Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Pazar - 22 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Ji Amedê bang hate kirin: Heya azadiya birêz Ocalan têkoşîna bênavber

Partî, sazî û rêxistinên li Amedê dauyaniyaek dan û gotin: “Dem dema rabûna li ber tecrîdê ye. Di 9'ê Cotmehê de li Amedê li hev bicivin."

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. Bi boneya 25’emîn salvegera komploya navneteweyî ku starta wê di 9’ê Cotmeha 1998’an de hatibû dayîn, li Amedê daxuyanî hate dayîn. Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED-TUHAD FED) bi dirûşma “Ji birêz Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” li avahiya Şaxa MED TUHAD-FED’ê daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de pankarta “Heya tecrîd bê şikandin em ê meşa xwe ya azadiyê bidomînin” hatibû vekirin. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên DBP’ê Saliha Aydenîz û Keskîn Bayindir, parlamentgerên Partiya Çepên Kesk û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.

Metna daxuyaniyê ji hêla Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk ve hate xwendin.

Ozturk anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di encama komploya navneteweyî di 15’ê Sibata 1999’an de radestî Tirkiyeyê hat kirin, li Girava Îmraliyê ev 24 sal in di bin tecrîdeke bêhiqûqî û xweser a ku bi tenê li dijî wî pêk tê dîl tê girtin. Ozturk, wiha domand: “Ev komplo, bi aramanca têkbirina têkoşîna azadiyê ya gelên Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê hatiye plankirin. Bêguman di navenda vê planê de jî gelê kurd cih digre. Plana ku bi komploya navneteweyî ket meriyetê îro jî bi berfirehî didome.”

Bi domdarî Ozturk diyar kir ku yek ji sûcên herî girîng ê mirovahiyê tecrîda xweser e û ev tişt anî ziman: “Zêdetirî 30 meh in hemû rêyên hevdîtinê yên bi birêz Ocalan re hatine qutkirin û ev tecrîd tê domandin. Ji birêz Ocalan ê ku nikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne bi tu awayî agahî nayên girtin. Ev rewşa dermirovî ya tecrîdê, di serî de gelê kurd ji bo tevî gelên Rojhilata Navîn rê li fikarin vedike. Divê baş bê zanîn ku ev fikar her ku diçin mezintir dibin û vediguherin hêrseke mezin.

Di berdewamê de Ozturk got ku tecrîda derhiqûqî ya ku bandora wê li tevahiya erdnîgariyê dike, di heman demê de dijberî peymanên navneteweyî û dijberî nirxên hiqûqa gerdûnî û makezagonê ye. Ozturk, wiha pê de çû: “Ji ber tecrîda ku tevî mafên mirovî binpê dike, tevî pirgirêkên ku îro Rojhilata Navîn dijî bê çareserî dimînin. Bi taybet pirsgirêka kurd ji ber vê yekê çareser nabe.”

Ozturk daxuyanî wiha domand: “Asta ku hatî, pergala tecrîdê wek ewrên reş bandor li gelemperiya Tirkiyeyê dike û faşîzma ku çavkaniya xwe ji vê tecrîdê digire, çar parçeyên welêt dorpêç kiriye. Ji ber vê yekê, nirxên civakê hatine asta fetisandinê, hêviya jiyanê ya gelan jî tê xesbkirin. Kesên ku tecrîdê dimeşînin îro di bin siya qeyrana aborî de nanê li ser sifreya me jî didizin. Her wiha, berpirsyarê xizantiya ku her ku diçe kûr dibe jî dîsa heman kes in. Kesên ku xizantiyê ji gel re rewa dibînin, bi armanca kûrkirina tecrîdê debara gel pêşkeşî polîtîkayên şer dikin. Bi pergala tecrîdê, bi polîtîkayên şer xizantiya ku civak dijî kûr dikin.

Divê baş bê zanîn ku; tecrîda Îmraliyê ji bêhiqûqiyan re, ji pêkanînên antîdemokratîk re, ji bêedaletiyê re û ji binpêkirinên mafan re bingeh ava dike. Di şexsê birêz Ocalan de, ji gelên Rojhilata Navîn re jiyanake bi tecrîd tê avakirin. Ev yek jî di her beşên civakê de rê li ber cihêkarî û nîjadperestiyê vedike.

Pêvajoya dîrokî vê yekê pir zelal dide der; heya ku tecrîd neyê şikandin, heya ku birêz Ocalan azad nebe, azadiya gelan û bidestxistina statuya gelan ne pêkan e. Divê ev yek neyê jibîrkirin.

Bi girankirina tecrîdê ve mafê azadiya gelê kurd û mafê demokrasiyê ya gelên Tirkiyeyê her ku diçe bêhtir tê xesbkirin. Ji ber vê yekê jî, têkoşîna li dijî tecrîdê di heman demê de têkoşîna daxwaza azadiyê û demokrasiyê ye. Sazkirina edalet ve hiqûqê jî dîsa bi vê têkoşînê pêkan e.

Ji ber vê yekê jî, bidawîkirina tecrîda ku îro li cîhanê tu mînakê wê nîne, wê di rêwitiya demokratîkbûn û sazkirina hiqûqê de bibe xwedî roleke mezin. Her wiha, ji bo li Tirkiyeyê û Rohilata Navîn sîyaseta jiyane bikeve meriyetê, bidawîkirina tecrîdê wê bibe gava herî mezin. Gava herî girîng a parastina aştiyê û nîqaşên demokratîk, bi çareserkirina pirsgirêka kurd pêkan e. Di niqaşên çareserkirina pirsgirêka kurd de navnîşana ku wê bibe mifteya pêvajoyê bi tenê jî birêz Ocalan e. Armanca me ya bingehîn ew e ku; bi şikandina tecrîdê ve ji bo birêz Ocalan sazkirina derfetên xebat û jiyanake azad û sazkirina wekheviyeke mayînde ye.

Heya ku tecrîda Îmralayê neqede, wê ji bo tu kesan aramî pêk neyê û wê pêşeroja me her tim bi tarîtî û qeyranan re rû bi rû bimîne. Bi armanca şikandina tecrîda ku îro li dijî birêz Ocalan dimeşe em dibêjin ‘êdî dem dema liv û tevgerê ye.’ Bi vê armancê, heya ku tecrîd bi dawî nebe em ê nesekirin. Em ê bi tevî hêza xwe têkoşîna şikandina tecrîdê mezin bikin. Em dixazin binê xalê xêz bikin ku; tu hêz nikare di vê rêyê de me asteng bike.

Di vê çarçoveyê de, em bang li kesên xwedî wijdan, partî û saziyên siyasî, rêxistinên girseyên demokratîk, komele û sendîkayan, yekîneyên pîşeyî, saziyên hiqûqê, jin û ciwanan, her wiha bang li sazî û rêxistinên navteweyî dikin. Em bang li welatî û kesên ku dibêjin ‘rikberî na hezkirin, dijmintî na jiyanake bi hev re û ne xizantî lê jiyanake bi aram’ dikin.

Gava ku dengê birêz Ocalan tê bihîstin, ji şûna tarîtiya mirinê, hêvî û şadiya jiyanê şîn dibe. Ev deng, dengên çekan qut dike, şert û mercên aştiyê saz dike. Ji ber vê yekê jî divê em tecrîdê bi hev re bişikînin, bi vê yekê ve roj û pêşeroja xwe bi aştiyeke mayînde, bi hev re ava bikin.

Birêz Ocalan, bi feraseta xwe ya ku aştî, demokrasî û çareseriyeke mayînde diparêze, li gel tevî astengiyan her tim li hemberî polîtîkayên şer, di pêşxistina xebatên nîqaşên demokratîk de hewldanên giranbûha meşand. Di vê rêyê de xeyala wî ya herî mezin ew e ku, welatekî ava bike da ku tê de tu kes nemire û aramî her tim serdest be. Ji ber vê yekê jî li dijberî desthilatdariyên şer, birêz Ocalan hêviya jiyaneke hevpar a gelan e.

Heya ku tecrîda ku li dijî birêz Ocalan dimeşe neşikê, wê her tim berê me li Îmraliyê be. Bi vê aramancê em bang li tevî welatiyên xwe yên li her bajar, gund, navçe û gundewarên Kurdistanê dijîn, bi kurtasî em bang li tevî gelê xwe, dost û kesên bihîstiyar dikin; di 9’ê Cotmehê de li Amedê bicivin. Em ê tu caran destûr nedin ku hêviya jiyaneke azad û bihevre ya gelan bê desteserkirin. Azadiya birêz Ocalan azadiya tevahiya me ye, her wiha parçekirina tarîtiya li ser pêşeroja gelan e. Di serî de gelê kurd re, em ji tevî raya giştî ya demokratîk re radigihînin ku heya azadiya birêz Ocalan pêk bê em ê têkoşîna xwe bênavber bidomînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar