Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Ji Antalya heta Qersê xebatên hilbijartinê didomin

Namzetên HDP’ê yên hevşaredariyan xebatên xwe yên hilbijartina xwecihî berdewam dikin. Namzet ji bajaran heta gundan welatî, esnaf û cotkaran ziyaret dikin û piştgiriyê ji wan dixwazin

Namzetên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên hevşaredariyan li gelek navendan xebatên xwe berdewam dikin û welatî, esnaf û cotkaran ziyaret dikin, buroyê hilbijartinê vedikin û bi rojnamegeran re civînê li dar dixin.

Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Qersê Ayhan Bîlgen û Şevîn Alaca bi endamên çapemeniyê re hatin gel û civîn li dar xistin. Bîlgen û Alaca behsa xebatên xwe ji rojnamegeran kirin û pirsên rojnamegeran bersivandin.

Rêxistina HDP’ê ya Bedlîsê Bajarokê Pirxûsê ya girêdayî Navçeya Xelatê ya Bedlîsê buroya hilbijartinê vekir. Vekirina buroyê bi girseyî pêk hat Namzetê HDP’ê yê Hevşaredariya Mûşê Sirri Sakik, Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Pirxûsê Sariye Yilmaz û Baran Turan, rêveberên HDP’ê û gelek welatî beşdar bûn. Ber buroya hilbijartinê bi alên HDP’ê hatin xemilandin û welatiyan li ber stranan govend gerand. Di vekirina buroyê de namzetan gel silav kir. Sirri Sakik axaftinek kurt kir û got: “Hûnê li dijî zilmê roja hilbijartinê bersivek baş bidin van zilmdaran. Roj roja yekîtiyê ye û em li hev xwedî derkevin. Ez bawerim hûnê nehêlin tu şaredariyê me bikeve destê AKP’ê. Ji bo vê yekê werin em hemû bi hev re li dora îradeya xwe bibin xelek.”

Namzeta HDP’ê yên Hevşaredariya Akdenîza Mêrsînê Şîlan Yuksekkaya, Parlamentera HDP’ê ya Mêrsînê Fatma Kurtulan û endamên Meclisa Jinan a HDP’a Mêrsînê di çarçoveya xebatên 8’ê Adarê û hilbijartina xwecihî de li taxên Karaduvar û Kazanli karkerên çandiniyê û fabrîkayan ziyaret kirin û qurnefil li wan belav kirin.

Rêxistina HDP’ê ya Antalyayê jî Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Alanya Ziynet Bol û Mehmet Şîrîn Fîlîz bi gel dan nasîn. Parlamenterê HDP’ê yê Edeneyê Kemal Pekoz û rêveberên HDP’ê û gelek kes beşdarî danasînê bûn.  Piştî danasînê HDP’iyan Şaxa Egîtîm Sen a Alanya, Komeleya Karsazên Rojhilat û Başurrojhilat û Komeleya Pîr Sultan Abdal ziyaret kirin.

Rêxistina HDP’ê ya Hatayê jî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de bi beşdariya Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogullari li avahiya HDP’a Navçeya Îskenderûnê civîna gel li dar xistin. Hatimogulari di civînê de axivî û diyar kir ku divê her kes xwedî li çalakiya Leyla Guven û girtiyan derkeve û ji bo rakirina tecrîdê her kesî vexwend têkoşînê. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar