Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Ji ber bi kurdî axivî hat kuştin lê îfadeya malbata wî jî nehat girtin

Li Sakaryayê, Şîrîn Tosûn ji ber bi kurdî axivîbû hatibû kuştin. Di lêpirsîna derbarê mirina Tosûn de, îfadeya malbatê nehat girtin

Şîrîn Tosûnê ji Amedê, tevî xwişk û birayên xwe ji bo kar çûbû Sakaryayê. Di 21’ê Tebaxê de gava Şîrîn Tosûn ê 19 salî tevî hevalê xwe M.Z. ji gundê Parali yê navçeya Karasû ya Sakaryayê vedigeriya, wesayîteke plakeya wê 21 leqayî wan tê û bi kurdî re bi hev re diaxivin. Gava bi kurdî diaxivin 6 kesên li derdorê bi çekan êrîşî wan dikin. Pêşî êrîşkaran ji wan re gotiye “Hûn ji bo çi bi kurdî diaxivin” û paşê êrîşî wan kirine. Di êrîşê de fîşek li ser Tosûn dikeve û hevalê wî M.Z. jî bêyî birîndar bibe xelas dibe. Di dema êrîşê de M.Z. diçe malekê û alîkariyê dixwaze. Paşê ambulans tên cihê bûyerê û Tosûn dibin Nexweşxaneya Dewletê ya Sakaryayê. Tosûn, piştî 51 rojên li nexweşxaneyê di 13’ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest da. Malbatê cenazeyê wî anîn û li Taxa Kaygûsûz a navçeya Pîran a Amedê veşart.

Piştî bûyerê Serdozgeriya Komarê ya Sakaryayê lêpirsîn da destpêkirin û êrîşkar hatin zevtkirin. Êrîşkar hefteyekê di bin çavan de man. Ji êrîşkaran 2 kes hatin girtin 4 kes jî hatin berdan. Lê belê ne dozgeriyê û ne jî emniyetê bi tu awayî îfadeya malbata Tosûn negirtiye.

Birayê Tosûn Abdûrrahman Tosûn, destnîşan kir ku ji ber ku birayê wî bi kurdî xeber daye hatiye kuştin. Tosûn, bilêv kir ku ji êrîşkaran tenê du kes hatine girtin û got, ne dozgeriyê ne jî emniyetê bi tu awayî îfadeya wan negirtiye. Tosûn ku got “Me nikaribû li nexweşxaneyê bi kurdî xeber bide” bilêv kir ku dema li nexweşxaneyê bûne kes ji bo alîkariyê nehatiye cem wan. Tosûn, got: “Birayê min belaheq, sirf ji ber bi kurdî xeber daye hatiye kuştin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar