Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘JES ne ji bo enerjiyê ye ji bo tunekirina qadên çandiniyê ye’

Seroka Komeleya Hawirdorê ya Salîhlî Seçîl Ege Degerlî da zanîn ku bi piştgiriya walîtî û şaredariya Salîhliyê JES bi awayekî dijhiqûqî tên çêkirin û got ku JES ne ji bo enerjiyê ye ji bo tunekirina qadên çandiniyê ye

Li navçeyên Salîhlî, Alaşehîr û Sarigol a Manîsayê tê plankirin ku 3 santralên enerjiya jeotermal (JES) û 300 çalên ji bo santralan bên çêkirin. Biryara ‘ÇED hewce nake’ ya berê hatibû girtin, pêvajoya dadgeha wê didome û şîrketa Enerjiyê ya SANKO, li gundê Hacibektaşli maşîneyên xwe yên kar bi hevkariya cendermeyan bi cih kir. Gelê li dijî cendermeyan li ber xwe da jî rastî êrîşê hatin, hatin binçavkirin û maşîneyên kar ên 50 TIR’î li qadê hat bicihkirin.

Seroka Komeleya Hawirdorê ya Salîhliyê parêzer Seçîl Ege Degerlî da zanîn ku bi piştgiriya walîtî û Şaredariya Salîhliyê dijhiqûqî didome û welatî jî berxwedana xwe li dijî vê didomînin. Degerlî da xuyakirin ku JES çandiniyê tune dikin û pêşî li ber girêdayîna bi welatên derve vedike, polîtîkayeke binpêkirinê ye.

‘Şaredarî û Walîtî ligel sermayê ne’

Di axaftina xwe de Degerlî destnîşan kir ku şîrketa SANKO’yê bi piştgiriya walîtiyê li gel cendermeyan dest bi falîyetê kiriye û wiha domand: “Şaredariya Salîhlî jî peywira xwe ya cemaweriyê neanî cih û ji gel re derew kir. Di tabelayan de hat gotin ku tê armanckirin ku bajar bê germkirin. Serlêdana ji bo şaredariyê hatiye kirin ji bo ceyranê ye. Em rastiya vê nîşan bidin jî ev dijhiqûqî ye. Ji bo pergala germbûnê tu serlêdan tune ye.”

‘JES çandiniyê tune dike’

Degerlî anî ziman ku li herêmê JES’ê bikevin nava faaliyetê jî hewcedariya enerjiya giştî ya Tirkiyeyê ji sedî 2 peyda dike û wiha pêde çû: “JES her wiha zirarek mezin dide çandiniyê. Em dibêjin ku ev polîtîka çandiniyê tune dike. Di bin navê enerjiyê de ji çandiniyê dûr dixin. Ev jî tê wateya ku me derve re girê didin. Projeyên JES’ê di alî zanistî de jî tê zanîn ku rê li ber penceşêrê vedike. Wê nebatan, avê, hewayê û axê jehrî bike.”

Degerlî got ku emperyalîzm di pêvajoya sermayebûnê de xwezayê qetil dike û tiştên li Heskîf, Çiyayên Kaz, Gedîzê tên kirin jî vê nîşan dide û ev tişt anî ziman: “Ev proje bi pereyên mezin tên kirin. Em dizanin ku projeyên Alaşehîr, Sarigol jî tê de JES’ên tên çêkirin ji aliyê Bankaya Pêşvebirina Ewropayê ve piştgiriyê dibînin û kredî vebûne. Em nizanin ku razandina van çawa ye, gelo wek hîbe tên dayîn. Civînên bankayê li Alaşehîr û Sarigol jî çêbûn. Em jî tev li bûn, me protesto kir û em veqetiyan.”

‘Xebata tespîtê dike’

Her wiha Degerlî axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li qada di nav gundên Kabala, Kabazla, Hasalan, Caferbeylî, Hacibektaşli de xebatên çalan tên meşandin. Maşîşneyên kar bi awayekî dijhiqûqî ketin gundê Hacibektaşliyê. Xwediyên erdan bi daxwaznameyê serî li qeymeqamtiyê dan. Serî li dozgeriyê dan. SANKO’yê vê carê bi maşîneyên kar ên Salîhlî rê vedikirin. Ev der jî li gorî plana îmarê wek dibistan tê dîtin. Em plana îmarê lêkolîn dikin. Pêvajo bi awayekî dijhiqûqî didome. Qeymeqamtiya Salîhlî ya divê tedbîr bigirta li vir xebatên tespîtê dike.” MANÎSA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar