Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

‘Ji ber dirûtiya Ewropa Tirkiye komkûjiyan li ser kurdan dike’

Hevseroka MSD'ê Îlham Ehmed anî ziman ku herkes dizane Tirkiye çekên ji NATO’yê digire tenê li dijî kurdan bi kar tîne û ev tişt got: “Ji ber ku welatên Ewropa dirûtiyê dikin, Tirkiye çekên ji NATO û welatên digire tenê li dijî kurdan bi kar tine.”

Di erdheja navenda wê Mereş bû li gor daneyên fermî li dora 50 hezar mirovî jiyana xwe ji dest dan. Vê erdhejê bandor li 11 bajaran kir û tevî ku ji ser erdhejê ev du meh derbas bûye jî lê hîn pirsgirêka pêdekirina kon dewam dike. Îktidara AKP-MHP’ê di vê pêvajoyê de şer jî dewam kir. Êrîşên li ser rojava û başûrê Kurdistanê yên ji bejahî û hewayê bê navber dewam kir. Piştî erdhejê KCK’ê biryara bêçalakiyê da. Aşkere kir ku wê ev biryar heta 14’ê Gulanê dewam kir.

Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed êrîşên li ser gelê kurd, bêdengiya navneteweyî ya li dijî êrîşan, hilbijartinên nêz dibin, têkoşîna jinên kurd, ruhê Newrozê ji JINNEWS’ê re nirxand.

‘Tekane armanca tirkan tunekirina kurdan e’

Ehmed bi lêv kir ku dewleta tirk li beramberî kurdan her dem siyaseta qirkirin û tunekirinê bi rêve biriye û wiha got:” Ji avabûna Komara Tirkiyeyê heya niha heman siyaset bi rê ve biriye. Li ser rojava hewldanên qirkirinê berdewam kiriye. Dema projeya diyaloga aştiyê di navbera PKK û Tirkiyeyê de hebû, nermbûnek çêbû, çûn û hatinên me li Tirkiyeyê çêdibûn, hevdîtinên me bi rayedarên Tirkiyeyê re pêk dihatin. Wan pesnê YPG’ê didan, ji ber hêzek bi dîsîpilîn e û tu xeterî li ser Tirkiyeyê ava nekiriye, berovajî wê ew bûne sedema ewlehiya Tirkiyeyê lê dema projeya diyalogê têk çû wan li dijî Rojava êrîş dest pê kir. Mijar ew e ku Tirkiye naxwaze li tu deverê kurd bibin xwedî maf. Ew her dixwaze kurdan di bin kontrola xwe de bigire û wan bihelîne, biperçiqîne. Tirkiye bi hinceta ku ew bi ‘terora’ kurdan rû bi rû dimîne bi milyaran alikarîya çekan ji NATO û welatên din digire. Ger ev mijar ji dest derkeve alikariyê nagire, lewma naxwaze çareser bike û her xwe mexdûr nîşan dide. Xwe ne wekî zilmkar wekî ku xwedî maf be nîşan dide.”

‘Polîtîkaya dagirkeran heman e’

Ehmed da zanîn ku dewletên serdest ên li Kurdistanê hukum dikin, her çiqas bi hev re bi nakok bin, lê li beramberî kurda xwedî heman siyaset in, Îran yek ji dewletên hîn muxalîfên xwe didin sêdarê ye û wiha dewam kir:” Heya niha jî bi çavsorkirin û tirsandinê xelk kontrol kiriye, bi Tirkiyeyê re li dijî kurdan ketine nav tifaqan. Jîna Emînî jinek aktivîst bû bê zerer bû, tenê li pey hinek mafên xwe û jinan bû, hat kuştin. Piştî wê jî Îranê li dijî serhildanan bi hovîtî êrîş kir. Bi siyaset û hişmendiyê bi Tirkiyeyê re xwedî heman rêbaz in, lewma yek li rojhilat, yek jî li rojava êrîşa hemzeman dest pê kirin.”

‘Dirûtiya welatan dibe sedema komkûjiya kurdan’

Ehmed diyar kir ku şerê Ûkraynayê wek derfetek mezin ket destê Tirkiyeyê ji bo zextê li ser dewletan bikin û şertên xwe deyne holê, ji ber ew fêm dike ku NATO hewceyî rola Tirkiyeyê yê di şerê Ûkraynayê de ye, xwe giran kir û zêdetir xizmet ji Rûsyayê re kir û wiha pê de çû:”Wer xuyaye ku Tirkiye di vî şerî de zêdetir xizmet ji Rûsyayê re kir. Di firehbûna NATO’yê de rolek li dij NATO’yê lîst û di helwesta xwe de bi israr e. Ev bû sedem ku dewletên NATO’yê li ser hesabê kurdan tawîz bidin, nimûne, serbestkirina firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê, dewletên xwedî pirensîbên mafên mirovan biryar dan ku kurdên penaber radestî Tirkiyeyê bikin. Û li dijî prensîbên xwe derkevin. Ev dirûtiya pîvanan li gel hinek welatan gelek xeter e, dibe sedema komkujiyan. Her kes dizane ku Tirkiye çekan tenê li dijî kurdan bi kar tîne.”

‘Tirkiyeyê bi pereyên Ewrûpa çete xwedîkir’

Ehmed bal kişand ser mijara penaberan û wiha lê zêde kir:”Mijara penaberan li gel Tirkiyeyê, gelek bi xirabî tê bikaranîn, bi 3 milyon penaber Tirkiye bi milyaran pere ji welatê Ewropayê digire. Bi fermî Ewropa bêdengiya derbarê Tirkiyeyê de bi peran dikire. Qaşo pêwîst e penaberên Sûriyeyê xwedî bike, lê ya rast ew e ku Tirkiyeyê her çek û cebilxane ji çeteyan re şand û gelên li Sûriyeyê ji axa wan derxistin, koçber kirin û di qampan de her rengê xirabiyê bi wan re kirin. Ji îstismara zarok û jinan de bigire heya tîcareta organên mirovan. Dagirkerî li ser herêmên kurdan kir. Ev hemû bi pereyê alîkariyê kir.”

‘Em hêvîdarin Newroza îsal bibe wesîleya aştiyek mayînde’

Ehmed da zanîn ku Newroza îsal wek her carê bi coş û heyecan hat pîrozkirin, li gel ku êşa erdhejê hêj berdewam bû, lê Newroz bû sedema dermankirina wan êşan, car din hêvî da gelê kurd û yê herêmê ku Newroz wê bibe sedema roj û jiyanek nû ji bo her miletekî azadîxwaz û wiha got:”Bi hatina hilbjartinan re, Newroz bû sedema amadekirin û nîşandana îradeyê ku ev hilbjartin dibe ku bibe sedema çareserkirina pirsgirêka kurd. Dibe bibe sedema bidawîkirina şer û pêkanîna aştiyek mayinde, bibe sedema vekişîna Tirkiyeyê ya ji axa welatên cîran. Bibe sedema azadkirina hemû girtiyên siyasî yên mîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rêhevalên wî. Ger ev pêk were wê Tirkiye ji welatên demokratîk re bibe hevalbendek baş.”

‘Tirkiye û hêzên tarî jinên kurd xistin navenda êrîşên xwe’

Ehmed diyar kir ku rayedarên tirk gotibûn ku tevgera kurdan tevgera jinan e, bi vê şêwazê jin kirin armanca êrîşên xwe û wiha got:” Rast e tevgera azadiyê giringiyek pir mezin daye rola jinan ya din jiyan û tekoşînê de û wê barekî mezin û girîng daye ser milê xwe her wiha fedakariyek bêhempa nîşan dide. Jinên kurd bi tekoşîna xwe doza kurd û jinan derxist qada navneteweyî. Wê dîmenekî nû û zelal derxiste holê, bû ronahiyek di nava tarîtiya zulimkaran de. Lewma Tirkiye û hêzên tarî jinên kurd xistin navenda êrîşên xwe. Li Tirkiyeyê bi hezaran jin xistin zindanan, piraniya wan bi rengekî fermî ji hêla civakê ve hatine hilbijartin, yanî ew bûne dengê gel, hejmarek mezin ji têkoşîna azadiya jinan bi rê ve dibin, ew dîl hatine girtin. Ev tê wê wateyê ku Tirkiye ji fikirandin û çalakbûna jinan ditirse û dixwaze wan tune bike. Deriyê zindanan li wan girtiye. Hinek jinan jî bi hovîtî qetil dike, mîna Hevrîn Xelef, Jiyan, Zîlan û Sosin.”

‘Her ku diçe tundiya dewletan a li ser jinan zêde dibe’

Ehmed da zanîn hêza xweparastinên xweser, bûye garantiya parastina jinan û wiha got:”Hovîtiya sîstemên desthilatdar, bi rengekî pir zirav li ser jinan bi rê ve diçe, hovîtiya her li ber çav û xuya, kuştin û îşkence kirine, li Îranê kuştin û sêdare, li Tirkiyeyê jî revandin û kuştina jinan û sorkirina civakê ya bi ser jinan de heye. Çiqas têkoşîna jinan bilind dibe, ewqas jî tunebûna sîstema mêrsalar jî tund dibe, ev mijara diyalektîk e, rêjîma bi hişmendiya mêrsalar hatiya rêxistikirin, naxwaze ne desthilatê parve bike, ne jî dest jê berde. Ji ber ku ew hebûn û desthilata xwe li ser jinan didomîne, lewma li beramberî serhildana jinan jî gelek bi kîn û nefret dibe. Pir bi xeter dibe. Ji ber wê mijara xweparastinê li gel jinan gelek bi wate ye. Bi taybet di vê serdema ku evqas teknolojiya li pêş ketiye, zanebûna jinan û xweparastinê hîmê sereke yê hebûna jinan û berdewamiya jiyanê ye. Û dibe ku jin di serhildanên xwe de bi ser bikevin. Di Rojava de gavên piratîk ê vê hişmendiyê li pêş ketiye. Zagonên nû yên jiyan û malbatê tê de wekheviya jin û mêr bi edalet pêk aniye. Sîstema hevserokatiyê di encama têkoşînek mezin de pêk hat. Û hêza xweparastinên xweser, bûye garantiya parastina jinan.”

‘Jiyan bi tek alî nameşe’

Ehmed da xuyakirin ku heta niha gelek tevgerên jin derketine, gelek jinên hatine asta serokwezîriyê û cîgirê serokan û bûne endamên parlemen û wiha bi dawî kir:” Ev astek girîng e ku jin gihaştine vê astê lê dibe ku di wan navendan de jin rola xwe a rastîn bilîze, çima jin dibe ku di nava artêşan de hebe? Ji bo bikaranîna rast a artêşan û ji bo aştiyê ji bo li dijî tundiyê têkoşîn bê kirin. Di parleman de dibe ku jin mafê jinan biparêzin, zagonên jinan biparêzin, derxin, jîngehê û jiyanê û mafê mirovan biparêzin. Di hikumetan de, ji bo hikumet bi pîvanên destûra demokratîk ve girêdayî bimînin dibe jin kar bikin. Divê têkoşîn bike ji bo jin bi awayekî çalak tevlî siyaset û navendên biryaran bibin. Jiyan bi tek alî nameşe û topal e. Ji bo rast bibe divê jin zane be û di her qadê de çalak be.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar