Li bajarê Bombay a Hindistanê, ji ber barana zêde dîwarek hilweşiya û di encamê de herî kêm 15 kes mirin 69 kes jî birîndar bûn
Li bajarê Bombay ê Hindistanê barana muson roja Sêşemê bû sedem ku dîwarek hilweşe. Li gorî çavkaniyên servîsa lezgîn, ji ber hilweşîna dîwar 15 kes mirin û 69 kes jî birîndar bûn.
Bombay mezintirîn bajarê Hindistanê ye ku li rojavayê peravê ye û nifûsa xwe derdora 20 milyon kesî ye. Rayedaran ji ber barana zêde ya muson li bajêr roja sêşemê bêhnvedan ragihandin û ji mirovên li bajêr xwestin ku dernekevin derve. BOMBAY