Buroya Ragihandina Çapemeniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber ‘Di navbera gelê kurd de hêrs û nefrete zêde dike’ belgeya destûrê ya kanala Kurdistan24’ê betal kir. Buroya ragihandinê li ser malpera xwe ya fermî biryar weşand.
Daîreyê di biryarê de wiha got: “Kanala Kurdistan24 hestê kîndariyê gur dike, fîtneyê di navbera gelê kurd de pêk tîne û şerê di navbera kurdan de teşwîq dike. Em dibînin ku ev yek li dijî rêgeza exlaqî ya dezgehên çapemeniyê ye.
Ji ber vê yekê û li gorî qanûnên ragihandinê yên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Buroya Ragihandina Çapemeniyê ya Rêveberiya Xweser destûrnameya kanala Kurdistan24 li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê betal kir.” QAMIŞLO