Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ji 50 partî û rêxistinên kurd daxuyaniya Şengalê

Sazî û rêxistinên kurdistanî yên li Ewropayê, têkildarî gefên Iraqê yên ji bo destwerdana li Şengalê daxuyaniyek dan

Navenda Nûçeyan |

Gef û êrîşên li ser Şengalê dewam dikin, berxwedana xelkê Şengalê jî hemberî lihevkirina Bexda û Hewlêrê bi biryardarî dewam dike. Kurdistanî û saziyên kurdan ên li Ewropayê jî ji bo Şengalê li qadan in. Sazî û rêxistinên kurdistanî yên li Ewropayê derbarê gef û êrîşên ser Şengalê de daxuyaniyek nivîskî parvekirin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku êrîşên li ser Rêveberiya Xweser a Şengalê, êrîşên li dijî YJŞ/YBŞ, Asayîşa Êzidxanê û saziyên îradeya azad a Şengalê, tên wateya êrîşên li ser tevahiya kurd û Kurdistanê û wiha hat gotin: “Di 9’ê Cotmeha 2020’î de li dijî civaka êzidî û warê wan ê pîroz Şengalê, bi hevkariya rejîma faşîst a Erdogan, PDK û hikûmeta Kazimî peymanek hate îmzekirin. Ev peyman ji bo rakirina destketiyên civaka êzidî ji bo rakirina fermaneke nû bû. Tevî nerazîbûna tevahiya civaka êzidî û gelê Kurdistanê jî bi dijwarî xistin meriyetê.”

Di daxuyaniyê de berxwedana 5 mehên dawî ya civaka êzidî û gelê kurd hate bibîrxistin û bang li rêveberiyên Hewlêr-Bexdayê hate kirin ku lihevkirina ne di berjewendiyên civaka êzidî, Kurdistan û Iraqê de ye, betal bikin.

Saziyan destnîşan kirin ku bicihanîna vê peymanê, bicihanîna siyaseta Erdogan û osmanîtiya nû ye û wiha dewam kirin: “Êrîşên li ser Şengalê, bakur, rojava û başûrê Kurdistanê bi armancekê tên kirin, ji hevdu qut nînin. Dewleta tirk bi fetihkirina Şengalê dixwaze tevahiya Kurdistanê fetih bike.”

Di daxuyaniyê de bi navê sazî û rêxistinên kurd berxwedana bi rûmet û dîrokî ya civaka êzidî hate silavkirin û hate gotin ku ew bi hemû hêza xwe li civaka êzidî û berxwedana wan a ji bo rumeta gelê kurd û Kurdistanê derdikevin.

Di daxuyaniyê de bang li gelê kurd û kurdistaniyan hate kirin ku ji bo Şengalê li ser pêya bin û hat diyarkirin ku heta Şengal û civaka êzidî aram û ewle bibin divê rojeva wan Şengal be û hat gotin ku ewlehî û aramiya kurd û Kurdistanê ji Şengalê derbas dibe.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li PDK û hikûmeta Hewlêrê jî hate kirin ku dest ji vê siyaseta xwe ya bêoxir berdin û bela xwe ji civaka êzidî û Şengalê berdin û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Êdî bes Şengalê û civaka êzidî bikin hedef ji hêzên dagirker re. Tiştên ku hûn bi navê kurdîtiyê dikin ji bo kurd û Kurdistanê rûreşî ye. Dev ji vê rûreşiyê berdin.”

Rêxistin, partî û saziyên kurdistanî yên li Ewropayê yên mohra xwe danîn binê daxuyaniyê:

YNK (Yekitiya Niştimanî Kurdistan)

Tevgera GORRAN

KCDK-E (Kongra Civaka Kurdistaniyan-Ewropa)

TJK-E (Tevgera Jinên Kurdistanê-Ewropa)

Partiya ŞÛÎ Kurdistan Başûr

Kongra Star (Rêxistna Jin li Rojava, Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê)

Partiya Zahmetkêşan – Başûr

PADÊ (Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiya)

Tevgera Azadî

PYD (Partiya Yekitiya Demokrat)

P.D.K.S  (Partiya Demokrat a Kurdî ya Sûriyeyê)

Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê.

Tevgera Nûjen a Kurdistanî-Sûriye

PÇDKS ( Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyeyê)

Partiya Demokrata Kurd li Sûriyeyê ( El Partî)

Partiya Çep a Demokrat li  Sûriyeyê

Partiya Rêkeftin a Kurd li Sûriyeyê

Partiya Çaksaziya Kurd li Sûriyeyê

Partiya Kesk a Kurdistanî li Sûriyeyê

Partiya Demokrata Kurdistanî li Sûriyeyê

Partiya Komanist a Kurdistanî li Sûriyeyê

PÎK (Partiya Îslamiya Kurdistan)

KKP (Partiya Komînîsta Kurdistan)

Tevgera Kawa

PJAK (Partiya Jiyana Azad a Kurdistan)

Yakyatî Şorşgêrî Kurdistan

KODAR  (Civaka Demokratîk û Azad a Rojhelatê Kurdistanê)

KJAR (Civaka Jinên Rojhilatê Kurdistanê)

Platforma Horam

Plattform Zagros

Plattform Yarsan

Yarî Kurd

Partiya Dimokrati Pêşvero kurdî Li Sûriyeyê

Tevçand (Tevgera Çand û Hunera Kurd)

Kurdische Gemeinde Stuttgart e.V

FEDA ( Federesyona Elewiyên Kurdistan)

NAV – YEK (Federasyona Komelên Êzidiya)

Kurdische Zentrum Berlin

CIK ( Civaka Îslamiya Kurdistanê)

Enstituta Kurdî – Almanya

Enstituta Kurdî – Bruksel

MŞD ( Meclisa Şengal a Derveyî Welat)

YMK ( Yekitiya Mamostayên Kurdistanê)

YES (Yekitiya Êzdiyên Sûriyeyê)

Kurdisch Gemeinde Brandenburg – Berlîn

Dachverband der Êzidischen Frauenräte

DKF (Deutsch-kurdisches Forum) e.V  Dresden

Kongreya Gel a Mezopotamyayê

Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê

Kurdistan human rights Association

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar