Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Ji ber êrîş û hewldanên PDK’ê di salekê de 13 gerîla şehîd bûn

Hêzên PDK’ê ku hemwextî êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, liv û tevgera li dora qadên gerîlayên HPG’ê zêde kiriye, di nava salek û nîv de 21 caran hêz şandine herêmên gerîla, êrîş an jî hewldana êrîşê kiriye. Ji ber van pêkanînên PDK’ê heta niha 13 gerîla şehîd bûne

Navenda Nûçeyan |

Li gel êrîşa dawî ku hêzên PDK’ê li herêma Xelîfan dijî 7 gerîlayên HPG’ê pêk anî, pêkanîn û hewldanên PDK’ê yên dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê ku di rojeva yekem de bûn, hîn zêdetir bû mijara raya giştî ya kurd.

Balkêş e ku ev liv û tevger di her zêdebûna êrîşên dewleta tirk de, derdikeve pêş. Dema ku dewleta tirk salên 2019-2020’an êrîşên dagirkeriyê li herêma Xakurkê û Biradostê meşandin, liv û tevgera hêzên PDK’ê jî bal kişand.

Bi taybet ji aloziya dema Zînê Wertê û vir ve tevgerek zêde tê dîtin. Piştî ku dewleta tirk a dagirker 23’yê Nîsana 2021 êrîşên mezin dijî Metîna, Zap û Avaşînê dan destpêkin jî, hêzên PDK’ê careke din ketin nava tevgerê.

Di nava salek û nîvan de li herêmeke bi sedan kîlometre fireh û dirêj de bidehan bend, baregeh hatin çêkirin, bi hezaran hêz û çekên giran hatin bicihkirin. Ji van liv û tevgeran, êrîşan, yên derketine pêş wiha ne:

18’ê Adara 2020’an

Roja 18’ê adarê Wezareta Pêşmergeyan bi hinceta tedbîrên dijî vîrûsa koronayê û pêşîgirtina kesên ku ji Rojhilat bi rengekî qaçax derbasî Başûr dibin, Lîwaya 7 ya Piyade a Soran li devera Zînî Wertê bicih kir. Hêza li deverê hat bicihkirin hêzek hevbeş a ser bi Yekeya 80’ê ya PDK’ê û Yekeya 70’ê ya YNK’ê ye.

Piştî bicihkirina hêza pêşmergeyan, hemû beşên civakê, partiyên siyasî yên li Kurdistan û derveyî Kurdistanê û xelkê deverê nerazîbûnek zêde nîşan dan. Gelek çalakiyên cuda hatin lidarxistin û hat xwestin ku hêza pêşmerge ji deverê were kişandin. Welatiyên herêmê nameyek vekirî ji PDK, YNK û PKK’ê re şandin. KCK’ê bersiva nameyê da û diyar kir ji bo çareseriyê ew di her alî de amade ne. Lê PDK û YNK’ê bêdeng man.

Li ser nerazîbûnan Wezareta Pêşmergeyan diyar kir ku ew hêz ji bo demeke kurt çûye herêmê lê piştre paşve nehat kişandin.

Zînî Wertê (Estêrokan) sînorê parêzgeha Hewlêr û Silêmaniyê ji hev cuda dike. Rêya hatin û çûyînê ya di navbera Qendîl û Karoxê de biheve girê dide. Deverek bilind e, li ser beşek zêde ya sînorê îdareya Raperîn, bajaroka Wertê û Qendîlê serwer e. Her wiha rêya bazirganî û hatin û çûyînê ya di navbera sînorê îdareya Raperîn, navçeya Soran, Rewanduz û Çomanê ye.

13’yê Nîsana 2020’an

PDK hêzeke zêde ya pêşmergeyan tevî gelek çek û cebilxaneyan sewqê Zînê Wertê kirin. Hemwextê şandina van hêzan, liv û tevgera balafirên keşfê yên dewleta tirk a dagirker jî li ser herêmê zêde bû.

15’ê Nîsana 2020’an

Balafirên şer ên dewleta tirk a dagirker herêma Zînê Wertê ku dikeve navbera çiyayê Karox û Binarê Qendîlê bombebaran kir. Di bombebaranê de 3 gerîlayên HPG’ê şehîd bûn.

17’ê Nîsana 2020’an

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê der barê êrîşa balafirên dewleta tirk a dagirker a li Zînê Wertê de daxuyaniyek da û ev agahî dan: “PDK’ê li Zînî Wertê baregehek Pêşmergeyan çêkiriye û xwestiye qadên gerîla dorpêç bike. Di êrîşên balafirên dewleta tirk ên li ser vê herêmê de 3 gerîlayên ku yek ji wan ji Rojhilat, yek ji Rojava û yek jî  ji Bakurê Kurdistanê ye, şehîd bûn. Yekîneya 3 kesî ya gerîla, çûbûn kampa ku pêşmergeyên PDK’ê lê bicih bûne û ji wan re gotine ku hebûna wan a li vir rast nîne û xwestine ji wir derkevin.  Yekîneya gerîla ya 3 kesî, piştre ji cihê ku pêşmergeyên PDK’ê lê bicih bûne derketine û li cihekî nêzî wê bicih bûne. Rojek piştî ku yekîneya gerîla ji cem PDK’iyan çûn, balafirên şer noqteya gerîla bombebaran kiriye. Di vê êrîşê de hersê gerîla şehîd bûne. Ev êrîş di encama îxbarê de pêk hatiye. Li cem noqteya gerîla tu wargehek an jî zomek nîn e. Lewma tê fêmkirin ku zanyariyên cihê gerîla ji nava kampa PDK’ê hatine dayîn.”

25’ê Cotmeha 2020’an

PDK’ê hêzeke taybet a bi navê Gulan ku yekser girêdayî Mesrûr Barzanî ye, li gel çekên giran sewqî deverên bajaroka Dînartê û deşta Nehlê yên girêdayî navçeya Akrê ya Dihokê kirin. Cihên ku ev hêz hatine bicihkirin, nêzî çiyayê Garê ku weke herêma gerîla jî tê nasîn e.

26’ê Cotmeha 2020’an

Di 26’ê Cotmeha 2020’an de PDK hêza xwe ya bi navê Gulan û çekdarên bi navê ‘Pêşmergeyên Roj’ bi çekên giran sewqî sînorê bajaroka Dînarte ya navçeya Akrê ya girêdayî Duhokê kirin. Ev hêz li gundên Melkê, Dusteka, Gîsê, Mamîşmîş, Girê Dînarte, Girê Mezrîngan, Girê Nawxuş, Girê Difrî û gundên Asuriyan yên li devera eşîra Zêbaryan hatin bicihkirin, çeper û baregehên nû hatin avakirin.

Balafirên şer ên dewleta tirk jî hemwextê şandina van hêzan, herêm bombebaran kir.

28’ê Cotmeha 2020’an

Hêzên PDK’ê yên bi navê Gulan û koma bi navê Roj sewqî komelgeha Bakurman a li sînorê Dînarte hatin kirin û li cihê Firqeya 6 a Zêrevanî hatin bicihkirin.

30’ê Cotmeha 2020’an

Roja 30’ê Comtehê PDK’ê ji Bamernê heta dola Dîma û herêma Bêrwer hêz û çekên giran bi cih kirin.

4’ê Mijdara 2020’an

Roja 4’ê Mijdarê jî PDK’ê hêzên xwe ber bi qadên gerîla yên li herêma Behdînanê ve xist tevgerê û xwestin derbasî nava kampên gerîla bibin. Gerîla jî di çarçoveya xweparastinê de ji bo pêşî li pêşveçûnan bigire, destwerdan kirin û çend deqeyek alozî derket.

Piştî vê aloziyê yek ji Fermandarên Navenda Parastina Gel Zozan Çewlik, di hevpeyvînek xwe de gotibû: “Hêzên PDK’ê bi niyet xwestin derbasî qada gerîla bibin, hêzên me destpêkê ew hişyar kirin lê wan guh nedan û ev jî bû sedema aloziyê.”

Di rojên destpêkê yên Mijdarê de PDK’ê hêzên xwe yên taybet ên bi navê ‘Mekteba Serok’ ji gundê Sirêşme yê bajaroka Xelîfan a Hewlêr heta digihîje gundên Barzan ên Dihokê, bi çekên giran li ser qadek bi sedan kîlometreyan bicih kirin.

5’ê Mijdara 2020’an

Hêzên Gulan ên girêdayî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî, hêza Mekteba Serok û koma pêşmergeyên Roj, li bajaroka Rewanduzê, sînorên ku di dema şerê navxweyî de ji bo PDK û YNK’ê hatibûn diyarkirin, derbas kirin û li nava sînorê YNK’ê li Girê Simure, Girê Tuşreke baregehên nû ava kirin. Hêzek jî derbasî gundê Gewran bû.

Gundê Gerewan navçeya Ranya û Rewanduzê biheve girê dide. Bi kontrolkirina vê deverê re dikare çavdêrî li ser Zozanên Sêwek, Zîn, Bêrêş û Karox ku wek deverên gerîla tên zanîn bê kirin. Her wiha dikare çûyîn û hatina navbera Ranya û Rewanduzê bi temamî bê qutkirin.

25’ê Mijdara 2020’an

Karwanek leşkerî yê ji 300 kesî pêk tê, bi 56 wesayîtên zirxî ku tank, top û çekên giran di nav de hebûn, li navbera Çoman û Hecî Umranê hatin bicihkirin.

Di heman rojan de hêzên PDK’ê li gundê Qumriyê yê bajaroka Kanî Masiyê bendek kontrolê danî. Di nava 3 rojan de li herêma Metînayê jî 3 bendên kontrolê ku dikevin navbera Kanî Masî û Heftanînê hatin çêkirin.

28’ê Mijdara 2020’an

Şeva 28’ê Mijdarê PDK’ê zêdetirî hezar çekdar bi çekên giran, derbasî navçeya Çoman û Hacî Omeranê kirin. Ev hêz li çeperên kevin ên bajarokê Qesrê hatin bicihkirin.

4’ê Kanûna 2020’an

Hêzên girêdayî PDK’ê li bajarokên Qesrê û Wertê yên girêdayî Rewanduz, li ser girên bilind û çeperên ku di dema şerê navxweyî yên YNK-PDK’ê de hatine bikaranîn û piştre hatibûn valakirin, hatin bicihkirin. Hêzên behsa mijarê li Çiyayê Kulîtar, Girê Mayne Sor û Girê Xanulan ên bajaroka Qesrê û li Şaxî Gewre, Zincîre Çiyayê Direbî, Zînî Estêrokan (Zînî wertê) û Kêle yên bajaroka Wertê hatin bicihkirin.

13’yê Kanuna 2020’an

Li gundê Sêgirê yê girêdayî navçeya Amediyê ya parêzgeha Duhokê hêzên PDK’ê êrîşî gerîlayên HPG’ê kirin. Di êrîşê de 3 gerîla birîndar bûn.

5’ê Hezîrana 2021’an

Li navçeya Amêdiye ya Dihokê PDK’ê hêzek zêde ber bi herêma Metînayê ve şand. Di nava karwanê hatiye şandin de wesayîtên zirxî, ambûlans, kepçe û gelek wesayîtên taybet ji bo bejahiyên zehmet jî hebûn. Di dema şandina hêzan de, di seyarek pêşmergeyan de teqîn çêbû û 5 pêşmergeyan jiyana xwe jidest dan.

Fermandariya Qada Xabûrê ya HPG’ê têkildarî mijarê heman rojê daxuyaniyek da û ev agahî parve kirin: ”Îro saet derdora 04.00’an hêzên girêdayî PDK’ê li geliyê di navbeyna Girê Çarçel û Girê Colemergê de ku noqteyeke stratejîk a Metîna ye, ji du aliyan ve êrîş kir. Ji bo ev hêza leşkerî ku her baskek wê ji 50 wesayitên zirxî pêk dihat nekevin vê herêmê, hêzên me bi çekên şexsî ew hişyar kirine. Lê ev hêz bêyî ku guh bidin vê hişyariyê bi pozîsyona êrîşê pêş ve çûne. Tu gund û jîngeh li derdora qada navborî nînin, ev 25 sal in pêşmerge nehatinê, piranî hêzên gerîla lê ne û li dijî dagirkeriya dewleta tirk hatiye mayinkirin. Li gel ku ev qas tişt têne zanîne û li gel hişyariyê jî ji wesayitên ku dom kirine di yek an jî duyan de ji ber teqîna ku sedema wê nayê zanîn teqîn çêbûye û hin windahî çêbûne. Encameke wiha ne bi dilê me ye û dilê mirov diêşîne. Lê berpirsyariya vê rûdanê ne ya me ye, ya wan kesan e ku ev hêz şandine vir.”

7’ê Hezîrana 2021’an

PDK’ê hêzeke zêde şand herêma Berdenazê ya girêdayî bajaroka Hacîomranê ku dikeve nava sînorên navçeya Soran a Hewlêrê. Hat gotin ku hêzên Zêrevanî yên PDK’ê li nêzî qadên gerîla hatine bicihkirin.

Hacîomran herêmeke dikeve ser sînorê rojhilat û başûrê Kurdistanê, her wiha herêma Qendîl û Xinerê bihev ve girêdide.

24’ê Tîrmeha 2021’an

Hêzên PDK’ê li navbera girê Çarçel û girê Hekarî yên Metînayê, ber bi qadên gerîla ve çûn û alozî derket. Di heman kêliyan de balafirên keşfê yên dewleta tirk li ser herêmê firiyan.

HPG’ê li ser mijarê ev daxuyanî da: “Hêzên girêdayî PDK’ê roja 5’ê Hezîranê bi rengê êrîşê hatibûn qada navbera Girê Çarçel û Girê Hekarî yên girêdayî herêma Metînayê û xwe bi cih kiribûn. Hêzên PDK’ê tevî hemû bang û hişyariyan jî, li vê qadê karê çêkirina çeperan domandiye, rêyên nû çêkirine, hêz û wesayîtên zirxî sewqî qadê kirine. Pir bi şeklekî watedar bi taybetî di saetên sibeha 24’ê Tîrmehê li Girê Çarçel careke din hêzên xwe xist tevgerê û hewl dane ber bi cihên gerîla ve pêşve biçin. Weke berê me ji raya giştî re jî ragihandibû, qada behsa wê tê kirin herêmeke bingehîn a hêzên gerîla ye ku bi salan li wir xwe bi cih bûne, di navbera gerîla û hêzên PDK’ê ku nû hatine qadê de mesafeyek kêm heye. Di encama pêşveçûna hêzên PDK’ê ya ber bi noqteyên gerîla de ji bo demek kurt pevçûn çêbûye. Hêzên PDK’ê bi çekên giran li qadê xistine û di encama wê de jî şewat bi erazî ketiye. Di heman demê de tevgera zêde ya balafirên şer û keşfê yên dewleta tirk li ser herêmê jî didome.”

26’ê Tîrmeha 2021’an

Çavkaniyên herêma Şeladizê ragihandin ku hêzên PDK’ê yên Şeladizê amadekariyan dikin ku xwe bigihînin devera Rênçbiraxa. Çavkaniyan gotin ku amadekarî ji demek dirêj ve tê kirin û tê xwestin li Rênçbiraxa hêz bê bicihkirin.

Rênçbiraxa deverek bilind û girêdayî bajaroka Şeladizê ya Amediyê ye. Li gorî agahiyan ev dever di nava qadên gerîla de cih digire û ji bo ku hêzên PDK’ê karibin biçin wê derê, pêwîst e di çend noqteyên gerîla re derbas bibin.

26’ê Tîrmeha 2021’an

Di 26’ê Tîrmeha 2021’an de yekîneyek gerîlayên HPG’ê ku ji 3 kesan pêk dihat, li devera Xelîfan bi êrîşa hêzên PDK’ê re rû bi rû man. Navenda Çapemeniya HPG’ê 29’ê Hezîranê bi daxuyaniyekê diyar kir ku 3 hevalên wan dema ji bo erka xwe diçûn herêmek din, li Xelîfan rastî êrîşa hêzên PDK’ê hatine û agahî ji wan nehatiye girtin. HPG’ê ku nasnameyên 3 gerîlayan jî aşkera kirin û ji PDK’ê xwest ku têkildarî bûyerê agahî bide. Piştî daxuyaniyê rêveberên PKK, KCK’ê û gelek partî û rêxistinan jî bang li PDK’ê kir ku li ser mijarê agahî bide, lê heta niha jî PDK’ê bersiv nedaye.

Piştî diyarkirina nasnameyên hersê gerîlayan malbatên wan xwestin ji bo aqûbeta zarokên xwe pêwendî çêbikin. Lê malbata ku ji Rojava derket rê, li Deriyê Sînor ê Fîşxabûr ji aliyê rayedarên PDK’ê ve hat astengkirin. Malbata ku bakurê Kurdistanê hat Hewlêrê jî, ji aliyê rayedarên dezgeha Parastin (îstîxbarata PDK) ve hat tehdîtkirin.

28’ê Tebaxa 2021’an

Li girê Çarçel ê herêma Metînayê hêzên PDK’ê dest bi çêkirina rêyên nû kir. Hat gotin ku Hêzên Zêrevanî yên girêdayî PDK’ê di rojên dawî de liv û tevgera xwe ya li Metînayê zêde kirine. Çavkaniyan ragihandin ku hêzên PDK’ê li devera Elkîşkê dest bi çêkirina rêyeke nû kiriye û 3 baregehên nû yên leşkerî li hinek gundên Kanî Masiyê çêkirine.

29’ê Tebaxa 2021’an

Hin çavkaniyên herêma Xelîfan ragihandin ku yekîneyek gerîlayên HPG’ê rastî êrîşa hêzên PDK’ê hatiye. Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê jî 4’ê îlona 2021’an li ser mijarê daxuyaniyek da û wiha got: “Agahî ji me re hatiye ku komek 7 kesî ya gerîlayên me li derdora herêma Xelîfan, dema hewl daye ji Çemê Zê (Zap) derbas bibin, ketine kemîna hêzên PDK’ê û bi êrîşê re rû bi rû mane. Tu tiştek ji vê yekê xirabtir nabe ku hêzên PDK’ê bi vî terzî û şeklê xayînane hêzên me bixe kemînê û şehîd bike. PDK dixwaze tev li êrîşên mêtinger- faşîst û komkujiyên ku dewleta tirk li dijî gelê me û hêzên me dide meşandin bibe. Em vê daxwaza PDK’ê ji edalet û wijdana raya giştî re dilêhin.” Çavkanî: Rojnews

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar