Bi hinceta bi KHK’ê hatiye îxrackirin mazbeta nedan Hevşaredarê Bazarcixê Abûbekîr Erkmen
Piştî namzetê HDP’ê Abûbekîr Erkmen li bajaroka Bazarcixê ya navçeya Dîgor a Qersê di hilbijartina 31’ê Adarê de bi ser ket, bi hinceta bi KHK’ê hatiye îxrackirin mazbrta wî nedan.
Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê, mazbeta ji Serokatiya Desteya Hilbijartina Bilind re şand û xwest dîtina xwe rê bike. QERS