Li gorî amarekê ku şaxa saziya Rêxistina Tîmên Avakirina Aştiya Civakê ya Amerîkayê (CPT) ya li Iraqê ji ANF’y re şandiye, ji ber êrîşên dewleta tirk a dagirker heta niha li başûrê Kurdistanê 366 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.
Ji meha tebaxa 2015’an heta niha ji ber bomberanên rasterast ên dewleta tirk a dagirker 147 sivîl li başûrê Kurdistanê şehîd bûne û 219 kes jî birîndar bûne.
Di heman demê de dewleta tirk a dagirker gelek gund û gundik rasterast bombebaran kirine û ji ber êrîşên wê wan gund û gundikan zerar dîtine. Li gorî heman çavkaniyê ji ber êrîşên dewleta tirk tenê ji meha tebaxa 2015’an heta niha 157 gund hatine valakirin. Ji ber zêdebûna bombebaranên dewleta tirk a dagirker û ji ber hedefgirtinên wê yên rasterast ên li gundan, xetereya valabûnê li ser 600 gundên li ser sînor heye.