Elfrîede Jelînek a ku xelata Nobelê ya wêjeyê stendibû û hunermend Konstantîn Wecker ji bo Festîvala Çanda Kurd a ku wê di 9’ê îlona 2023’yan de li Frankfûrtê were lidarxistin, banga tevlêbûna festîvalê kirin û peyameke piştgiriyê weşandin. Di peyamê de ev xal derketin pêş:
“Şerê ku Rûsyayê hiqûqa navneteweyî bin pê kir û li dijî Ukraynayê da destpêkirin, 20 meh in didome. Her roj mirov tên kuştin û seqetkirin. Wekî şerê ku Tirkiye li Kurdistanê û li herêmên xweser ên Rojava yên bakurê Sûriyeyê dike, wekî şerê ku Siûdî Erebistan li Yemenê dike, wekî hemû şerên emperyal ku NATO’yê di sala 1999’an de li Komara Yûgoslavyayê kiriye, wekî şerê ku Amerîkayê di sala 2011’an de Afganistanê û di sala 2003’an de li Iraqê kiriye.
Şerê li dijî gelên li Ukraynayê, şerê li Tirkiye, bakurê Sûriyeyê û Îranê yên li dijî gelê kurd divê were sekinandin.
Her weha Jelînek û Wecker diyar kirin ji bo mirovan jiyaneke baştir mimkun e û got: “Xeyalkirina wê, stranên li ser vî tiştî û têkoşîna ji bo wê hewce ye. Îro li Frankfûrtê li Festîvala Çanda Kurdan û her roj li her dera dinyayê.
Serhildana li Îranê ya piştî kuştina jina kurd a Îranê Jîna Emînî, hêviyek ji bo perspektîfa femînîst a cihanî li seranserê cihanê afirand: Jin, Jiyan, Azadî; Frauen, Leben, Freiheit; Women, Lîfe, Freedom! Vê helwesta vîzyoner, ji bo edaleta zayendiya civakî, di nav tevgera femînîst a kurd de xwedî dîrokeke dirêj e.
Şerxwaz û siyasetmedarên vê dinyayê ne dikarin xeyalên me qedexe bikin û ne jî dikarin pêşî li me bigirin. Ne li Enqereyê, ne li Tehranê, ne li Moskovayê, ne jî li Washîngton, Pekîn û Berlînê.
‘Nabe ku hikûmeta Almanyê piştgiriyê bide Erdoganê kujer û nîjadperest’
Ji aliyê din ve nayê qebûlkirin ku hikûmeta Almanyê piştgiriyê bide Erdoganê kujer û nîjadperest. Artêşa Tirk a NATO’yê di sala 2018’an de bi çek û tankên Elmanyayê di sala 2018’an de êrîş bir ser Efrînê. Nifûsa gelê Kurd a li vir dersînor kirin û bi vê re sûcê şer dikin.
Utopya Rojava û sûcê şer yê dewleta tirk
Rojava û Kurdistan me hemûyan eleqedar dike: Gelê Rojava êdî pêdiviya wan bi hevgirtina me ya cihanî heye. Û pêdiviya me bi utopyaya Rojava heye. Projeya Rojava li cihê ku otokratên baviksalar, şer û şîddet heye, li ser esasê meclîsên gel projeya civakî ya demokratîk, femînîst, ekolojîk, civakî û bîr û baweriyan e. Bi salan e projeya xwerêveberiyê ya li Rojava li dijî nijadperestiyê û şeran, ronahiya hêviyê ye.
Ji ber vê yekê em ji gelên cihanê dixwazin ku ji bo Rojava û li dijî şeran dakevin kolanan. Ji bo rawestandina şandina çekan li seranserê cihanê pêla bêîteatiya sivîl hewce ye! Divê êdî peymana kujer a YE-Tirkiyê ya ji bo hemû kesên ku ji şer, birçîbûn, bêbextî û wêraniyê reviyane, bê rawestandin.
Em dixwazin qala sûcekî din ê şer bikin: Komkujiyeke ku ji aliyê efser û leşkerên endamê NATO’yê Tirkiyeyê li çiyayên Kurdistanê hatiye kirin. Heta niha kujer nehatine darizandin û bûyer dikeve 25 saliya xwe. Andrea Wolf/Ronahî ya ji Almanyayê, hunermendê kurd Hozan Hogir û çend kesên din di 23’ê Cotmeha 1998’an de li Wanê ji aliyê dewleta tirk ve dîl hatin girtin û piştre bi îşkenceyê hatin kuştin.
Di 29’ê Mijdara 2015’an de dîsa helîkopter û balefirên şer ên tirk êrîş birin ser goristana diyarî Andre Wolf hatibû kirin. Wekî ku gelek goristanên li Kurdistanê bombe kirin, ev goristan jî bombe kirin. Ev jî wekî sûcê şer di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de ye.”
‘Ji bo çareseriyek adilane û aştiyek bi rûmet divê Ocalan azad bibe’
Jelînek û Wecker ji pirtûka bi navê ‘Parastina Gelekî’ ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hin beş wergirtin û ji bo Abdullah Ocalan gotin ‘siyasetmedarê kurd, nûner û teorîsyonekî girîng’. Jelînek û Wecker diyar kirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 24 sal in di Girtîgeha Îmraliyê de di bin tecrîdeke giran de ye û got: “Ji bo çareseriyeke adilane û aştiyana ya ji bo gelê kurd, divê Abdullah Ocalan serbest were berdan û qedexeya li ser PKK’ê ya li Almanyayê were rakirin.”