Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Ji aliyek êrişên nîjadî û ji aliyek jî behna cenazeyan

Li her kolanên navçeya Elbistan a Mereşê bêhna cenazeyên ku di bin kavilan de mane tê. Her wiha li navçeyê welatiyên Sûriyeyî piştî hedef hatin nîşandan nikarin ji konên xwe derkevin. 

Di erdhejê de 10 bajar bandor bû. Bi hezaran welatiyan jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran welatî jî birîndar bûn. Her wiha bi hezaran kes jî di bin kavilan de hatin hiştin. Her roja ku derbas dibe tabloya qiyametê bêtir derdikeve rûyê erdê.
Li her kolanên Elbistanê hêj jî welatî li gor derfetên xwe hewl dide ku xwe bighîne cenazeyên xwe. Hêj xebateke giştî nehatiye destpêkirin, ligel wê jî welatiyên ku ji Sûriyeyê li dijî şer berê xwe dabûn Elbistanê niha bi êrişan re rûbirû ne û nikarin ji konên xwe derbikevin.
Cenaze di bin kavilan de ne…
Li Elîstanê çend tîmên lêgerîn û rizgarkirinê derketibin jî hedî hedî xebatên rakirina kavilan jî hatin destpêkirin. Cenazeyên ku di bin kavilan de mayî êdî behn dide. Şêniyên Elbistanê da zanîn ku gelek cenaze niha di bin kavilan de ye û bi derfetên xwe hewldidin ku cenazeyên xwe derxin. Wezîfedarê paqijiya kavilan diyar kir ku li gorî derfetên xwe xebatê dikin û got: “Kesên ku rêvebertiya wê bike nîne. Belê dewlet heye lê rêveberî nîne. Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê li vir nîne. Dema ez kavilan kom dikim cenaze derdikevin. Çend şansê wan ên jiyanê hebin jî ji ber ku dereng mudaxale kirine kesek li jiyanê neman. Dema em wan kavilan kom dikin em kontrol dikin gelo cenaze heye an na. Ne wezîfeya me ye ya AFAD’ê ye, lê AFAD ne li vir e.”
Êrişên nîjadperestî
Mijara din a ku li Elbistanê derket holê jî rewşa welatiyên Sûriyeyî ne. Ji ber ku piştî erdhejê hedef hatin nîşandan û lêdan xwarin. Her wiha di dema alîkariyan de jî cudakariyeke mezin re rûbirû mane. Umît Ozdag bi eslê xwe xelkê Sûriyeyê diyar kir ku gelek pirsgirêkan re rûbirû dimînin û hedef tên nîşandan.
Ji ber êrişan nikarin ji konên xwe derkevin 
Di konekî de 4 malbat bi hev re dijîn û bi tevahî 20 zarok hene. Ev malbat ji sermayê bi bandor dibin lê tu tişt ji destê wan nayê. Bi derfetên xwe ketine xaniyên xwe yên hilweşiyayî û ji xwe re betenî û mînder derxistine. Penaberên ku jiyana wan di xeterê de ye di nav şert û mercên xirab de dijîn. Hamît ê 15 salî diyar kir ji ber êrîşên nîjadî nikarin ji konê derkevin.
Jin û zarokên ku ji ber şerê li Sûriyeyê koçberbûne hatine niha di erdhejê de jî bêtir mexdûr bûne, bêtir bi cudakariyan re rûbirû dimînin.
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar