Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Ji ber êrîşên dewleta tirk nikarin bi rihetî biçin pincarê

Welatiyên binarê Qendîlê ji ber zêdebûna êrîşên balafirên şer yên dewleta tirk û balafirên keşfê, nikarin pincarên baharê kom bikin. Welatiyên herêmê dibêjin, eger rewş asayîbe û baran nebare ew dikarin rojane herî kêm 50 heya 80’ê hezarî ji komkirina pincar bidest bixin

Gundiyên Qendîlê ji bo debara xwe bikin salane di demsala baharê de derdikevin çiya û pincar kom dikin. Lê îsal hem ji ber zêdebûna êrîşên hewayî yên balafirên şer yên dewleta tirk, hem baran barîn û berfa zêde nekarîne bi dilê xwe derkevin çiya û pinar kom bikin. Her wiha dibêjin ji ber rewşa hewayê pincarên baharê dereng derketine û nû nû welatî ji bo komkirinê derdikevin çiya û zozanan.

Jina bi navê Kiwêstan Hesen ya ji gundê Enzê ya binarê Qendîlê têkildarî mijarê ji Rojnewsê re axivî û diyar kir piraniya jinên Binarê Qendîlê di demsala baharê de ji bo komkirina giya derdikevin çiya û got, “Di hemû demsalên baharê de piraniya jinên Qendîlê ji bo debara jiyana xwe bikin pincar kom dikin. Em pincarên ku kom dikin difiroşin û dahateke baş jê digirin. Piraniya pincarên ku em kom dikin karî, soryas, rêwas, kivark û pincarên mîna van in.”

Welatî ji tirsa balafirên şer ên dewleta tirk nikarin bi dilê xwe pincar kom bikin. Kiwêstan got ku her sal welatî ji bo komkirina pincar zêdetir berê xwe didan van herêman û wiha axivî: “Ji ber bombebarana balafirên şer yên tirk û balafirên keşfê welatî weke berê nikarin bi dilniyayî werin van herêman û pincar kom bikin. Heman metirsî li ser jiyana me jî heye, em jî nikarin bi dilê xwe pincar kom bikin. Dema em diçin jî bi tirs diçin. Berê me hesp û hestirên xwe jî li gel xwe dibir. Eger metirsiya bombebaranê li ser me nebe, rojane em dikarin 50 heya 80’ê hezar dînar bidest bixin.”

Welatiyê bi navê Ebdulla Xidir yê niştecihê gundekî din yê Binarê Qendîlêye jî dibêje, bilindahiya çiyayên Qendîlê di warê giya û pincar de pir dewlend û bi berekete û got, “Welatiyên herêma Raperîn, Çoman û Riwandizê di demsala baharê de ji bo komkirina pincar berê xwe didin binarê Qendîlê. Ji ber îsal baran û berf zehf barî welatî nû tên ji bo komkirina pincar.”

Pincar baş tê firotin

Firoşyarekî pincar yê li nava bazara Ranyayê Ako Mihemed diyar kir ku ew rojane diçin derdora gundên Qeladizê û Qendîlê ji bo pincar ji welatiyan bikirin. Me bi hinek kesan re li hev kiriye û dibêjin rojane ev qas pincar ji bo me bînin. Ez zêdetir rewas û kiwan difiroşim û di van rojên dawiyê de rewas gelek tê firotin. Cihekî me yê li ber baxê giştî yê Ranya heye, polîs bi bahaneya ku ciheke qelebalixe destûrê nade em li wir pincar bifiroşin, eger em dezgeha xwe li wir deynin pincar û giyayên me yên baharî dê zehf bên firotin.” QENDÎL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar