Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Ji ber ava vexwarinê girtî nexweş ketine

Vedat Kalin ji Girtîgeha Tîpa L a Panosê ragihand ku ava vexwarinê qirêj e û ji ber vê nexweş ketine, lê belê sewqî nexweşxaneyê nayên kirin

Vedat Kalin (25) ku di 2’yê çileya 2015’an de bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hat girtin û 9 sal ceza lê hat birîn, bi rêya telefonê ragihand ku li Girtîgeha Tîpa L a Panosê ava vexwarinê qirêjî ye û ji ber vê gelek girtî nexweş ketine, canê wan birînî bûye.

Kalin bi rêya telefonê ji malbata xwe re ev tişt ragihand: “Girtîgeha Panosê li ser çiravekê hatiye çêkirin. Loma ava wê ya şebekeyê tuneye. Bo sondajê ji bîran tê kişandin. Nayê dawerivandin. Tiştên kîmyewî tê de ne. Her wiha bermayiyên wekî yên petrolê jî di nav de hene. Gava em ser çavê xwe dişon bêhna mazotê û rîn jê tê. Ava germ jî tuneye. Niha diranê gelek kesan diêşe. Herî zêde tesîrê li diranan kiriye. Li ser canê min birîn çêbûne. Her diçe zêde dibin. Min gelek caran daxwazname nivîsandin, lê ez nehatim sewqkirin. Bê sebeb daxwaza me ya ji bo nexweşxaneyê tê redkirin. Li vir canê hevalan hemûyan bûye birîn. Bi kêfî me nabin cem bijîşk.”

Berpirsyar dewlet e

Ap Kiyas Kalin ku bi telefonê bi biraziyê xwe Vedat Kalin re axivî, anî ziman ku berpirsiyar dewlet e. Kalin da zanîn ku biraziyê wî li dijî tecrîda li Îmraliyê 70 rojî di greva birçîbûnê de ma û wiha got: “Diviya dewlet nexweşan bibirana nexweşxaneyê, lê bêyî sebeb daxwaznameyên wan red dike û wan nabe nexweşxaneyê. Ev îşkence ye. Girtî di greva birçîbûnê de man. Niha rewşa Vedat qet nebaş e. Nikare rakeve, ev bi tena serê xwe îşkence ye.”

Her wiha Kalin diyar kir ku divê Wezareta Dadê girtîgehê konrol bike û ava heyî lêkolîn bike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê derbarê ava vexwarinê ya li girtîgehê rapor bên amadekirin. Divê bê zanîn ka çi qasî zirarê dide canê mirovan û tenduristiya wan. Em dixwazin parêzvanên mafên mirovan, Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê ji bo vê tev bigerin. Divê Wezareta Dadê dadê pêk bîne.”  AGIRÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar