Em di rizgariya jinê de rizgariya zilam û welat dibînin

Pirsgirêka jinê pirsgirêkeke ku her rojekê derbas dibe di cîhanê de her diçe derdikeve pêş. Em partiyek in ku bi şoreşa Kurdistanê ve armanc...

Li ser Iraqê û Hewlêrê, rakêşa Tirkiye û Îranê

Ji alîkî ve Tirkiye, ji aliyê din ve Îran, li ser Iraqê û Başûr di nava hewldanên pir xerab de ne. Her du dewlet jî,...

Em di rizgariya jinê de rizgariya zilam û welat dibînin

Pirsgirêka jinê pirsgirêkeke ku her rojekê derbas dibe di cîhanê de her diçe derdikeve pêş. Em partiyek in ku bi şoreşa Kurdistanê ve armanc...

Li ser Iraqê û Hewlêrê, rakêşa Tirkiye û Îranê

Ji alîkî ve Tirkiye, ji aliyê din ve Îran, li ser Iraqê û Başûr di nava hewldanên pir xerab de ne. Her du dewlet jî,...
Pazartesi - 16 Eylül 2024

Em di rizgariya jinê de rizgariya zilam û welat dibînin

Pirsgirêka jinê pirsgirêkeke ku her rojekê derbas dibe di cîhanê de her diçe derdikeve pêş. Em partiyek in ku bi şoreşa Kurdistanê ve armanc...

Li ser Iraqê û Hewlêrê, rakêşa Tirkiye û Îranê

Ji alîkî ve Tirkiye, ji aliyê din ve Îran, li ser Iraqê û Başûr di nava hewldanên pir xerab de ne. Her du dewlet jî,...

Jehrkuja xirabiyê têkoşîn e!

 Ziman û şêwaza hebûnê dualî ye. Dualîte, bingeha xwezayî ya hemû çêbûnên gerdûnî ye. Ji diyardeyên fîzîkî heta têgihiştin û mijarên razber, dualîte di hemû çêbûn û heyînên xwezayê de heye. Şev-roj, jêr-jor, nêr-mê, pêş-paş, şênber-razber, hebûn-tinebûn û hwd. mirov dikare gelek mînakên fîzîkî û metafîzîkî bide. Dualîteyên xwezayê, gerdûnê afirandî, ku nebin nabe hene. Di jiyan û cîhana me ya heyî de jî dualîteyên hatî afirandin û tênin dijberî hev hene. Taybetmendiyên dualîteyên xwezayî ew e ku hev temam dikin, yek ya din tine nake, hev watedar dikin. Lê dijberiyên hatî afirandin an jî dualîteyên li ser esasê şîroveyên desthilatdarî û “metafîzîkên şaş û xirab”, hev temam nakin. Yek dibe qurbana ya din. Divê yek kêmtir an jî tine bibe. Ev nêzîkatî û şîroveyên felsefîk ên bingehîn in. Her helwest û çalakî, çavkaniya xwe ji zîhniyet û felsefeyekê digire. Di jiyana rojane de em helwest û meylên xwe û yê mirovên din, di van parzûnên felsefîk de derbas dikin. Di encamê de em fikrên xwe hêsantir û zelal tînin ziman: ‘Filan kes baş e, yan jî şaş e, xirab e’ û hwd. Em başî û xirabiyê, li van pîvanên di encama bihezaran salên jiyana civakî de hatî werivandin de derbas dikin û digihêjin fikir û baweriyekê…

Di cîhanê de xirab û xirabî zêde bûne, ev rastiyeke ku nikare were înkarkirin e. Heta bi meyzandineke serveyî, dikare bê gotin ku ‘ev dinya ya xiraban e, xirab bihêz in, zalim xurt in.’ Lê li gorî felsefe û baweriya me, mirov di cewherê xwe de baş û paqij e. Yên desthilatdariya xirabiyê jî dikin vê zanin. Ji ber wê jî nikarin bêjin, “bijî xirabî, em ê xirabiyê li her çar aliyê cîhanê belav bikin.” Ew jî xwe weke aliyê heq û heqîqetê nîşan didin. Qaşo başiyê dixwazin. Bi gotina pêşiyên me, “bi gur re dixwûn, bi şivan re digirîn.” Mînak, balafirên dewleta Îsraîl a qirker, benzîna xwe ji Îskenderûnê; polayê çek û fişekan ji Karabukê digirt. Pîlotên Îsraîlê li ser Konya tetbîqata kuştinê dikirin; lê Receb bi ziman alîgirê Filîstînê bû…Ya ku nedihişt qirker li qirkeran xwedî derkeve, ev heqîqet û hêza başiyê bû.

Dema dewlet û desthilatdar hinekî xwe didin aliyekî (em nabêjin ‘bila baş bibin’; lewra haveyn û hevîrê wan xirab e), em hêza başî, rastî û bedewiyê baştir dibînin. Civak ber bi başiyê ve diherike û coka xwe ya xwezayî dibîne. Mînak li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, dewleta dagirker û qirker neçar ma ku ji bo hin armancên xwe yên veşartî pêk bîne, li Îmraliyê bi Rêber Apo re, li Ewropa-Osloyê jî bi Rêveberên Tevgera Azadiya Kurdistanê re hevdîtinan bike. Di navbera 2013-15’an de li aliyê Tirkiyê jî têgihanên siyasî, civakî û aborî guherîn. Bi taybet jî nêzîkatiya li desthilatdarî û ragihandinê gelekî guherîn, lewra civakê dît ku, tiştên ji aliyê dewletê û ragihandina wê ve tên gotin û jiyîn ne wekhev bûn. Rêber Apo jî di 15 rojan careke de be jî peyam didan derve. Wê demê hêvî, xweşbînî, baweriya jiyana bi hev re, têgihana yekîtî, xwişk û biratiya gelan pêş ketibû. Di encama atmosfera Rêber Apo afirandî de, hêzên azadî û demokrasiyê jî dikarîn xwe zêdetir bigihînin gelan. Deng û siyaseta nijadperestan bêbandor bû, faşîzma AKP’ê ji desthilatdariyê ket. Li Rojavayê Kurdistanê şoreşeke ku ji hemû cîhanê re bû hêvî û ronahî pêkhat. Li çar aliyê cîhanê mirovan berê xwe dane Rojavayê Kurdistanê. Lê wê demê jî xirab û hêzên xirabiyê li ser kar bûn, her tim hewil didan ku ew pêvajoya “nerm” têk biçe, careke din xwîn birije. Ji bo ku ev pêk werin jî gelek çalakî pêk anîn, bûyer qewimîn. Ji 5’ê Nîsana 2015’an û şûn ve sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê li ser Rêber Apo careke din dane destpêkirin. Di encama bûyerên kuştinê yên yek bi yek û komkujiyên bi dehan mirovan û weke mînaka Gara Enqerê, ji 100’î sêdetir mirovên baş û xweşik di carekî de jî hatin qetilkirin. 24’ê tîrmeha 2015’an bi balafirên şer, li Qadên Parastinê yên Medyayê ji 400 carî zêdetir êrîşên hewayî kirin. Kesên behsa azadî, aşitî û demokrasiyê kirin, xistine zîndanan, ji kar hatin dûrxistin, surgunî derveyî welat kirin. Di van 9 salan de nêzî 4 hezar gerîla şehîd bûn. Bi qasî hatî tespîtkirin, ji 15 hezaran zêdetir esker-polîs jî mirin. Xwezaya me talan kirin. Wisa kirin ku Botana parçeyekî cîhanê ye, mirov nikare ji kaniyekî avekî vexwe, li bin siha darekî rûne… Êşên mezin bi welat û gelên me dane kişandin. Li gorî ku em nikarin bêjin wan “hûn çima wisa ne?” Divê em xwe di berçavan re derbas bikin. Me çima nekarî xiraban/xirabiyê, şaşîtî, qirêjî û kirêtiyê asteng bikin? Li gel ku hêzên azadî û demokrasiyê zêdetir in û mafdar in, çima faşîzmê karî pêvajoyê li gorî xwe bimeşîne. Helbet her tişt weke wan xwestî pêk nehat, lê pêvajoyeke têgihan û pratîkên faşîzan derkete pêş, ev jî rastiyek e. Yanî hêzên azadî û demokrasiyê, weke ku dihat xwestin nexebitîn, têkoşîn nemeşandin, têra xwe li ber xwe nedan, nekarîn faşîzmê têk bibin. Yanî me peywirên xwe pêk neanîn. Niha rojane li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi mîlyonan mirov birçî radizin, birçî radibin. Hêviya mirovan a ji pêşerojê lawaz bûye. Lê belê hê beriya çend mehan bû, tifaqa faşîzma AKP-MHP-Ergenekon-KDP-Hîzbûlkontra têk çûbû. Li şûna ku hêvî, bawerî, azadî û aştî pêş bikeve, çima em vegeriyan beriya Gulana 2024’an? Lewra di serî de CHP, mûxalefeta nav sîstemê, bi gelemperî jî hêzên azadî û demokrasiyê, li pey îradeya di hilbijartinan de derketî baş nesekinîn. Êdî ti rewabûna rejîma faşîst û dagirker nemabû. Dermanê faşîzmê, demokrasî û azadî bû, her kêlî pêwîst bû ji bo azadî û demokrasî pêş bikeve, yekîtiya gelan, pêk were gav bên avêtin. Tifaqa Demokrasiya Tirkiyeyê û Kurdistanê pêk bihata. Lê ev nebûn. Yanî mirovên baş, rast û xweşik, peywirên xwe pêk neanîn.

Baş e, dereng e? Na! Misqalek başî, dikare koka xiraban/xirabiyê biqelîne, bes bila mirovên baş, yanî hêzên azadî û demokrasiyê peywirên xwe pêk bînin. Faşîzm, ji deng û ronahiya azadiyê ditirse; hêza me ya bingehîn jî deng û ronahiya azadiyê ye û ti hêzeke ji vê mezintir û xurtir jî tine ye. Rê, rêbaz û çare diyar e. Jehrkuja xirabiyê têkoşîn e. Divê kes ji me xwe ji ber peywirên demê, civakî û dîrokî nede alî. Hêvî em bi xwe ne. Nûner û mîmarê hêviyê jî Rêber Apo ye. Yên li bakurê Kurdistan, Tirkiyê û Rojhilata Navîn azadî, wekhevî, demokrasiyê û yekîtiya gelan dixwazin, beriya her tiştî divê li Rêber Apo xwedî derkevin, tecrîdê bişkînin, dengê azadiyê bilind bikin.

Nûçeyên Têkildar