Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...
Pazartesi - 25 Kasım 2024

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Ji ‘404 Welatiyan’ banga xwedîderketina HDP’ê

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, di çarçoveya lêpirsîna bi hinceta çalakiyên Kobaniyên yên sala 2014’an de, di 25’ê îlonê de li hemberî HDP’ê operasyonek dabû destpêkirin  û ev operasyon rastî bertekan hat. Piştî ‘101 Porsipiyan’, îmzevanên danezana ‘404 Welatiyan’ jî bertek nîşanî vê operasyonê dan.

Îmzevan parlementera CHP’ê ya Îzmîrê ya berê Zeynep Altiok, karker Kenan Gungordu ku ji Şaredariya Zeytînbûrnûyê ji kar hatiye derxisti, parêzer Akin Atalay û hunermend Ferhat Tûnç, ji bo HDP’ê bang kirin.

Darbeya li demokrasiyê

Parlementera CHP’ê ya berê Zeynep Altiok anî ziman ku îktîdar ji zû de ye rêbaza tunehesibandina tercîha bi milyonan kesên dengê xwe didin HDP’ê, krîmînalîzekirina siyasetmedaran bi kar tîne û wiha got: “Ayhan Bîlgen berê ji heman tiştî hatibû darizandin û beraat kiribû. Lê belê cardin hat binçavkirin. A hatiye kirin darbe ye li demokrasiyê. Wisa xuyaye ev pêngav tenê ji bo mayîndekirina îktîdara yekzilamî hatiye kirin.”

Altiok diyar kir ku divê her kes li dijî vê operasyonê rabe û ev tişt anî ziman: “Helbet dê her partî di çarçoveya bernameya xwe de helwesta xwe diyar bike. Lê belê di serdemeke ku zimanê kîn û nefretê zêde bûye û hemû muxalîf hedef tên girtin, ji bo platforma demokrasî û azadiyê gotina hevpar girîng e.”

‘Em xwedî li hêviyê derkevin’

Hunermend Ferhat Tûnç da zanîn ku wê hêviya Tirkiyeyê HDP, piştî van êrîşan xurtir bibe, ji roja operasyon çêbûye heya niha bertek tên nîşandan û ev bertek jî nîşan didin ku HDP cihê hêviyê ye û wiha domand: “Xwedîderketina li HDP’ê pir girîng e. Kesên demokrasî, aştî, azadî û îstîkrara aboriyê dixwazin divê xwedî li HDP’ê derkevin. Bi tunehesibandina vîna bi milyonan kesî li vî welatî pirsgirêk nayên çareserkirin. Bi taybetî banga min pêşî ji bo rewşenbîr û hunermenda ye. Dixwazî bila HDP’î bin an na, divê xwedî li HDP’ê derkevin. Divê em bi gotin û emelê xwe xwedî li HDP’ê derkevin.”

 Hiqûqa nû ya Tirkiyeyê

Parêzer Akin Atalay jî destnîşan kir ku pîvana hiqûqa nû ya Tirkiyeyê bûye bêhiqûqî û wiha pêde çû: “Mirovên berê bi heman sûcî hatine girtin û dû re AYM’ê binpêkirin tespît kiriye, cardin bi heman sûcî tên binçavkirin. Ev bêhiqûqî ye. Aşkera ye ku operasyon ji aliyê îradeya siyasî hatiye kirin. Civak giş bi armanca vê dizane. Xwestin HDP’ê krîmînale bikin. Îktîdar ji bo berjewendiyên xwe bi destê darazê dike. Yanî di vir de tiştekî ku di warê hiqûqî de bê nirxandin tuneye. Operasyoneke ku bi biryareke siyasî hatiye kirin.”

Atalay anî ziman ku armanca vê operasyonê ew e ku partiyên muxalîf û civakê bitepisîne û wiha got: “Tekane rêya xelasiyê ew e ku hemû muxalîf bên cem hev du û bi hev re bertekê nîşan bidin. Divê muxalefet li hemberî vê operasyona siyasî rabe. Heke na dê her tişt ber bi xerabiyê ve biçe.”

‘Em li dor HDP’ê bibin xelek’

Karker Kenan Gungordu jî operasyona li dijî HDP’ê şermezar kir û ev tişt anî ziman: “Ev operasyon careke din jî nîşan da ku AKP li hemberî kesên muxalîf ne edalet û hiqûqî, zoriyê bi kar tîne û dixwaze wan bitepisîne. Ez piştevaniya xwe ya ji bo HDP’ê radigihînim. Demildest divê zext û zoriyên li ser muxalefeta demokratîk bi dawî bibin û siyasetmedarên hatine binçavkirin bên berdan. Ez bang li muxalefeta demokratîk dikim ku li dor HDP’ê bibin xelek.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar