Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Jetên gerîla!

Dema ku şoreş çêbû, divê mirov bîrdariya hesp-qantiran çêbike. Ji ber ku pir xizmeta wan li şoreşê bûye

Dema ku mirov hê nû pişta xwe rast dike, hînî gavavêtinê dibe, xwe nas dike û bi vê re cîhanê nas dike û watedar dike dest bi kedîkirina ajalan dike. Pêşî kuçik, piştre ketik, hesp têne kedîkirin û ev rêza ajalên ku têne kedîkirin berdewam dike. Bi vê kedîkirinê re hin celeb diguherin, hine jê li nav sirûştê kêm dibin û hin jê jî, mîna kuçik û hespan zêde dibin.

Rêza çiyayên Toros-Zagrosê ku mîna dergûşa mirovahiyê jî têne zanîn,bi hebûna gerîla jî, bi zindîbûna xwe li dijî amûrên modernîteya kapîtalîst bi rikdarieyekê li ber xwe dide. Hin wêne dikin ku mirov bibêje, ‘’zindîbûna bergehên neolîtîkê’’, lê mezintirîn çespandina berxwedêriya mirov, gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê nîşan didin.

Terbiyekirina hespan ku beriya bi hezaran salan serdema neolitik an jî pêşneolîtîk dest pê kirî, îro mîna mode yan jî sporeke elît tê dayîn. Lê bi zîrektiya ku xizmetê ji mirovan re bike, li meydanên şer, ji bo barhilgirtinê, nêçîrvaniyê de, di sporê de yek ji alîkarê mezin ê mirov hesp bûye. Ev rastî li gel teqwîma dîrokî ya ku dibihure jî hê berdewam dike. Hespekî tirsiyayî, an jî mîna dînan li eraziyekê çar gavan dide xwe an jî qantir, li gorî bê ka di dest kê de ye, dikare rabe pêdarê an jî mîna ‘ketikeke’’ sernerm dikare xwe teslîmî destê xwediyê xwe bike. Hin jê jî vê helwesta xwe ya sernerm, qewata xwe heta bi dawî dibin û heta xwe derizandinê jî dibin.

Jinên ku cara yekem hesp terbiye kirin

Terbiyekirin an jî perwerdekirina hespan îro belkî şaxekî sporê yê olimpik e lê em jî behsa ‘baleya hespan’ nakin. Dawiya dawî li gel pêşbirka ku anîne rewşeke ku xizmetê ji aboriya ‘piyasa-bazarê’ re bike, di neolîtîkê de ya ku terbiyekirina wê hatiye destpêkirin, kana xwe ji heman rêbazî distîne.

Jina neolîtîk ku tovê aboriya çandiniyê datîne, ajalan jî kedî dike, terbiye dike. Jinên Mezopotamyayê ku temsîla jinên neolîtîk ku ewlehiya klana xwe jî difikirîn, îro jî bi vê peywirê radibin.

Dema gerîla nobedê digirin ew radizên

Gerîlaya jin a ciwan dibêje pir girîng e bê ka hesp xwe baş dibine yan na, cara pêşî li nav gerîla hespan dibîne û wiha dibêje: “Pêşî, ji ber ku min qet hesp, qantir, ker nedîtibûn pir ditirsiyam lê dema ku mirov li çavê wan dinêre, wek ku zimanekî wan heye û ruhê wan diaxive, bang li we dike. Hûn bixwazin çi bikin, dema ku mirov li çavê wan dinêre, mirov dikare fehm bike bê ka mirov dikare bike yan na. Carinan ji fikara hespê mirov dikare fêhm bike bê ka li araziye ji bilî gerîla hin hêmanên din hene yan na. Hesp jixwe li ser piyan radizin. Pir westiyayî jî bin, dema ku li araziyekê xwe ewle nebînin, bi mîsogerî xwe nagevizînin û ranazên, bi giştî dema ku dibînin heval nobetê digirin, radizên.’’

Gerîla balê dikişine ser gotinên hevrêya xwe ya berê ku gotibû, ”Dema ku şoreş çêbû, divê mirov bîrdariya hesp-qantiran çêbike. Ji ber ku pir xizmeta wan li şoreşê bûye.’’

‘Balafirên PKK’ê hene’

Gelo Tansû Çîller bi bîra we tê? An jî kesî ew ji bîr kiriye? Dema ku em dibêjin, neolitik, terbiyekirina hespan, nebêjin çi têkiliya gerîla bi vê heye. Carekê gotine beredayî kiribû û ji bo gerîlayên PKK’ê gotibû, ‘’balefir-jetên wan hene’’. Para hespan di vê de pir mezin bû. Di şerê gerîla yê bê cihaz û bêtêlê de gotina ‘balafir’ê ya ji bo hespan, ji ber ku dewleta Tirk jî nekarîbû şîfreyê bişkîne, wiha bûbû sedem ku raya giştî bixapînin. BEHDÎNAN

Çavkanî: Dîlpak Dag / ANF

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar