Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Çarşamba - 28 Ağustos 2024

‘Ji aloziya li Zînî Wertê tenê dijmin sûd digire’

Bi şandina hêzên leşkerî li Zînî Wertê re bertekên raya giştî ya kurd a li dijî PDK’ê jî zêde bûn. Têkildarî aloziya li Zînî Wertê endamê Buroya Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê (PDKS) Fethullah Hiso ji ANHA’yê bi Henar Îbrahîm re axivî.

Hiso diyar kir ku ji dîrokê ve partiyên kurdan lihev nekirine û wiha got: “42 îmarat her tim lihev kom dibûn lê nedibûn yek. Lewre jî hemû li pey hev hilweşiyan. Em di pêvajoyeke hesas re derbas dibin. Nakokiya li Başûr, êrîşên dewleta tirk ên li dijî Mexmûrê û dagirkirina Rojava, ev hemû planek in. Tenê dewleta tirk a dagirker ji van nakokiyan sûd digire. Dixwaze şerê birakujiyê bide destpêkirin. Ger kurd lihev bikin û bibin yek, dê gelek destkeftiyan bidest bixin û armancên xwe pêk bînin.”

‘Hebûna pêşmergeyan a li Zînî Wertê metirsiyan çêdike’

Di berdewamê de jî Hiso destnîşan kir ku dewleta tirk hebûna kurdan li her çar parçeyan jî red dike û wiha dom kir: “Komkirina pêşmergeyên PDK’ê li Zînî Wertê, metirsiyan çêdike. Dike ku dijmin vê derfetê bi kar bîne û şerekî birakujiyê bide kirin. Kurdistan a hemû kurdan e ne tenê ya partiyekê ye. Kurdistan bi her çar parçeyên xwe yek e. Lê bi lihevkirinên dijminan hate parçekirin. Em li ser axa xwe ne û daxwazên me mafên me yên rewa ne.”

‘Çima heta niha nedigotin ji Başûr vekişin?’

Bi domdarî jî Hiso bi bîr xist ku ji berê ve nuqteyên PKK’ê li Başûr hene û wiha pê de çû: “Çima hikûmeta Başûr heta niha nedixwest ku ji wir vekişe? Zêdetirî 27 baregehên leşkerî û îstixbaratê yên dewleta tirk li wir in. Em baş dizanin ku armanca Tirkiyeyê ya sereke ew e ku herêmê dorpêç bike. Tevahiya kurdan bi referandûma Başûr re bû yek. Lê Erdogan êrîşî herêmê kir û gefa birçîkirin û dorpêçê xwar.”

Bang li hemû kesî kir

Herî dawî jî Hiso ev tişt anî ziman: “Em bang li herkesî dikin ku ji bo pêkanîna yekitiya kurdan kar bikin. Ji bo parastina destkeftiyên ku bi saya xwîna şehîdan hatine bidestxistin, kongreya neteweyî li dar bixin. Ji berjewendiyên partiyetî û kesayetî dûr bikevin û nehêlin dijminên gelê kurd nakokiyên di navbera wan de bikar bînin.” HESEKÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar