Birayên girtî Halîl, Gazî û Agît Mûratoglu ji bo şikandina tecrîda li ser Ocalan 84 roj in di greva birçîbûnê de ne. Birayên Mûratoglu bi rêya dayika xwe Hanim Mûratoglu diyar kirin ku moralê wan bilind e û heta ku tecrîd bi dawî dibe jî dê li ber xwe bidin. Birayan got ku serkeftin dê ya wan be
Li zindanên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi hezaran girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Her wiha 30 girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê jî çalakiya xwe veguherandin rojiya mirinê û çalakiya wan didome. Girtî tevî hemû hewldanên provakatîf û zextên girtîgehan jî di berxwedana xwe de bi israr in û dibêjin ku heta tecrîd bi dawî dibe dê çalakiya xwe bidomînin.
Birayên girtî Halîl, Gazî û Agît Mûratoglu jî li dijî tecrîda li ser Abdullah Ocalan, li girtîgehên cuda 84 roj in di greva birçîbûnê de ne. Ji birayan Halîl Mûratoglu (27) di sala 2014’an de hate girtin û 15 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn. Mûratoglu niha li Girtîgeha Tîpa T ya Denîzliyê tê girtin. Ji birayan Gazî Mûratoglu (20) jî di sala 2016’an de hate girtin û 11 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn. Mûratoglu niha di Girtîgeha Tîpa T ya Tarsûsê de tê girtin. Bira Agît Mûratoglu (19) jî di sala 2015’an de hate girtin û dadgehê 4 sal cezayê girtîgêhê lê birî. Mûratoglu niha li Girtîgeha Tîpa T ya Tarsûsê de tê girtin.
‘Zarokên min hatibûn derbkirin’
Têkildarî rewşa birayên Mûratoglu, dayika wan Hanim Mûratoglu ku du roj berê bi zarokên xwe re li ser telefonê hevdîtin kir, axivî. Dayika Hanim anî ziman ku rewşa zarokên wê baş e û wiha got: “Dema çûm girtîgehê pir zeîf bûbûn. Min ew hembêz kirin û giriyam. Kurê min got; ‘negirî dayê em başi in û moralê me bilind e. Her kes di grevê de ye. Em jî weke wan in. Heta tecrîd tê şikandin em ê li ber xwe bidin. Em bawer dikin ku dê tecrîd bi berxwedanê bê şikandin. Dê serkeftin a me be.’ Zarokên min hatibûn derbkirin. Kincên wan hatibûn qetandin lê ji min re qala rewşa xwe nakin.”
Xwest ku tecrîd bi dawî bibe
Dayika Hanim herî dawî jî ev tişt parve kirin: “Em dixwazin ku daxwazên zarokên me pêk bên. Bila rojek berî rojekê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe. Helbet wê roj bê ew jî azad bibin. Em dayik in, kezeba me dişewite. Em bibin yek, em qada neterikînin. Em li her derî daxwaza zarokên xwe bilêv bikin.” MÊRSÎN