Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Ji 25’ê Mijdarê heta 8’ê Adarê: Em dixwazin wekhev û azad bijîn

Sekretera Jinan a KESK’ê Gulistan Atasoy diyar kir ku dê kampanyaya ‘Em dixwazin wekhev û azad bijîn’ a di 25’ê Mijdarê de dan destpêkirin dê heta 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dewam bike

Jinên endamên Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Ser Jinan kampanyaya ‘Em dixwazin wekhev û azad bijîn’ dan destpêkirin. Dê ev kampanya ji 25’ê Mijdarê heta 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dewam bike.

Kampanya tê plankirin ku bi du milan were meşandin. Milê yekemîn ê vê bernameyê jinên KESK’î dê li kargehan pêvajoyek nîqaşê bidin destpêkirin û di vê çarçoveyê de li dijî tundiyê cudahiyê li pêş bixin û armanc dikin ku bi hev re tora têkoşînê bihonînin.

Di milê duyemîn ê bernameyê de jî dê jinên KESK’î li dijî êrîşan rêxistinbûna xwe xurt bikin, bi saziyên din ên jinan re hevpar bibin û armanc dikin ku bêtir li qadan û kolanan bin û piştevaniya xwe mezin bikin.

Dê ji bo 8’ê Adarê pêşbirk li dar bixin

Jinên KESK’î dê têkildarî daxwazên wek ‘Bila destûra welidandinê bê zêdekirin, bila 8’ê Adarê roja destûra bi heq were dîtin, Wezareta Jinan û Wekheviyê were avakirin’ xebatê birêve bibin û ber bi dawiya kampanyayê ve dê li meclisê hevdîtinek navendî pêk bînin.

Her wiha dê ber bi 8’ê Adarê ve bi dirûşma ‘Xweza Ez im, Hilberîner Ez im, Ked Ez im, Jiyan Ez im, Jin Ez im’ pêşbirka sêwiran a afîşan lidar bixin. Tê payîn şertnameya pêşbirkê di rojên pêş de bê aşkerankirin.

‘Têkoşîn dê serdestiyê bişikîne’

Sekretera Jinan a KESK’ê Gulistan Atasoy diyar kir ku keda jinan tê xespkirin û rêya şikandina serdestiya sîstematîk a li ser jinan rizgarî di têkoşîna jinan de derbas dibe û wiha  got: “Berxwedana jinan ji duh heta îro ku li refên pêş têdikoşin xwe aşkera dike. Me biryar da ku em li dijî êrîşên bîrdozî yên îktîdarê li ser jinan têkoşîne her dem bixin meriyetê.”

Atasoy da zanîn ku ew ê bibin dengê qîrîna jinên naxwazin werin kuştin û di vê çarçoveyê de dixwazin ew azad û wekhev bijîn û loma navê kampanya xwe wisa danîne û anî ziman ku ew ê li dijî her cûre tundî û cînayetan bênavber têkoşîna xwe birêve bibin û xebatên xwe bidomînin. ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar