Ne tenê xwe, her kesî difroşin

Li başûr û rojavayê Kurdistanê êrîşên dewleta tirk zêde bûne. Bi taybetî ji roja ku hikûmeta Iraqê û dewleta tirk peymanek îmze kirin û...

Pêşwazîkirina 2 nirxan jiyanî ye

Nirx bi bedelan tên avakirin. Bi kedê û bi têkoşînê tên avakirin. Bedel çiqas giran be, nirxên wan jî ew qas giranbuha û pîroz...

Ne tenê xwe, her kesî difroşin

Li başûr û rojavayê Kurdistanê êrîşên dewleta tirk zêde bûne. Bi taybetî ji roja ku hikûmeta Iraqê û dewleta tirk peymanek îmze kirin û...

Pêşwazîkirina 2 nirxan jiyanî ye

Nirx bi bedelan tên avakirin. Bi kedê û bi têkoşînê tên avakirin. Bedel çiqas giran be, nirxên wan jî ew qas giranbuha û pîroz...
Cuma - 6 Eylül 2024

Ne tenê xwe, her kesî difroşin

Li başûr û rojavayê Kurdistanê êrîşên dewleta tirk zêde bûne. Bi taybetî ji roja ku hikûmeta Iraqê û dewleta tirk peymanek îmze kirin û...

Pêşwazîkirina 2 nirxan jiyanî ye

Nirx bi bedelan tên avakirin. Bi kedê û bi têkoşînê tên avakirin. Bedel çiqas giran be, nirxên wan jî ew qas giranbuha û pîroz...

Ji 14’ê Tîrmehê heta 19’ê Tîrmehê

Ahmet Aktaş
Ahmet Aktaş
Şîrove

Di 14’ê Tîrmeha 1982’an de, li zindana Amedê bi navê çalakiya Rojiya Mirinê serîhildanek bêhempa li dijî faişîzma dewleta tirk hatibû destpêkirin.

Di 19’ê Tîrmeha 2012’an de jî, li bajarê Kobanê li dijî dewleta dagirker a Sûriyeyê şoreş hatibû despêkirin.

Di navbera van her du serîhildanan de 30 sal derbas bûn.

Hilbet di navbera van her du berxwedan û serîhldanên mezin û bingehîn de, hem peywendiyek bîrdozî û giyanî heye, her wiha hem beriya wan û hem piştî wan berxwedan û serîhildan hebûn û niha jî her dewam dikin û wê dewam jî bikin.

Ji ber ku cewherê van serîhildanan, li ser felsefeyek hemdemî ya Rêbar Apo pêk hatine û ev paradigma her nûjen dibe û bi hêztir dewam dike.

Weke tê zanîn bîrdozî û felsefeya vê tevgerê di destpêka sala 1970’an de derdikeve holê, xebata wê ya bi komî tê meşandin distewe û di sala 1978’an de digihê asta avakirina PKK’ê.

Piştî encama têkoşîna gelek xebat û destkeftiyên li gel 3 şaredariyên mîna Êlih, Curnê Reş û Serêkaniyê, dewleta mêtinger a tirk xetereya ser xwe dît û di sala 1980’yî de derbeya faşîst a 12’ê Îlonê pêkanî.

Şerê yekser ê rû bi rû yê dewleta faşîst a tirk û PKK’ê, di Zindana Amedê de destpê kir.

Bêguman şêr û cenga di zindanê de ne hêsan e, şerekî bêderfet ê li hemberî desthilatiya yekdestî a dewletê ya bêpîvan tê kirin.

Eha li hember kiryarên zalimanê yên faşîzma dewleta tirk, pêşengên PKK’ê Mazlûman, Ferhatan û li pey wan Xeyrî, Kemal, Akîf û Eliyan di Zindana Amedê de, bi çalakiya navdar a  Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê, berxwedan û serîhildana zindanan tacîdar kirin.

Îca rola girîng û mezin dîsa daket ser milê mîmar û damezrînerê vê felsefeyê Rêber Apo, da ku banga van leheng û pêşengan bigihîne heval û gelê xwe!

Bêguman Rêbar Apo, bêgotin û bêdudilî ev peywir hilda ser milê xwe û bi gotina wî “ez vê banga van hevalên xwe mîna fermanê dibînim/qebûl dikim û ez ê weke şervanekî vê dozê, di bin fermandariya wan de vê erkê hildim ser milê xwe û heta mirinê ez ê li ser vê sozê bijîm”, her wisa jî kir û bêqusûr ev ferman da birêvebirin û her niha di zindanê de li gel hemû tecrîda giran jî, 25 sal e ev erka xwe nûjen dike, xurtir dike û dide meşandin.

Li ser vê berxwedan, serîhildan û banga berxwedêrên zindanan, Rêbar Apo, hevalên xwe ji nû ve perwerde kir, ew bandora neyînî ya faşîzmê da şikandin, ruh û derûniyek nûjen afirand, di vê çarçovê de bi pêşengiya Egîdan vegera welat pêkanî û bi pêngav 15’ê Tebaxê şerê gerîla li dar xist.

Bi van hewldanan û taybetî jî bi pêngava 15’ê Tebaxê re, bandora wê tirsa faşîzma 12’ê îlonê ya li ser gel jî hat şikandin, hêvî, bawerî û wêrekî ji nû ve hat zindîkirin.

Heke van rêze serîhildan û berxwedan li pey hev û bi hev ve girêdayî nehata tevger kirin, pêngava despêka Şoreşa Rojava ya Kobanê ya 19’ê Tîrmehê jî, wê nikariba pêk bihata.

Lewma divê van qonaxên şoreşa me, yek bi yek rast û zelal werin zanîn û bi taybetî jî rola rêberiyê ya Rêber Apo ya bêqusûr û bêxemsarî baş were nasîn, da ku em karibin dijî xeterên niha li ser gelê me, tevgêra me û dîsa bi taybetî li ser Rêberê me hene, bi kêrhatî têbikoşîn û di xebatên xwe de encamgir û serkeftîtir bin.

Dibe ku şert û mercên her qonaxê yên her aliyan ji hev cûda hebin.

Lê mirov dikarê bêje aktorên bingehîn ên her aliyan ên her qonaxê dişibin hev.

Weke mînak; aktorên sereke yên neyarên şoreşa Kurdistanê yên wê qonaxa despêkê kî bûn? Di serî de dewleta tirk, her çar dewletên mêtinger û hegemonên cîhanê DYA û hevalbendên wan dewletên NATO û hwd.

Yên qonaxa dudan kî ne? Hema hema dîsa heman dewlet in.

Her wiha yên di her du qonaxan de, hevkariya van dewletên neyar dikirin kî bûn? Hema hema di her du qonaxan de jî, serkêşiya xiyaneta doza Kurdistanê kirin û nuha jî dikin hinek rêveberên Malbata Barzanî ne.

Dibe ku di qonaxan de, yên her parçeyî ku bi malbata Barzanî re kar dikirin û dikin, navên wan hatibin guhertin.

Weke mînak; li Bakur, di qonaxa xiyanetê KUK, DDKD, PSK (hema çend mehan berî derbeya faşîst bi navê UGD xwe kirin yek enî li dijî PKK’ê) û hwd. Di qonaxa dudan de nav hatin guhertin, bûn Huda Par û hwd.

Li Rojava, hema di qonaxa yekê û dudan de her heman partî bûn, lê bi navê ENKS’ê derketin holê û li dijî Rêveberiya Xweser-Şoreşa Rojava hîn aşkeretir bûn refdarên Barzaniyan!

Di encamê de, her kes, kesayetî û tevgerên xwedî felsefe û ramana azad a xwedî ruhê serîhildêr û berxwedêr ê 14’ê Tîrmehê û 15’ê Tebaxê dikarin serkeftî bin, weke mînak; dikarin di 19’ê Tîrmehê de li Kobanê şoreşan pêk bînin!

Yên xwedî giyan û viyana wisa, yên van rêze serîhildan û berxwedanan bin, dikarin di hemû qonaxên li pêş me de jî, serkeftîbin û bibin xwedî destkeftiyên bi rûmet ên zêrîn!

Nûçeyên Têkildar