PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Ji ber daxuyaniya ku tev li nebûye tê darizandin!

Derbarê Pinar Yilmaz a ku li Şemzînanê dijî de, ji ber daxuyaniyeke çapemeniyê ya li Geverê ku tev li wê nebûye, bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ doz lê hat vekirin

Tevgera Jinên Azad (TJA) di 9’ê tebaxa 2016’an de li hemberî tecrîdê li Gevera Colemêrgê daxuyaniyek dabû. Piştî daxuyaniyê 11 jin hatibûn binçavkirin û 7 rojan di bin çavan de mabûn û paşê bi şertê kontrolkirina edlî hatibûn berdan. Piştî binçavkirinê bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ doz li kesên hatibûn binçavkirin hat vekirin. Yek ji van jinan jî Pinar Yilmaz bû. Yilmaz ji ber daxuyaniyeke ku tev li wê nebûye tê darizandin.

Îdianame ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê ve hatiye amadekirin û Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê jî îdianame qebûl kiriye. Rêvebera Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Pinar Yilmaz ku li Şemzînanê dijî û wê rojê tev li daxuyaniyê nebûye, di îdianameyê de hatiye diyarkirin ku tev lê bûye. Her wiha di îdianameyê de wêneyê jineke din wekî wêneyê Yilmaz be hatiye bicihkirin.

Yilmaz îspat kiriye ku wêneyê di îdianameyê de ne yê wê ye, lê belê dîsa jî derbarê wê de doz hatiye vekirin.

Têkildar mijarê Yilmaz ev tişt anî ziman: “Di roja 7’an a binçavkirinê de min birin dozgeriyê. Lê belê beriya dozgeriyê polîsan wêneyek nîşanî min dabûn. Min jî got, ew wêne ne yê min e. Polîsekî TEM’ê jî got ‘Belê bi şaşî çê bûye, lê îş çû qediya.’ Paşê min birin dozgeriyê û hatim berdan. Piştre îdianame hat amadekirin. Di danişînan de min got, ew ne wêneyê min e. Min ji dadgehê xwest sinyalên telefonê bên lêkolînkirin. Paşê emniyet hat Şemzînanê sînyal taqîb kirin û derket holê ku ez wê rojê li Şemzînanê bûme. Her wiha wêneyên min jî hatin kişandin û di dosyeyê de hatin bicihkirin û derket holê ku wêne ne yê min e. Ev qas delîl û belge hene, lê dîsa jî bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ têm darizandin.”

Her wiha Yilmaz destnîşan kir ku ev bêhiqûqiye û wiha got: “Ev bêhiqûqiyek pir mezin e. Ji ber dozeke belehq belesebeb bi salan e têm darizandin. Bila ev bêhiqûqî bi dawî bibe.” COLEMÊRG

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar