Polîtîkayên pişaftinê yên li ser çandê

Yek ji polîtîkayên civakî yên blokên desthilatdar û şer herî zêde serî lê dane polîtîka asîmîlasyonê ye. Bi gotineke giştî asîmîlasyon, helandin û pişaftina...

Nemirên Kurdistanê

Em di meheke pîroz de ne û ev jî meha şehîdan e. Di dîroka tevgera azadiyê ya Kurdistanê de wekî meha şehîdan hatiye pênasekirin....

Pazartesi - 20 Mayıs 2024

Ji ber êrîşa Moskovê 11 kes hatin girtin

Hejmara kesên di êrîşa Moskovê de jiyana xwe ji dest dayîn derket 93’yan û 121 kes jî birîndar in. DAIŞ’ê êrîş li xwe girt û heta niha 11 kes hatine binçavkirin.

Duh li dijî eywana Crocus City Hall a paytexta Rûsyayê Moskovê êrîşeke çekdarî hat kirin ku DAIŞ’ê li xwe girt û gelek kes hatin kuştin. Êrîş li dijî konsera koma “Geştiyariyê” hate kirin û li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Moskovê; 93 kesan jiyana xwe ji dest dane û 121 kes jî birîndar in.

Hat ragihandin ku 3 zarok jî di êrîşê de hatine kuştin.

Waliyê Moskovê Vorobyov da zanîn ku dê nasnameyên kesên di êrîşê de hatine kuştin di saetên pêş de bên aşkerekirin.

Komîteya Lêpirsînê ya Rûsyayê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku dibe ku hejmara miriyan zêde bibe.

Di lêkolîna cihê bûyerê de hat destnîşankirin ku di êrîşê de çekên otomatîk hatine bikaranîn û muhîmatên êrîşkaran hatine destesekirin. Her wiha hat diyarkirin ku êrîşkaran ji bo şewitandina avahiya eywana konserê madeyeke şewatê bi kar anîne.

Serokê Servîsa Ewlekariya Federal a Rûsyayê (FSB) Aleksandr Bortnikov daxuyand ku 4 kes jê yên raste rast di êrîşê de cih girtin bi giştî 11 kes hatine girtin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar