Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Ji ber êrîşên dewleta tirk zarok ranazên

Welatiyên Binarê Qendîlê balkêşan ser bombebarana dewleta tirk ya li ser xaka başûrê Kurdistanê û diyar kirin ji ber êrîşên artêşa tirk êdî zarokên wan nikarin bi şev razên û bêdengiya hikumeta Herêma Federal a Kurdistanê û ya Iraqê şermezar kirin

Êrîşên dewleta tirk yên li ser xaka başûrê Kurdistanê berdewam dike. Di encama êrîşan de heya niha bi dehan xelkê sivîl şehîd û birîndar bûne. Bi taybet gundiyên li Binarê Qendîlê di nava tirsê de ne. Li ser vê mijarê xelkê Binarê Qendîlê ji RojNews re axivîn.

Mêr Mihemed: Balafirên şer û yên bê mirov hertim li ser herêmê difirin. Jiyan êdî tahl bûye. Dema ku bombebaran tê kirin, zarokên me gelek ditirsin. Gelek caran balafir nêzî xaniyên me bombebaran dikin. Jiyana me di metirsiyek mezin de ye. Em dixwazin serdana bax û baxçeyê xwe bikin, lê ji ber êrîşên artêşa tirk em nikarin. Em dixwazin aştî pêkwere û êrîş werin rawestandin.

Rênas Zagor: Divê kesên ku hevalbendiya Erdogan dikin li xwe binêrin. Tirkiye herêma Kurdistanê weke parêzgehek xwe dibîne. Zêdetirî 6 hezar şirketên dewleta tirk li başûrê Kurdistanê hene. Dahata herî mezin ya dewleta tirk ji başûrê Kurdistanê derdikeve. Tirkiye bi pereyê me çek dikire û bombebaranê dike. Divê desthilatdara herêma Kurdistanê li xwe binêre, wê heta kengê alîkariya dewleta tirk a faşîst bikin. Em dibînin hikumeta Iraqê jî li hemberî êrîşan bêdeng e, ji bo vê pêwîste em hemberî vê yekê yekitiya xwe ava bikin.

Ebubekir Abdullah: Dewleta tirk cûdahiyê naxe nava tiştekê. Çi gerîla be yan jî xelkê sivîl be êrîş dike. Jiyana me di metirsiyê deye. Beriya çend rojan carek din dewleta tirk êrîş kir û nêzî xaniyên me bombebaran kirin. Bê ku gerilayek li wan cihan hebe êrîş dike. Em ji ber êrîşan nikarin serdana sewalên xwe bikin. Di dema bomberanê de jin û zarok ji tirsa xew nakin û hertim zarokên me ji tirsa di qêrin. Mixabin desthilatdariya herêma Kurdistanê bêdenge û ti helwestek  nîşan nade. Ji bo vê pêwîste xelkê Başûr xwedî helwest bin û nerazîbuna xwe nîşan bidin. Bêdengî û bê helwestî we kiriye ku dewleta tirk hêzek mezin bîne herêma Bradost û li wir bicih bike. Ger bê helwestî dewam bike, wê dewlet Tirk tevahî xaka Başûrê Kurdistanê bixe bin desthilatdariya xwe. QENDÎL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar