Zîegler: Divê civaka navneteweyî piştgiriyê bide têkoşîna PKK’ê

Hevrêyê Che Guevara û alîkarê serokê Lijneya Şêwirmendiya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Jean Ziegler, bang li civaka navneteweyî kir piştgiriya Têkoşîna Azadiyê ya kurd a ji aliyê PKK'ê ve tê meşandin, bike.

Civaknasê swîsreyî Jean Zîegler, dostê nêzîk ê Rêberê Şoreşa Amerîkaya Latîn Ernesto Che Guevra û Alîkarê Serokê Lijneya Şêwirmendiya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ji Bernameya Rojeva Ewropayê ya ku di Televîzyona Medya Nûçeyê de hat weşandin de pirsên Serkan Demîrel bersivand.

Zîegler bal kişand ser têkoşîna û dîroka gelê kurd û got “Em behsa sala 2023’an dikin, ango 100 sal piştî Peymana Lozanê ya ku li Palais de Ruminê hat îmzekirin. Di vê peymanê de îxanet li gelê kurd hat kirin. Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Woodrow Wilson, ku di warê rewşenbîrî û siyasî de pêşengiya Cemiyeta Miletan dikir, xwediyê vê prensîbê ku divê her netewe, dewlet xwedî mafê xweserî û diyarkirina qedera xwe bûya. Bi vî awayî di sala 1920’an de di peymana Sevrê de statuya netewî û xweseriya gelê kurd hate dayîn. Lê di navbera salên 1920 û 1923’an de Fransa û Îngilîstanê îxanet li biryarên Sevrê kirin û kurd ji mafê çarenûsî û netewebûnê bêpar kirin. Gelê kurd, gelê herî kevnar ê herêmê û xwedî çanda herî dewlemend e û Kurdistan di navbera 4 dewletan de, yanî di navbera Iraq, Îran, Sûriye û Tirkiyeyê de hatiye parvekirin. Ev bû destpêka trajediya gelê kurd.

Ez heyranê gelê kurd im. Tevî welatên rojava, zilm û zordariya li ser wan hatiye kirin, mirin, birîndarkirin û zîndanîkirin jî gelê kurd li ber xwe da û xwedî li nasname, çand, ziman û tevgerên xwe yên civakî yên weke PKK’ê derket.

Her wiha kurdan li dijî barbariya cîhadîst şerekî awarte meşandin. Bi hezaran kurdan ji bo welatên rojava, demokrasî û ji bo me, li dijî barbarên cîhadîst şer kirin û şehîd bûn. Ez di wê baweriyê de me ku kurd wê di dawiyê de bi ser bikevin û bibin xwedî Kurdistaneke azad. Ev teqez e.”

‘PKK tevgereke rizgariya neteweyî ye’

Zîegler diyar kir ku PKK tevgereke rizgariya netewî ye û got “Tevgereke rizgariya neteweyî ye, mîna berxwedana Fransayê ya li dijî dagirkeriya Naziyan. PKK tevgereke rizgarîxwaz e ku ji şervanên gelek leheng û bi taybetî ji jinan pêk tê. Mînak li Rojava bi saya şervanên kurd civakeke demokratîk ku tê de jin û mêr tê de xwedî mafên wekhev in, hate avakirin. Ev ji bo hemû cîhanê rewşeke awarte û mînak e. Rojava nûnertiya civakeke demokratîk, azad û wekhev dike û ev ji bo cîhanê modelek e.

Dîsa girtina Abdullah Ocalan û qutkirina têkiliya wî ya bi PKK re, skandalek e. Zexta dewleta tirk a li ser gelê kurd sûcekî mutleq e. Tirkiyeyê ne bi tenê PKK’yiyên qehreman qetil kir. Gelek mêr, jin û zarok kuştin û êşkence li wan kir. Ev rewş bi piştgiriya welatên rojava jî didome. Tirkiye welatekî NATO’yê ye.

Li şûna ku rojava divê zextan li Erdogan bike da ku Erdogan mafê azadî, çandî û demokratîk ê kurdan nas bike, welatên rojava piştgiriyê didin Erdogan. Her hikumeta ku tê, li hemberî kurdan polîtîkayên bi şîddet, zalimane û ehmeqî dimeşîne. Welatên Rojava li hemberî vê rewşê bêdeng e.

‘Welatên rojava îxanetê li kurdan dikin’

Ev jî xiyaneteke din e ku welatên Rojava li kurdan dikin. kurdan ji bo azadiya welatên rojava jî li hemberî cîhadîstan têkoşîneke mezin dan. Li hemberî vê barbariyê bi wêrekî şer kirin. Lê piştî şer welatên rojava kurd bi tenê hiştin. Îro jî ji bo ku cîhadîst venegerin welatên rojava,  kurdan ev cîhadîst girtine lê em dibînin welatên rojava careke din îxanetê li kurdan dike.

Emerîkiyan hêzeke xwe ya mezin ji herêmê vekişandin. Welatên rojava destûrê didin ku Erdogan êrîşî axa kurdan a azad û welatên rojava bikin. Welatên rojava destûrê didin ku Tirkiye êrîşî Rojava bike.”

Zîegler diyar kir di meseleya doza kurdan de helwesta civaka navneteweyî nayê qebûlkirin û got “Bikaranîna çekên kîmyewî û êrîşa li dijî sivîlan sûcên li dijî mirovahiyê ne. Seddam Husên li bakurê Iraqê li dijî kurdan çekên kîmyewî bi kar anî. Piştre li Sûriyeyê Beşar Esed çekên kîmyayî bi kar anî. Dema Esad ev çek bi kar anî, Serokê wê demê Obama û Fransa li tiştek negotin.”

‘Che sax bûya wê bi gelê kurd re bûya’

Zîegler bal kişand ser vî tiştî ku Che Gûevera îro sax bûya wê bi gelê kurd re bûya.

Zîegler bal kişand ser rewşa Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan û got “Ev pêkanînên li dijî Abdullah Ocalan sûcê mirovahiyê ye. Diviyabû Erdogan beriya demeke dirêj derketa pêşberî Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (ICC) û ceza lê bihata birîn. Rêberê rewa yê berxwedana gelê kurd û yê gelê kurd Abdullah Ocalan e. Divê civaka navneteweyî rabe ser piyan û daxwaza azadiya Abdullah Ocalan bike.”

Jean Zîegler Kî Ye?

Jean Zîegler di sala 1934’an de ji dayik bû. Siyasetmedaekî li dijî globalîzmê ye û civaknas e. Ew wek raportorê taybet ê li Neteweyên Yekbûyî li ser mafê xwarinê li cîhanê xebitî. Wek raportorê taybet, wî rewşa xurekan ya gelek welatan (Nîjer, Etiyopya, Hindistan, Bangladeş, Mongolya, Brezîlya, Filistîn, Bolîvya, Kuba, Guatemala û hwd.) lêkolîn kir û li ser rewşê rapor pêşkêşî Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî kir. Ziegler ji sala 2009an vir ve Alîkarê Serokê Lijneya Şêwirmendiya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ye.

Zîegler yek rewşenbîrên herî girîng ê Swîsreyê tê dîtin û pirtûkên wî bi dehan zimanan hatine wergerandin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar