Rêveberiya Giştî ya Polîsên Hewlêrê ragihand ku endamekî wan ji ber pirsgirêka deyn dawî li jiyana xwe ji aniye
Polîsê Hewlêrê yê bi navê Remezan Mihemed şevê din bi çekê dawî li jiyana xwe anî.
Berdevkê Polîsên Hewlêrê Hogir Ezîz têkildarî bûyerê ev agahî dan: “Ew karmendê polîs ji ber sedema kêm deramî û deyndariyê xwe kuşt. Weke piraniya bûyeran der barê bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.” HEWLÊR