Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Ji ber bêkariyê xelk ji welat direve’

Mamosta û pisporên civakî diyar kirin ku ji ber nebûna kar û krîza aborî xelk ji welat direve û gotin ku divê hikûmet bi guhertina zagon û başkirina rewşa aborî rê li koçberiyê bigire

Ji ber nebûna kar, krîza aborî û nebûna azadiyê ciwanên başurê Kurdistan û Iraqê berê xwe didin Ewropayê. Li gorî daneyên Federasyona Koçberan a Navdewletî, di nav 4 salên borî de 274 koçberên iraqî di rêyên koçberiyê de jiyana xwe ji dest dane û ji sedî 72’yê wan kurd in. Mamoste û pisporên civakî li ser vê mijarê ji Rojnews’ê re axivîn.

Mamostayê Zanîngeha Silêmaniye Dr. Mihemed Celal Hesen li ser sedema ji welat reviyan û çawaniya rêgirtina koçberiya derveyî welat û wiha got: “Xwendevan zanîngehê xilas dikin, lê kar ji bo wan nayê dayîn, ji pergala herêmê bê hêvî bûne, kar nîne û rewşa aborî xera bûye. Azadiya takekesî hatiye sînordarkirin. Ji ber van sedeman jî ciwan û gel bi riyên nezagonî koçî derveyî welat dikin. Ji ber ku ji rêyaa zagonî hêsantir e vê rêyê hildibijêrin. Lê li gel vê jî metirsî û zehmetiyên wê jî hene.”

Mamostayê Zanîngeha Silêmaniye Dr. Mihemed Celal Hesen bal kişand li ser pêşîlêgirtina reva ji welat û wiha domand: “Ji ber ku li wan welatan kar jî nekin, ji ber ku welatên pêşketî ne, pere didin wan û cih ji bo wan peyda dikin. Çend xal hene ku ji bo em rê li koçberiyê bigirin ew jî projeyên ji bo ciwanan derxistine, alîkarî dayîna ciwanan, rêk û pêk kirina zagonan e. Li cihê karkerên biyanî karkerên xwecihî dikarin kar bikin.”

Endamê Rêxistina Mirgan Project ku bi rewşa penaberan û koçberiyê re eleqeder dibe Usame Reşîd jî li ser koçberiya derveyî welat, diyar kir ku koçkirin mafê hêr kesê ye, lê bi rêyên zagonî ne bi rêyên din ên cuda û wiha got: “Bêguman welat bi cih hiştin jî çend sedemên xwe hene, ew jî nebûna aborîyek baş, piştî qedandina zanîngeh yan dibistanê bêkarmayîn, nebûna azadiya takekesî ku gelek caran ciwan cuda difikirin, lê ji ber ku ew azadî li vir tê sinordarkirin, nikarin fikrên xwe raber bikin. Bêkarî dike ku xelk welat bi cih bihêlin. Ew kesên ku welat bi cih jî dihêlin di torên civakî de, Ewropa wisa azad û xweş, weke biheştekê nîşan didin, ev jî dike ku xelk welat bi cih bihêlin biçin.”

Endamê Rêxistina Mirgan Project Usame Reşîd, derbirî ku divê ji bo pêşîlêgirtina koçberiyê hikûmet siyaset û zagonên xwe biguhere û wiha got: “Divê rewşa aborî bê başkirin û dema ku xwendevan dibistan an zanîngeh qedandin, derfetên kar ji bo wan bên dayîn. Jiyana xelkê bê başkirin.” SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar