Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...
Çarşamba - 28 Ağustos 2024

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Ji Afganistanê heta kurdan, bandora perperîkê

Rauf Karakoçan |

Serpêhatiya DYA’yê ya li Afganistanê piştî dagirkeriya 20 salan bi têkçûneke bi dawî bû. Êrîşên li hemberî Navenda Bazirganiyê, bûbûn destpêka pêvajoyeke nû. El Qaîdeyê bi balafirên rêwiyan ên hatin revandin, êrîşî hin hedefên li DYA’yê kir û vê yekê şoqeke mezin çêkir. Di sala 2001’an de piştî wan êrîşan, DYA’yê berê xwe da El Qaîde û Talîbanê ya bi serkêşiya Mela Omer û pergala wê ya îdarî tasfiye kir. Li şûna wê, rêveberiyeke di bin kontrola xwe de ava kiribû û digot qey dê bi ser bikeve. Kirasê ku li Afganistanê bi zorê li xwe kiribû, dixwest biguherîne. Me di mînaka Afganistanê de dît ku civakên kevneşopî bi destwerdanên derve bi hêsanî nikarin bên têkbirin.

Heke hemû destwerdanên derveyî yên li Afganistanê bi ser neketibin, gelek sedemên vê yekê hene. Dîroka Afganistanê di warê civakî, çandî, erdnîgarî û zîhniyetê de roleke girîng di vê yekê de dilîze. Faktora demê jî yek ji faktorên sereke yên serkeftinê ye. Yek ji faktorên herî girîng ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) neçarî vekişandinê kir û têk çû; dînamîkên navxweyî, xeta îdeolojîk, berxwedan û biryardariya têkoşînê ya civaka Afganistanê bû û ya din jî dem bi xwe ye. Ji ber van hemû sedeman DYA di encama şerê Afganistanê yê 20 salan de, ket nav astengiyên leşkerî, siyasî û aborî û neçar ma jê vekişe.

Afganistan hêlîna rêxistinên îslamî yên radîkal e û dê ev yek dewam bike. Tevî ku Talîban wek rêxistineke terorîst tê qebûlkirin jî li paytextên gelek welatan hat pêşwazîkirin û meşrûiyet bi dest xist. Afganistan dê bibe welatek ku rêxistinên terorê yên mîna DAIŞ û El Qaîdeyê lê organîze dibin. Afganistan di navbera Rûsya, Çîn û Îranê de mîna narincokeke li ber teqînê hiştin. DYA’yê ev îhale ji dewletên herêmê re hişt lê belê ev yek nayê wê wateyê ku bi temamî dest ji qadê berdaye. Afganistan bandora perperîkê li derdora xwe kir û bi hilberandina terorîzm û narkotîkê re dê hebûna xwe wek pirsgirêkekê ji bo cîhanê bidomîne.

Vekişîna DYA’yê ji Afganistanê di rojeva cîhanê de dimîne û gelek senaryo hene ku rewşa nû ya derdikeve holê, dê çawa bi dawî bibe. Bê guman di vî warî de hin ders hene ku divê jê bê girtin û nav lê bikin. Bi taybetî ji bo kurdan mijarek e ku divê bi berfirehî were nirxandin. Dewleta tirk hewl dide ji pirsgirêka Afganistanê sûdekê werbigire. Ji daxwaza parastina balafirgeha Kabulê heta wergirtina karekî li Afganistanê, dixwaze Talîbanê ji bo xwe bi kar bîne. Dîsa penaberên afgan ji bo guhertina demografiya herêmên kurdan (wekî bi penaberên sûrî) ji bo ku bikin hêzeke çekdar û şer pê bidin kirin, ji xwe re li derfeteke nû digere.

Tê zanîn ku dewleta tirk ji bo penaberên afgan di şerê xwe yê li dijî tevgera azadiyê ya kurd a li Bakur û Başûr de bi kar bîne, navendan çêdike. Jixwe penaberên afgan beriya niha li herêmên bakurê Kurdistanê bi cih kirine. Erdogan ku dibêje di navbera zîhniyeta AKP û Talîbanê de tu cudahî nîn e, dixwaze derfetên ji kaosê tên derxistin, ji xwe re bike xêra Xwedê. Ji aliyekî ve dê hewl bide koçberên afgan li qada navneteweyî bi kar bîne, li aliyê din jî dê bermahiyên çeteyên DAIŞ’ê wek çekekê li dijî têkoşîna azadiyê ya gelê kurd bi kar bîne.

Mijareke din a girîng jî bandora perperîkê ya Afganistanê ya li ser rojavayê Kurdistanê ye. Heke DYA ji Sûriyeyê vekişe dê bandoreke çawa li Rojava bike? Ev pirsek e. Pirsgirêka Sûriyeyê mijareke piralî ye. Pirsgirêka Rojava tene dikare bi çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê çareser bibe. DYA, Rûsya û Îran ku li herêmê hêzên wan hene, heta niha polîtîkayeke wan a çareseriyê ya hevpar li ser Sûriyeyê nîn e. Nêzîkatiyên manîpulatîf ên hêzên navneteweyî jî dirêj dikin û pirsgirêka Sûriyeyê bê çareserî dihêlin.

Bi vekişîna DYA’yê re îhtîmala ku dewleta tirk êrîşî Rojava bike, ji niha ve bûye mijara nîqaşê. Di rastiyê de êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava her roj dewam dikin. Tevî ku têra xwe di nava raya giştî de cih negirtibe jî, tê zanîn ku rewşa şer berdewam e. Li hemberî van êrîşan hem DYA hem jî Rûsya bê teredut in û ne pêşîlêgir in, her wiha ne di wê pozîsyonê de ne ku piştgiriyê bidin kurdan. Ew pozîsyonên xwe yên pir pragmatîk, rojane û nediyar diparêzin. Rûsya û Îran, ji ber vê yekê bi rejîma Sûriyeyê ya li ber mirinê ve girêdayî ne û polîtîkayên xwe yên herêmî didomînin. Ji alîyekî din ve DYA pişta xwe dide kurdan da ku di nav hevsengiya herêmê de bimîne. Hevgirtina wî ya bêtifaq a bi kurdan re, her tim kurdan dixe nava rîskê.

Her tim îhtîmala zêdebûna trajediyên mirovî yên ji ber vekişîna ji Afganistanê, ji bo Rojava jî heye.  Hebûna DYA, Rûsya, Îran û Tirkiye li Sûriyeyê, lêgerîna wan a ji bo ‘çareseriya’ pirsgirêka Sûriyeyê bi temamî parastina berjewendiyan e û tu sûda xwe ji gelên herêmê re nîn e. Hewl didin herêmê li ser bingeha berjewendiyên dewletê sazkar bikin. Dewamkirina kaosê sedema hebûna wan a li herêmê ye. Ew li dijî perspektîfên çareseriyê ne ku pêşdîtina pêkvejiyana gelan, rêveberiya xweser, birêxistinbûna xweparastinê; bi kurtasî statuya wan e. Dewleta tirk, Rêveberiya Xweser a Rojava ji xwe re kiriye sedema man û nemanê, li dijî referanduma serxwebûnê ya başûrê Kurdistanê derket û li dijî rêveberiya Rojava jî bê tehemul e.

Dijminatiya dewleta tirk a li kurdan dê li hemû herêmên kurdan bidome. Mayîna DYA ya demdirêj a li Rojava, dê ji derketina wê bêhtir xeternak be. Kurd xwedî pêşdîtineke siyasî ya gelekî kûr in ku wek gel li ser hêzên din hesabên xwe nekin. Dê pozîsyona xwe li gorî karakterê Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bigirin û têkoşîna azadiyê bidomînin. A ku hebûna wan mîsoger dike jî ev e. Çavkanî: ANHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar