Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Ji Amedê: Berxwedan azad dike

Li Amedê bi tevlêbûna gelek kesan çalakiya Nobeda Demokrasiyê hate lidarxistin. Ciwan bi pankarta ‘Qeyûm bindest û berxwedan jî azad dike’ meşiyan. Di çalakiyê de hat gotin ku yên tayînkirî tu caran mîna yên hilbijartî bihêz nînin. Her wiha çalakvanan destnîşan kir ku dê kurd di vê sedsalê de bêstatû nemînin û banga xurtkirina têkoşînê hate kirin

Wezirê Karên Hundir di 19’e tebaxê de qeyûm tayînî şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê kir. Li dijî tayînkirina qeyûman, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li her sê bajarên navborî çalakiya Nobeda Demokrasiyê dabû destpêkirin. Di vê çarçoveyê de li Amedê bi tevlêbûna hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli, hevşaredara Pirsûs a Rihayê Hatîce Çevîk, serokê giştî yê Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek, parlamenterên HDP’ê, endamên Sendîkaya Nivîskarên Tirkiyeyê, gelek nûnerên saziyên civaka sivîl û gelek welatiyan li Kolana Lîse ya Yenîşehîr a Amedê di roja 42’yemîn de çalakiya Nobeda Demokrasiyê hate lidarxistin.

Endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê jî bi pankarta ‘Qeyûm bindest û berxwedan jî azad dike’ meşiyan qada çalakiyê. Di çalakiyê de hevseroka HDP’a Amedê Hulya Alokmen anî ziman ku wan li dijî tayînkirina qeyûman kampanyaya îmzeyan daye destpêkirin. Alokmen got ku kampanya dê heta 20’ê cotmehê bidome û xwest ku her kes îmze bike.

‘Vîna hilbijartiyan ji yên tayînkirî xurtir e’

Piştre jî endamê Sendîkaya Nivîskarên Tirkiyeyê Hakki Zarîç axivî û anî ziman ku daxwazên çalakvanan zelal in. Zarîç bi lêv kir ku çalakvan dixwazin ku nûnerên vîna xwe bidin qebûlkirin. Zarîç piştgiriya xwe ya bi çalakiyan re destnîşan kir û got ku kesên hatine hilbijartin ji kesên hatine tayînkirin bihêztir in.

‘Em ê vê sedsalê bibin xwedî statû’

Endamê Hereketa Azadî Abdullah Bozkuş jî helwesta AKP’ê ya li dijî referanduma Serxwebûna Kurdistana Bakur rexne kir û diyar kir ku AKP li dijî encama referanduma Başûr derketiye. Bozkuş da zanîn ku her bêstatûyî, awayekî qeyûme û wiha derbirî: “Di sedsala 21’an de divê êdî gelê kurd xwedî statuyek be. Em ê qet nebin kole û em koletiyê qebûl nekin.”

‘Tehemûla kurdî nakin’

Di berdewamê de jî parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş axivî û anî ziman ku tayînkirina qeyûman tê wateya dîktatoriyê. Beştaş daxuyand ku tayînkirina qeyûman di qada siyasetê de tê wateya girtina bajarekî û wiha bi dawî kir: “Bi hemû derew û hîleyan rojevê aloz û şolî dikin. Dixwazin berxwedan û xwedîderketina gel a şaredariyan veşêrin. Lê bi ser neketin. Bila neyê jibîrkirin ku heta niha gelê kurd ev zordestî qebûl nekiriye û ji niha û şûnde jî qebûl nake. Hê jî tehemûla çand û zimanê kurdî nakin. Dema ku hunermend Dodan li Êlihê strana bi kurdî dibêje, mîkrofana wî tê girtin.”

Strana ‘Ay Dîlberê’ strîn

Beştaş piştî axaftinê jî strana ‘Ay dîlberê’ ku ji hêla helbestvanê kurd ê nemir Feqiyê Teyran ve hatiye nivîsandin û di serî de hunermend Aram Tîgran, Ciwan Heco û gelek hunermendên cuda ve hatiye gotin, strî. Girseyê jî bi Beştaş re strana Ay Dîlberê strî.

Herî dawî jî çalkaiya rûniştinê hate lidarxistin û çalakî bi dirûşman bi dawî bû. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar