Navenda Nûçeyan |
Siyasetmedar, nivîskar, zanyar, aktîvîstên aştiyê, parlamenter, hiqûqnas û hunermend jî di nav de 28 kesayetên navber Înîsiyatîfa Edalet ji bo Kurdan a Navneteweyî ava kirin.
Xwediyê Xelata Nobelê Elfriede Jelinek, Fîlozof Slavoj Žižek, Pisporê Hiqûqa Navneteweyî Prof. Norman Paech, Sekreterê Giştî yê EUTCC’ê Prof. Michael M. Gunter, ji damezrînerên Rêxistina Dayikên Plaza de Mayo Nora Cortinas jî tev li Înîsiyatîfa Edalet ji bo Kurdan a Navneteweyî bûn. Înîsiyatîfê ji bo PKK ji nava lîsteya terorê ya Yekitiya Ewropayê (YE) bê derxistin dest bi kampanyayekê kir.
Înîsiyatîfê ragihand ku li gorî pêvajoya heyî û rastiyên li ber çavan, divê PKK ji lîsteyê bê derxistin û got ku ji bo aştî, demokrasi û mafên mirovan bang li Konseya Yekitiya Ewropayê kirin ku PKK’ê ji Lîsteya Rêxistinên Terorê derxîn.
Banga înîsiyatîfê ya ji bo kampanyayê wiha ye:
“Çareseriya aştiyane û siyasî ya pirsgirêka kurd şertê destpêkê yê pêkhatina demokrasî û aramiya li Tirkiye û Rojhilata Navîn e. Her şer rojekê bi çareseriya siyasî bi dawî dibe. Ev rastî ji bo şerê ku dewleta tirk li dijî kurdan dike jî derbas dibe. Çareseriya aştiyane û siyasî jî bi diyalogê û danûstandinan dibe. Pêvajoyeke gengaz a diyalogê û danûstandinan divê PKK (Partiya Karkerên Kurdistanê) jî di nav de bi beşdariya hemû aliyan pêk were. Lê belê bicihkirina PKK’ê li lîsteya rêxistinên terorê bi tena serê xwe li pêşiya diyalog û danûstandinan asteng e.
Pêvajoya heyî û rastiya objektîf ferz dike ku PKK ji lîsteyê bê derxistin. Ji bo vê jî gelek pratîk û hincetên hiqûqî hene.
Rola PKK’ê ya li Rojhilata Navîn li ber çavan nehatiye girtin
Tevî vê yekê di mijara bicihkirina PKK’ê li lîsteyê de rewşa nû ya PKK’ê ya li Rojhilata Navîn li ber çavan nehatiye girtin. Di vê mijarê de ne pêvajoya aştî û danûstandinan a navbera PKK/kurdan û hikûmeta tirk a navbera salên 2013-2015’an, ne jî rola nû ya PKK’ê ya di têkoşîna dijî DAIŞ’ê de ya li Rojhilata Navîn li ber çavan hatiye girtin.
DAIŞ’ê di havîna 2014’an de beşeke mezin a xaka Iraq û Sûriyeyê dagir kiribû; di dema vê dagirkeriyê de dewleta tirk bi rengekî aşkera piştgirî dabû DAIŞ’ê û ji bo DAIŞ êrîşê bibe ser kurdên li Rojava bi her awayî alîkarî dabû. Lê belê gerîlayên PKK’ê di têkbirina artêşa tirk û çeteyên DAIŞ’ê de bi roleke diyarker rabûn û DAIŞ hat têkbirin.
Têkoşîna PKK’ê ya li dijî DAIŞ’ê pêşî li vê tevgera li dijî mirovahiyê girt ku li Iraq û Sûriyeyê mezin nebe. PKK’ê di şerê dijî DAIŞ’ê de tevî herêmên Mexmûr, Şengal û Kerkûkê yên li Iraqê, her wiha li bakurê Sûriyeyê jî bajarên Kobanê, Reqa, Girê Spî, Serêkaniyê, Minbic û Dêra Zorê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.
Di têkoşîna dijî DAIŞ’ê de bi hezaran gerîlayan jiyana xwe ji dest dan
Di Tebaxa 2014’an de PKK’ê dest li komkujiya DAIŞ’ê ya li Şengalê werda û nehişt ku ev hovîtî mezin bibe; ji bo bi deh hezaran êzidiyên li Çiyayê Şengalê asê man bêne rizgarkirin, korîdoreke mirovî ava kir û bi hezaran êzidî ji komkujiyê rizgar kirin. Di encamê de jî li Iraq û Sûriyeyê di şerê dijî DAIŞ’ê de bi hezaran gerîlayên PKK’ê jiyana xwe ji dest dan.
Civakeke exlaqî, ekolojîk û azadîparêziya jinan ji xwe re dike esas
PKK ku li çar parçeyên Kurdistanê bi rêxistin e û hem ji aliyê hejmarê ve hem jî ji aliyê wesfê ve tevgera herî mezin a Kurdistanê ye, di nava kurdên li Rojhilata Navîn û dîasporayê de tevgera gel a herî xurt e. Li cografyayeke mîna Rojhilata Navîn ku şer û nakokiyên etnîkî û olî lê gelekî zêde ye, tevgera PKK’ê jiyaneke ji gelek etnîsîteyan, ji gelek baweriyan û ji gelek çandan diparêze, azadiya jinan ji xwe re dike esas û jiyaneke polîtîk, exlaqî û ekolojîk ji xwe re dike bingeh.
Bi rêya lîsteyan têkoşînên rewa yên civakan têne reşkirin
Dewletên serdest di bin navê ‘şerê global ê li dijî terorê’ de mîna ku di mînaka zexta dewleta tirk a dijî gelê kurd de tê dîtin, ji bo rewatiya muxalefetê ji holê rakin, ji bo têkoşîna maf û azadiyê ya mirovan bitepisînin, xwe li pişt pênaseya ‘terorîst’ vedişêrin. Dewletên serwer bi ‘lîsteyên terorê’ û ‘lîsteyên qedexe’ yên ku bi xwe ava dikin, têkoşînên rewa yên civakan reş dikin; di encama van pênaseyan de jî kiryarên nehiqûqî û zordar ji xwe re ‘rewa’ dikin.
Bicihkirina PKK’ê li lîsteyên terorê û qedexe tê wateya piştgiriya ji bo kiryarên nehiqûqî, dij demokratîk ên dewleta tirk ên li Rojhilata Navîn. Dewleta tirk pişta xwe dispêre vê piştgiriya dewletên rojavayî û dagirkeriyê, talan, qirkirin û komkujiyan dike; di bin navê ‘têkoşîna li dijî terorê’ de kiryarên faşîst olperest li Kurdistanê û tevahiya Rojhilata Navîn belav dike.
Aştîxwaz bi ‘terorê’ têne sûcdarkirin
Hebûna navê PKK’ê li nava ‘lîsteya terorê’ ne tenê dibe sedem ku zext li gelê kurd bê kirin; di heman demê de dike ku li Tirkiyeyê zext li parêzvanên mafên mirovan, akademîsyenên aştîxwaz, kedkarên çapemeniyê û rojnamevan û her kesên Tayyîp Erdogan rexne dikin bê kirin, bêne destgîrkirin û girtin.
Di rewşa heyî de Hevserokên HDP’ê jî di nav de bi sedan parlamenter û hevşaredarên HDP’î, rojnamevan, nivîskar û hunermend bi sûcdariya ‘terorê’ û ‘terorîzmê’ girtî ne.
DYE, Îngilistan, Yekitiya Ewropa û Konseya Ewropa jî piştgiriyê didin vê rejîma zordar ku bi bahaneya ‘şerê li dijî terorê’ ji aliyê dewleta tirk ve tê meşandin. Ev lîste hîn ji bo nixumandina êrîşên dîktatoriya Erdogan bi xurtî tên bikaranîn.
Bila tavilê ji lîsteya terorê bê derxistin
Weke ku tê zanîn, li ser daxwaza endamê NATO’yê dewleta Tirkiyeyê, sala 2002’an PKK li ‘lîsteya terorê ya Yekitiya Ewropayê’ hate bicihkirin. Lê belê Dîwana Edaletê ya Ewropayê ya li Luksemburgê sala 2018’an bi biryarekê diyar kir ku PKK di navbera salên 2014-2017’an de bi rengekî neheq li lîsteya terorê ya Yekitiya Ewropayê hatiye hiştin. Dadgehê di hinceta xwe de ragihand ku biryara ‘lîsteya terorê’ ya ku DYE têkildarî PKK’ê wergirtiye xwe naspêre daneyên objektîf û şênber, her wiha bicihkirina PKK li lîsteya terorê ya Yekitiya Ewropayê jî xwe naspêre daneyên objektîf û şênber. Dîwana Edaletê bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku sala 2013’an ji bo aştiyê kir.
Dadgeha Bilind a Belçîkayê jî sala 2020’î bi biryarekê destnîşan kir ku nabe PKK weke rêxistineke terorîst bê dîtin; PKK di çarçoveya hiqûqa şer de bi statuya aliyekî şer divê were nirxandin.
Bi van hincetan, em ên ku mohra xwe li binî hene;
Alîgirên aştî, demokrasî, edalet, wekhevî û azadiyê dixwazin ku PKK tavilê ji lîsteyên terorê bê derxistin.”
Kesayetên ku mohra xwe danîne binê bangawaziyê;
Elfriede Jelinek – Nivîskar, Xwediyê Xelata Nobelê /Awûstûrya
Slavoj Žižek – Fîlozof/Slovenya
Janet Biehl – Nivîskar, Edîtor û hunermend/DYE
Selay Ghaffar – Parêzvana Mafên Jinan û Berdevka Partiya Piştevaniyê ya Afganistanê
Miguel Urbán Crespo – Parlamenterê Parlamentoya Ewropayê/Spanya
Srećko Horvat – Fîlozof/Hirvatistan
David R. K. Adler – Dîrektorê Giştî yê Progressive Internasyonal
Roberto Rampi – Senator û Parlamenterê Konseya Ewropayê/Îtalya
Paolo Ferrero – Wezîrê berê û Alîkarê Serokê Partiya Çep a Ewropayê/Îtalya
Gorka Elejabarrieta Díaz, Senatorê Spanî û Berdevkê Têkiliyên Navneteweyî yê Partiya Baskê EH Bildu
Prof. Norman Paech – Pisporê Hiqûqa Navneteweyî
Prof. Kariane Westrheim – Seroka Komîsyona Welatiyan a Yekitiya Ewropa-Tirkiye (EUTCC) /Norwêc
Nils Andersson – Nivîskar û Edîtor/Fransa
Joel Dutto – Endamê Koordînasyona Piştevaniya Kurdistanê/Fransa
Nora Cortinas – Endama Damezrîner a Rêxistina Dayikên Plaza de Mayo/Arjantîn
Prof. Achin Vanaik – Aktîvîstê Aştiyê û Profesorê Teqawîtbûyî yê Zanîngeha JNU/Hindistan
Prof. Michael M. Gunter, Sekreterê Giştî yê Komîsyona Welatiyan a Yekitiya Ewropa-Tirkiye (EUTCC) /DYE
Berthold Fresenius – Hiqûqnas/Almanya
Prof. Raúl Prada Alcoreza – Zanîngeha San Andres /Bolivya
Roland Denis – Wezîrê Plansaziyê yê Berê/Venezuela
Villo Sigurdsson – Şaredarê Berê yê Kopenhagenê
Pernille Frahm – Parlamentera berê ya Parlamentoya Ewropayê/Danîmarka
Benny Gustavsson – Serokê Komîteya Piştevaniya Kurdistanê/Swêd
Erling Folkvord – Parlamenterê berê, Nivîskar/Norwêc
Pia Maria Roll – Şanoger û Dîrektor/Norwêc
Håkan Svenneling – Berdevkê Polîtîkaya Derve ya Partiya Çep/Swêd
Dr. Jonas Staal – Hunermend û lêkolînerê propagandayê û Serokê Civîna Bilind a Cîhana Nû/Hollanda
Dr. Rolf Gössner – Hiqûqnas/Almanya
Ludo de Brabander – Berdevkê Tevgera Aştiyê ya Belçîkayê Vrede