Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Jeostratejî herifî!

Dewleta tirk a ku îro ro bi tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê li nav sînorên Tirkiyeyê faşîzmeke tarî dimeşîne li derveyî Tirkiyeyê tu giranî û qîmeteke wê nemaye.

Qebqebetiya wan a li hundir û dijminatiya wan a li dijî gelê kurd çavê wan kor kiriye. Dewletên ku dizanin ji dewleta tirk tawîzekê bi dest bixin, yan jî di oxira berjewendiyên xwe de wê bi kar bînin ew jî dijminatiya kurdan dikin. Lê mijara nivîsa min helbet ne ev e. Jixwe hemû kes jî dizane ku soz û bextê tu dewletan tune ye.

Komara tirk ji dema hatiye damzerandin vir ve heta ji demên dawîn ên osmaniyan behsa jeostratejiya welatê xwe dike. Mezopotamya, Anatolya û Trakya bi rastî jî erden bi xêr û bêr in. Ji gelek çand, şaristanî, ziman, bawerî û gelan re ji destpêka dîrokê ve malovanî kiriye. Lê belê hem osmanî û hem jî komara tirk vê dewlemendiyê bi layiqî nenirxand. Her tim bi rêya wê zextê hem li gelan û hem jî li cîhana mayî kir.

Îro ro wisa xuya dibe ku cîhana mayî êdî ji vî benîştê devê peyayên dewleta tirk aciz bûye û paxavê pê nakin. Weke mînak hem li ser deryaya Egeyê hem jî li ser deryaya Reş û deryaya Spî dewletên ku li peravên van deryayan in, di biryarên xwe de li dewleta tirk guhdar nakin.

Hezîrana bihurî li aliyê rûm ê Qibrisê civîneke di asta navneteweyî de pêk hatibû. Rûm, yewnan, misrî, îsraîlî heta bi amerîkî li wê derê ji bo lêgerîna xaz û neftê ya deryaya Spî konsensusekê hat avakirin. Heta hat gotin ku heke Tirkiye xwe neqayil bike lazim e dest li Tirkiyeyê were werdan. Melûm e li ser Egeyê jî Yewnanistan parî bi parî sînorên xwe yên deryayî berfireh dike.

Îcar bi ser de jî krîza di navbera Ûkrayna û Rûsyayê de li ser deryaya Reş di Tengava Kerçê de derket holê. Ji Ewropayê bigire heta Amerîkayê bûn mudaxilê krîza li Kerçê lê her çend Erdogan dixwaze xwe li nav meseleyê jî bixe, hem rûs û hem jî bloka dewletên rojavayî wî li derve dihêlin.

Di destê dewleta tirk de niha halê hazir bi tenê deryaya Marmarayê maye ku ew jî di esasê xwe de bi Peymana Montroyê ji deryayeke dewleta tirk wêdetir deryayeke navneteweyî ye.

Dewleta tirk her çiqas xwe weke hêzeke mezin a leşkerî û aborî nîşan dide jî di esasê xwe de ji aliyê rûm ê Qibrisê bigire heta bi Ûkraynayê tu kesek paxavê pê nake. Jixwe hêzên navneteweyî yên mezin jî weke gogê wê di nav pêyên xwe de diavêjin ba hev û pê dilîzin. Dewleta ku xwe bi jeostratejiya xwe, xwe dikaribû xwe buha bida bazarbikirin îro ji ber dijminatiya xwe ya li dijî kurdan bi erzanî jî dixwaze xwe bifiroşe lê kesek qîmeteke zêde nadê. Helbet hesabên hêzên cîhanî hene. Ew dixwazin ji dijminatiya dewleta tirk a li dijî kurdan sûdê werbigirin da ku li herêmê hespê xwe bibezînin lê helbet wê dawiya vê hesabê jî were. Ji bo ku gelê kurd û hêzên demokrasiyê ji vê prosesê bi qezenc derkevin lazim e tifaqeke bi rêgez deynin û ew dawî li vê faşîzmê bînin. Yan na di bin kavilî de dê herkes bimîne.

Nûçeyên Têkildar