Dostên gelê kurd di 10’ê cotmeha 2023’yan de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd pêngava gerdûnî dan destpêkirin. Pêngava azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di sala duyemîn de bi hemû hêza xwe didome. Di vê çarçoveyê de li Arjantînê di 13’ê mijdarê di bin navê “Kampanyaya azadiyê” de pêvajoyeke nû ya çalakiyan hate destpêkirin. Îmzeyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Apo hatine komkirin, dê ji Corte Inter America û Konseya Ewropayê re bên şandin. Gelek parlamenter jî piştgiriyê didin kampanyayê.
Yek ji kesên piştgiriyê dide kampanyayê jî endama Meclisa Nûneran a Arjantînê Mónica Leticia Schlotthauer e. Schlotthauer, diyar kir ku ew dixwazin piştgiriyê bidin têkoşîna mafê tayînkirina çarenûsa gelê kurd. Schlotthauer wiha domand: “Em li gel têkoşîna azadiyê ya gelê kurd in. Yek ji sedema tevlibûna me ya vê pêngavê, êrîşên rejîma otokratîk a Erdogan e.”
Schlotthauer destnîşan kir ku li gel Abdullah Ocalan divê girtiyên din ên siyasî jî bên berdan û wiha pê de çû: “Beriya her tiştekî divê Abdullah Ocalan û bi hezaran girtiyên siyasî tavilê bên berdan. Em astengkirinên rejîmê bi tundî şermezar dikin. Dema girtîmayîna Ocalan û şert û mercên girtiyên siyasî tê de tên ragirtin, ne tenê binpêkirina peymanên neteweyî û navneteweyî ye, di heman demê de li dijî normên herî bingehîn ên mirovahiyê ne. Ev, polîtîkayên zext û zordariyê yên desthilata tirk a li dijî gelê kurd û gelên din e. Azadiya Ocalan û bi hezaran girtiyên siyasî, di heman demê de ji bo azadiya gelê kurd dê gaveke girîng û ji bo hemû gelên ji bo azadiyê têdikoşin jî dê were wateya serkeftinê.”