Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Ji avabûnê heya tunebûnê DAIŞ

Koma çeteyên DAIŞ’ê ku di sala 2013’yan de li Iraqê çêbû û di nava du salan de beşek fireh ya xaka Iraq û Suriyeyê dagir kir, piştî 6 salên tije komkujî û talanê, ji aliyê şervanên YPG, YPJ, HSD’ê ve ji holê hat rakirin

Hêzên Suriyeya Demokratîk (HSD) ku li rojhilatê Dêra Zor li dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyona dawî dimeşandin, di 21’ê Adarê roja Newrozê de bi daxuyaniyekê eşkere kir ku wan DAIŞ di aliyê leşkerî de tune kiriye û operasyon bidawî bûye. Bi vê yekê re serdemeke tarî ku ji bo mirovahiyê tije êş, komkujî û talan bû, bidawî hat.

Çeteyên 6 salan bûn belaya serê mirovahiyê, bi pêşengiya kurdan ji holê hatin rakirin.

Navê DAIŞ di sala 2013’an de hat bihîstin. Lê hîmê ji beriya wê hatibû avêtin.  DAIŞ destpêkê berdewamiya koma Tevhît û Cîhad ku Ebu Mesep Zerqawî yê bi eslê xwe ji Urdunê ye pêşengiya wê dikir bû. Ev kom di sala 2004’an de li Iraqê hatibû avakirin. Piştî ku Zerqawî di encama êrîşek hêzên Amerîkayê de hat kuştin, Ebû Hemzeyê Muhacirîn bû serokê vê komê. Piştî wê jî koma bi navê Dewleta Îslamî ya Iraqê ku bingeha DAIŞ’ê ye, ji aliyê Ebû Umerî Bexdadî ve hat avakirin.

Di nîsana 2010’an de Ebû Umerî Bexdadî û Ebu Hemze Muhacirî di operasyonek hêzên Amerîkayê ya li Iraqê de hatin kuştin. Piştî wê jî komê ragihand ku Ebubekir Bexdadî weke serokê vê komê hatiye hilbijartin. Di sala 2013’an de î Eniya El-Nusra ku parçeye ser bi vê komê ve bû û li Suriye dima, bi Dewleta Îslamî ya Iraqê re, di bin navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şam (DAIŞ) bûn yek.

Di destpêka damezirandina DAIŞ`ê de egera firehbûnê nebû. Ji bo vê berê xwe da Suriyeyê. Rewşa Suriyeyê dest da ku DAIŞ bikare herêmêk berfireh bixe bin kontrola xwe de û dagir bike. Dagirkeriya çeteyên DAIŞ li sînorên Iraq û Suriyeyê destpê kir. Dagirkerî heya herêma Dêrezor, Raqa û beşek ji xaka Heleb û Himz dewam kir. Çeteyên DAIŞ’ê êrîşê Rojavayê Kurdistanê jî kirin. Çeteyan hewl dan ji navçeyên Tilhemîs, Şedadê û navçeyê Başûr û Rojavayê Hesekê heya digihe Girê Spî û Kobanê dagir bike.

Piştî 3 mehan dagirkirina bajarê Reqa ku DAIŞ’ê weke paytexta xwe ragihandbû, vê carê êrîşê bajarê Musilê kir. Çeteyên DAIŞ di 10’ê hezîrana 2014’an de bajarê Musilê dagir kirin. Piştî wê 3 Tebaxê bi awayek hovane êrîşê Şengalê kirin û wir jî dagir kirin. Piştî wê jî çeteyan bajarê Enbar, Selahedîn, beşek ji Kerkûk û beşek jî ji Diyale dagirkirin.

Sucên DAIŞ’ê

Çeteyên DAIŞ li Suriye û Iraqê gelek komkujiyên mezin pêk anî. Gelek mirov ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve bi hovane hatin qetil kirin û qetilkirina mirovan bi dîmen dihat belavkirin. Ji bo vê yekê tirsek mezin ya çeteyên DAIŞ belav bibû. Çeteyên DAIŞ yek ji komkujiyên herî mezin li Şengalê pêk anî. Bi hezaran xelkê êzidî ji aliyê çeteyan ve hatin kuştin û ewqas jî hatin revandin. Çeteyan bi hezaran jinên ciwan yên êzidî weke kole di bazaran de difirot. Çeteyan jinên êzidî bi tayet di bazaranên Reqqa û navçeyên dibin desthilatiya xwe de difirot. Sucên ku çeteyan li Şengalê pêkanîn ewqas mezinbûn, civaka navnetewî weke jenosîd binavkir.

Ji bilî Şengalê çeteyan li Suriye û Iraqê jî gelek sucên mezin kir. Bi dehan komkujî pêk anî. Çeteyan di sala 2015’an de di êrîşek ya ser Spayker a ser bajarê Selahedîn nêzî 1700 xwendekarên kolejê qetil kir. Zêdetirî 5 hezar welatî li Iraqê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin kuştin.

Têkçûna DAIŞ’ê

Hemû sucên çeteyên DAIŞ’ê kirî, bû sedemê tirs û xuruşek mezin. Ji bo vê li Iraq û Suriyeyê bi awayek zû gelek bajar û navçe dagirkir. DAIŞ’ê tirsek wesan belav kir ku tu hêzek nekaribe li hemberî bisekin. Nimûneya vê jî di dagirkirina bajarê Musilê de diyar bû. Çeteyan di nava 10 saetan de karîn bajarê duwem yê mezin ê Iraqê dagir bike. Li rexmê ku li Musilê tabura duwem ya herî mezin a leşkerên Iraqê hebû jî lê hat dagirkirin.

Tirsa belavbûyî şikest

Cara yekem tirsa çeteyên DAIŞ’ê li ser mirovahiyê belavkirî, li Şengal şikest. Komek gerîlayên Hêza Parastina Gel (HPG) Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) karîn li Rebîa pêşî li êrîşa çeteyên DAIŞ’ê bigrin û bi hezaran welatiyên êzidî ji komkujiya çeteyan rizgar kirin. Gerîlayan korîdorek mirovî vekirin û bi hezaran êzidî ji çeteyan rizgar kirin û şandin rojavayê Kurdistanê. 12 gerîlayên HPG’ê karîn rê li ber serkeftina çeteyên DAIŞ’ê bigre. Gerîlayan bi hezaran êzidî li çiyayê Şengalê parastin û ji komkujiya çeteyan rizgar kirin. Piştî ku çete rubiru parastina gerîlayan bû, çeteyan berê êrîşa xwe da rojavayê Kurdistanê. Çete li wir jî li dijî şervanên YPG’ê şikestin. Ji bo vê DAIŞ’ê bi hemû hêza xwe êrîşê Kobanê kir.

Di roja 15’ê îlona 2015’an de çeteyên DAIŞ bi hemû hêza xwe êrîşê ser Kobanê kir. Hêzek kêm ya şervanên YPG’ê li Kobanê hebû. Lê bi îradeyek xurt û mezin li hemberî çeteyan şer kirin. Piştî şerê 134 rojan, di 27’ê çileya 2015’an de bajarê Kobanê û gundên wê ji çeteyên DAIŞ hate rizgarkirin. Çeteyan bi Kobanê re cara duwem li hemberî şervanên kurd şikestin. Berxwedana şervnanan ji hemû cîhanê re got ku ger îrade hebe wê têkçûna DAIŞ’ê jî mîsoger be.

Di tebaxa 2015’an de çeteyên DAIŞ’ê êrîşê navçeya Mexmûrê kirin û dagir kirin. Çete ber bi Guwêr ve çûn û bi vê re metirsî li ser bajarê Hewlêrê jî çêbû. Lê hêzek ya gerîlayên HPG bi pêşmergeyan re û alîkariya hevpeymana navnetewî pêşiya çeteyan girtin û karîn pêşketina DAIŞ’ê bidin rawestindin. Ev jî weke 3’emîn şikestina DAIŞ’ê hat binavkirin.

Çeteyan gelek caran êrîşê Kerkûkê kirin. Lê hêzên pêşmergeyan bi alîkariya gerîlayên HPG’ê gelek caran hewldanên dagirkirina Kerkûkê vala derxistin.

Şikestina çeteyên DAIŞ’ê ya ji aliyê hêzên gerîla, şervanên YPG, YPJ, HSD û pêşmergeyan, ji bo hêzên Iraq û Suriyeyê bû çavkaniyek bi hêz. Îradeya ku kurdan nîşan kirî bû mînakek berçav. Piştî 2 salan bi ser dagirkirina Musilê re, serokwezîrê Iraqê yê wê demê Heyder Ebadî fermana operasyona rizgarkirina Musilê da. Di nava 10 mehan de çeteyên DAIŞ ji Musil hatin paqijkirin. Iraqê di 10’ê tîrmeha 2017’an Musil û navçeyên derdora wê ji çeteyan paqij kir.

Li Bakurê Suriyeyê jî operasyona azadkirina bajarê Reqqa ku weke paytexta DAIŞ’ê dihat dîtin dest pê kir. Operasyona şervanên HSD’ê di 6’ê mijdara 2016’an de dest pê kir û di 20’ê cotmeha 2017’an de bajarê Reqqa ango paytexta DAIŞ’ê ji aliyê HSD’ê ve hate rizgarkirin.

Şerê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê berdewam kir. Şervanên HSD’ê operasyona dawî li Dêrezorê da destpê kirin. Şervanên HSD’ê li Dêrezorê dawiya DAIŞ’ê anî û metirsiya li ser cîhanê jî rabû. Şervanan bi deh hezaran jin, zarok û kal ji destê çeteyan rizgar kirin.

Çavkanî: Rojnews

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar