Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Ji 7 partî û rêxistinan amadekariyên ji bo ‘Belgeya Demokrasiyê’

7 partî û rêxistinên bi bangawaziya HDP'ê li hev kom bûn, di çarçoveya amadekariyên têkoşîna hevpar de amadekariya belavkirina "Belgeya Demokrasiyê" dikin. Dê di çalakiyê de bang li gelên Tirkiyeyê bê kirin: "Em pêşeroja Tirkiyeyê bi hev re biguherînin."

Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP), Partiye Tevgera Kedkar (EHP), Halkevlerî (Malên Gel) û Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF) ku bi bangawaziya Partiya Demokratîka  Gelan (HDP) li hev kom bûbûn, xebatên xwe yên têkoşîna hevpar didomînin. Di çarçoveya xebatan de nûnerên van partî û rêxistinan bi awayekî rêk û pêk li hev kom dibin. Koordînasyona ku di çarçoveya van xebatên bi rêk û pêk de çêbûye jî di rewşên awarte de polîtîkayê çêdike.

7 partî û rêxistinên ku bi hev re 8’ê Adarê, Newroz û 1’ê Gulanê bi rêxistin kirin û li qadan bûn, dê çalakiya xwe ya ewil di 5’ê hezîranê de li Enqereyê li dar bixin. Ev xebat dê wekî konferansê be.

Amadekariyên vê konferansa bi navê “Bîr, Heqîqet, Hesabpirsîn” didomin. Di çarçoveya konferansê de dê ji cinayetên kar heta têkiliyên bi mafyayan re yên di dema desthilata AKP’ê de rû dane bên nîqaşkirin. Dê mafya-siyaset, mexdûrên tora çete-sermayeyê, heqîqet û çareserî bên nîqaşkirin. Her wiha dê girîngiya bîrê, edaletê, hevrûbûnê û hesabpirsînê jî bê destnîşankirin.

Kampanyaya li hemberî qeyrana aborî

7 partî û rêxistin li Enqere û Stenbolê li hemberî enflasyon û krîza aborî yên her diçin zêde dibin daxuyaniyeke hevpar dabûn. Xebata bi navê “bila heqdest bê zêdekirin, zem bên betalkirin” dê heya meha tîrmehê wekî kampanya bidome.

Xebatên ji bo ‘Belgeya Demokrasiyê’

7 partî û rêxistin xebatên xwe wekî” têkoşîna hevpar” pênase dikin û amadekariyên xwe yên ji bo belavkirina deklerasyona hevpar didomînin. Deklerasyon wekî “Belgeya Demokrasiyê” hat binavkirin. Ev belge dê ya di meha Hezîranê de ya jî di meha Tîrmehê de bê belavkirin.

 Bangawazî

Dê di vê belgeyê de sernavên têkildarî jinan, xizanî, aştî, demokrasî, ekolojî û hwd. hebin. Dê di çalakiyê de bang li gelên Tirkiyeyê bê kirin: “Em pêşeroja Tirkiyeyê bi hev re biguherînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar