Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Ji 48 saziyên êzidî ji bo Şingalê bang kirin

48 saziyên êzidiyan ên li Ewropayê banga li gelê kurd û dostên wan kirin ku li hember dagirkeriya Bexda,Enqere û Hewlerê bêdeng nemînin

Navenda Nûçeyan

Ji saziyên sporê heta çand û hunerê rêxistinên civaka êzidî yên li Ewropayê bi daxuyaniyeke hevpar bal kişandin ser gef û metirsiya li ser Şingalê û ji bo xwedîderketina li êzidxanê bang li gelê kurd û dostên wan û raya giştî ya demokratîk a navneteweyî kirin.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku di 9’ê cotmeha 2020’î de li dijî civaka êzidî û li Şingalê de peymanek hatiye îmzekirin û wiha hat gotin: “ Di encama zextên Erdogan hikûmetên Hewlêr û Bexdayê peymanek derbarê Şingalê de îmzekirin. Peymana navbera Hewlêr-Bexdayê bi armanca ji holê rakirina destkeftiyên civaka êzidî hat îmzekirin. Ev peyman metirsiyek mezin di nav tevahiya civaka êzdî, bi taybetî jî xelkê Şingalê de peyda kiriye.”

Tevî nerazîbûna tevahiya civaka Êzidî û bangên wê yên diyalog û çareserkirina pirsgirêkan jî, aliyên ku ev peyman îmze kirin e, ji ya xwe nayên xwar û di bicihkirina wê de bi israr tevdigerin. Herî dawî rayedarên Iraqê ev helwesta xwe anîn asta tehdît û êrîşê. Vê helwesta Bexdayê nerazîbûnek mezin di nav tevahiya civaka me û gelê Kurd de çêkir.

 

Li dijî vê yekê di serî de li Şingalê li her derê ku civaka me lê ye berxwedan tê meşandin. Hikûmeta Iraqê ya ku nikaribû gelê xwe biparêze û bû sedema derketina DAIŞ’ê û bihêzbûna wê di 3’yê tebaxa 2014’an de civaka êzidî û Şingalê ne parastin û di nav destên DAIŞ’ê de hiştin.

Bexda û Hewlêr dixwazin dîrokê dubare bikin êzidiyan bêhêz, bêbandor, destvala û bêrêxistin li hemberî dijmin û metirsiyan de bihêlin. Êrîşa artêşa Iraqê ya li ser Şingalê hewldana dagirkerî û bêbandorkirina hêza Asayîşa Êzdîxanê wê rê li ber peydabûna DAIŞ’ê û komên terorê yên nû veke. Di dema êrîşekê de wê êzidî nikaribin xwe biparêzin.

Hewldanên ku van rojan artêşa Iraqê li dijî êzidiyan û Şingalê dike karekî ne ji rêze ye. Karekî nakeve xizmeta Iraqê û gelê wê. Ev yek tenê dikeve xizmeta neyarên Iraqê, di serî de dewleta tirk ya ku Iraq dagir kiriye û ava Dicle û Firatê biriye û bi milyonan mirov tî hiştî ye. Bexda û Hewlêr bi vê êrîşê tenê ji bo konsepta şer û dagirkeriyê ya dewleta tirk dixebitin. Ev ne karekî welatparêzî ye. Ev li Iraq û gelê wê li hemû cangoriyên ku ruhê xwe li dijî DAIŞ’ê dane, îxanet e.

Em rêxistin û saziyên êzidî vê êrişa hikûmeta Bexdayê û peymana ku ne di berjewendiyên civaka êzidî û Şingalê de ne şermezar dikin û wê wek beşekî ji hemleya şer a ku dewleta tirk û hevkarên wê yên mîna DAIŞ’ê û komên din yên terorê li dijî êzidiyan, Şingalê û tevahiya Kurdistanê dibînin. Em bang li gelê xwe yê êzidî, tevahiya gelê kurd û dostan dikin ku her deverê bikin qada berxwedan û nerazîbûnê nîşanî konsepta nû ya şer û dagirkeriyê bidin ku Bexda, Enqere û Hewler li dijî gelê me û hêza wê ya parastin û ewlekariyê pêş dixin.

Divê em vê siyaseta dijminane li her derê şermezar bikin û rastiya wê ya li dijî mirovayetiyê aşkera bikin. Divê gelê me di her warî de bersiva vê hemleya dagirkeriyê bide. Hemû sazî, rêxistin,  siyasetmedar, rewşenbîr, hunermend, rûspî, rojnameger û kesayetên vê civakê yek bi yek, li ser piyan bin, li dijî hemû cûre êrîşan amade bin û rê nedin wan hêzên kolonyal ku dîsa rê li ber komkujiyek nû vekin. Nayê qebûlkirin ku carek din ew mîna desthilatdar li ser gelê me û Şengalê hikim û rêveberiyê bikin. Divê ew hesab bidin civaka êzidî û îradeya wê ya azad qebûl bikin.

Em bang li Netewên Yekbuyî û raya giştî ya navneteweyî jî dikin ku dijî van êrîş, bêrêzî û gefên faşîst ên Enqere, Hewlêr û Bexdayê li ser gelê Şingalê û Asayişa Êzdîxanê bêdeng nemînin, mudaxele bikin, rê li ber bigirin û statuya civaka êzidî misoger bikin. Bijî Şingala xweser, azad û demokratîk!

Sazî û Rêxistinên êzîdî yên li Ewropayê:

  • Sîwana Meclisa Jinên Êzidî, SMJÊ
  • Navenda Yekîtiya Komelên Êzdiyan ,NAV-YEK
  • Meclisa Şingalê ya Derveyî Welat, MŞD
  • Hevgirtina Ciwanên Êzdî, HCÊ
  • Navenda Çanda Êzdîxan, NÇÊ
  • Encûmena Bilind ya Êzdiyên Sûriyê
  • Sîwana Meclisên Gundên Êzdiyan, SMGÊ
  • Hevbendîya Êzdiyên Sûriyê, HÊS
  • Komela Kaniya Sipî • Çanda Civaka Êzdiyan, Mannheim
  • Mala Êzdiyan, Bielefeld
  • Hevbendiya Êzdiyan, Senden
  • Hêvî/Saziya Jinên hewcedar
  • Meçlîsa Jinên Êzîdî Binevş Adêsa, Berlin
  • Meçlîsa Jinên Êzîdî Zeyneb, Achim-Verdin
  • Komîna Şehîd Xanê, Bielefeld
  • Komîna Şehîd Avêsta Xabûr, Saabrückn
  • Komîta Jinên Êzîdî, Leer
  • Komîta Jinên Êzîdî, Wesel
  • Komîta Jinên Êzîdî, Emmerich
  • Komîta Jinên Êzîdî, Heidekreis, Celle û Hannover)
  • Mala Êzdiyan, Sulingen
  • Mala Êzdiyan, Liege (Belçîka)
  • Mala Êzdiyan, Siegen
  • Mala Êzdiyan, Löhne
  • Mala Êzdiyan, Bad Fallingbostel
  • Mala Êzdiyan, Achim-Verden
  • Mala Êzdiyan, Celle
  • Mala Êzdiyan, Wesel
  • Mala Êzdiyan, Berlin
  • Mala Êzdiyan, Wilhelshaven û Friesland
  • Mala Êzdiyan, Rheinland-Pfalz e.V.
  • Navenda Çandê ya Êzdiyan, Bremen
  • Navenda Êzdiyan, Hameln
  • Navenda Êzdîxan e.V.
  • Navenda Êzdiyan Münsterland e.V
  • Şaxê Nav-Yêk, Emmerich
  • Şaxê Nav-Yek, Bielefeld
  • Şaxê Hevbendiya Êzdiyên Sûriyê, Berlin
  • Şaxê Hevbendiya Êzdiyên Sûriyê, Bonn
  • Meclîsa Jinên Êzdiyên Sûriyê
  • SV Ciwan, Walsrode
  • SV Dicle, Celle
  • SV Yêk Spor, Bielefeld
  • Şerê Zapê SV
  • Newroz Spor, Bad Salzufen
  • Kîwex Spor, Münster
  • Bagok Spor, Gütersloh
  • FC Berxwedan Spor, Wesel
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar