Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Ji ber bi kurdî distrê qereqolê gef lê xwarin

Hozan Cesîm (Cesîm Başboga) li Bedlîsê bi salan e li dawetan û şahiyan de bi kurdî distrê û ji ber di çalakiyên HDP’ê de bi kurdî striyaye der barê wî de gelek caran lêpirsîn hatine destpêkirin. Lê belê vê carê hin kesên xwe wekî ‘elemanên îstixbaratê’ dane naskirin gef lê xwarine.

Hozan Cesîm anî ziman ku di 9’ê îlonê de Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr gazî wî kiriye û li vê derê du kesên sivîl wî birine odeyekê û jê re gotine stranên ku li dawetan dibêje stranên propagandayê ne û jê re gotine careke din bi kurdî nestrê û tev li çalakiyên HDP’ê nebe.

Hozan Cesîm diyar kir ku gava çûye Fermandariya Cendirmeyan du kesên sivîl ew pêşwazî kirine û ev tişt anî ziman: “Min birin odeyekê. Gotin em elemanên MÎT’ê ne. Gava min pirsî ‘we ji bo çi gazî min kiriye?’ Gotin, ‘Der barê te de tiştên nexweş tên guhê me. Tu tev li çalakiyên HDP’ê yên Bedlîsê dibî. Çima tu tev li dibî? Ma li vî bajarî ji xeynî te hunermend tune ne?’ Min got, berê ez endamê HDP’ê bûm. Min got, îja ez ê li Bedlîsê bi îngilîzî bistrêm. Ji min re gotin divê tu bi kurdî nestrê yan jê wê tiştên nexweş bên serê te. Herî dawî gotin, ’em hêvîdar in tu hay ji xwe hebî.’”

Her wiha Hozan Cesîm destnîşan kir ku bi mirinê û girtinê gefa li mirovan tên xwarin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di sala 2015’an de gava ez rêvebirê HDP’a Bedlîsê bûm hatim girtin. 6 sal û 3 meh ceza li min hat birîn. Di sala 2019’an de ji ber tev li Newroza Tetwanê bûm der barê min de lêpirsîn hat destpêkirin. Lê ligel van astengî û bêhiqûqîtiyan jî ez ê dev ji zimanê xwe û çanda xwe bernedim û ez ê hunera xwe û xebatên xwe bidomînim.” BEDLÎS

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar