Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Jelpke: Gotinên Pekîn hinceta lêpirsîneke nû ne

Li ser mikurhatinên Pekîn ê li paytexta Fransa Parîsê 9’ê Çileya 2013’an ya ku sê jinên şoreşvan ên kurd ji aliyê hêzên dewleta tirk ve hatine qetilkirin û şûnde Parlementera Federal a Partiya Çep a Alman Ûlla Jelpke bang li Fransa û Almanya kir

Navenda Nûçeyan 

Li ser mikurhatina Pekîn a sê jinên şoreşgerên kurdên ku ji aliyê dewleta tirk vehatine qetilkirin , Parlemetnera Partiya Çep a Alman Ûlla Jelpke got: “Divê qetlîam ji nû ve bê lêpirsîn. Divê siyasetmedarên kurd ên li Almanya bên parastin.”

Serokê Daîreya Îstixbaratê yê berê yê serfermandariya Giştî Îsmaîl Hakki Pekîn ê ji televîzyoneke li Tirkiye weşanê dike re axivî, diyar kir ku rêveberên KCK’ê ne tenê li Qendîl in, divê li Ewropayê jî bên hedefkirin.

Li ser mikurhatinên Pekîn ê li paytexta Fransa Parîsê 9’ê Çileya 2013’an yek ji damezrênera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez ji aliyê hêzên dewleta tirk ve hatine qetilkirin û şûnde Parlementera Federal a Partiya Çep a Alman Ûlla Jelpke bang li Fransa û Almanya kir.

Jelpke ya ku li ser qetlîama 9’ê Çileyê û dîsa xebatên îstixbarata tirk a MÎT’ê ku li Almanyayê, dîsa amadekariyên sûîkastan gelek pêşnûme pirs ji Meclîsa Federal kir, piştî gotinên Pekîn ê rayedarê dewletê yê berê ya tirk û şûnde daxwaz kir ku qetilkirina şoreşgerên jinên kurd ji nû ve bên lêkolînkirin.

Jelpke destnîşan kir ku piştî lêpirsîna hem ji aliyê Fransa û hem jî ji aliyê Almanya ve hat kirin û şûnde divê doz bê vekirin û diyar kir ku terora dewletê parçeyek ji rejîma Erdogan e û got: “Gotinên Pekin ên di vê mijarê de mikurhatinekî girîng e, ev gotin hinceta vekirina lêpirsîneke nû ye.”

‘Divê Almanya siyasetmedarên kurd biparêz e’

Jelpke anî ziman ku gotinên Pekîn xeteriya li ser jiyana siyasetmedarên kurd derdikexe holê û diyar kir ku berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê hikûmeta Alman a Federal. Jelpke di heman demê berdevka karê hundir a Partiya Çep e, herî dawî bang li hikûmeta federal a di bin serokwezîrtiya Angela Merkelde ye kir û got: Divê hikûmeta Federal van gotinan cidî bigire, divê xebatên siyasî yên kurdan ên hiqûqî yên li welat biparêz e.Heman demê Almanya wê bi vê yekê peyameke girîng bide rejîma Erdogan. Bersiva herî baş a ji bo xeteriyên ji Tirkiyeyê tên kirin, qanûna salên dirêj in li ser PKK’ê divê bê rakirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar